16 oktober 2017

Bi êrîşa dijmin ra îxanetê jî xwe nîşan da

Li gorî xeberên di medyayê da li Kerkûkê hêzeke girêdayî Bafil Talabanî û Lahor li ser emrê wan bêyî şer sengerên xwe teslîmî çete û qatilên Heşda Şabî kirine.
Heger wiha be helbet ev îxaneteke mezin e.
Lê tu îxanet, tu qeleşî nikane îrade û ezma gel ya liberxwedanê û parastina Kerkûkê û Kurdistanê bişkîne.
Pêşemerge ewê hêzên dijmin bişkînin.
Tu îxanet nikane îradeya gelê kurd bişkîne. Dîmenên meriv li kolanên Kerkûkê û di cepheya pêşmerge da dibîne îspata vê îradeya ji polayê ye.
Kê biryara paşdavekişînê û terkkirina sengerên şer dabe ew biryar ewê wek lekeyeke reş li eniya wan bimîne.
Lê di vir da rastiyekê dîsa xwe nîşanî me da, gava pêşmerge ne leşkerên dewletê, yê partiyan be gelşên wiha tim kanin derkevin. Gerek pêşmergeyên partiyan û şexsan nemînin, artêşa Kurdistanê çê bibe

XXX


Ji virên medyaya tirk bawer nekin, li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk didin. Medyaya kurdî taqîb bikin.
Fermandarê herêma Kerkûkê Kosret Resûl gotiye:
”Nuxteyên kontrolê, balafirxane, bîrên petrolê jî di nav da nuxteyek jî neketiye destê artêşa Îraqê.”
Ne Îraq tenê, pasdarên Îranê jî êrîşî kurdan dikin.
Lê ewê bi ser nekevin, zafer ya kurda ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE