12 oktober 2017

Bi gotegot gayê zexel naçe cot

Nivîseke bi kurdî çiqasî baş, çiqasî mikemel be jî xwendevanên wê pir kêm in, herî zêde 20-30 kes diecibînin û du sê kes jî şirove dikin. Ew jî ne her tim, carnan…
Lê nivîseke bi tirkî du sê gotin be û ew jî gotinên pir bêmane bin jî xwendevanên wê pir in, li gorî ya kurdî deh qatan, bel kî hîn jî zêde tê ecibandin û şirovekirin.
Çimkî bi tirî ye.
Dewleta tirk, asîmîlasyonê manewiyata kurdan şikandiye, baweriya wan bi wan nemaye.
Însanên me cesaret nakin bi kurdî binivîsin û bawer nakin ewê kanibin nivîsandina kurdî fêr jî bibin.
Xwendin û nivîsandina bi kurdî, fêrbûna kurdî li ber çavê kurdan bi qasî Çiyayê Hîmalyayê mezin û asê bûye…
Emer Farûq Baran di Perxudres da gotiye ” Gerek her xwendevan çavekî li bloga Zinarê Xamo xîne.”
Mala wî ava be lê belê beyhûde ye, tesîrê li kurdan nake, bi gotegotê gayê zexel naçe cot...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE