18 oktober 2017

Bi vê sîstemê rê li ber têkçûnan nayê girtin

Beyana berdevkê Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar û cîgirê yekem yê YNKê Kosret Resûl nîşan didin di nava YNKê da tevlihevî û kaoseke pir mezin heye û hevkarên neyaran derbeke mezin li YNKê û miletê kurd xistine.
Mele Bextiyar di beyana xwe da gotiye YNK ketiye destê hin kesên pûç û beradayî û lema jî ”ew YNKê terk dike”.
Kosret Resûl jî bal kişandiye ser hevkarên dijmin yên di nava YNKê da û gotiye
“Ya birîna me xedar dike ew e ku çend kesên ji derveyî rêbaza YNKê bêyî ji serkirdetiya partiya xwe bipirsin, ji bo hinek destkeftiyên xwe yên demkî û şexsî bûne hevkar û desteberê dagirkeran. Wan bi vî karê xwe yê rûreş, bi sernizmî xwe xistine nava rûpelên reş ên dîroka gelê me.”
Bi kurtî ji beyanên Mele Bextiya û Kosret Resûl xuya dibin di nava YNKê da şer û kaoseke mezin heye.
Ev rewşa YNKê bêguman meriv xemgîn dike.
Hêvî dikim di demeke kin da YNK ji van zilam û hevkarên dijminan werin paqijkirin.
Qet bêhêvî nebin, her tişt neqediya ye.
Gelê kurd ewê rabe ser nigan û hesab ji hemû xayin û hevkarên neyaran bipirse...
Di rojên pêş da emê bibin şahidê gelek surprîzên xweş û umîdwar...
Ya muhîm kurd ji kêmasî û şaşiyên xwe dersan derxin û tavilê gavên radîkal bavêjin. Bi partiyan, bi pêşmergeyên partiyan, bi du îdareyên siyasî kurd nabin xwedî dewlet, dibê kurd devji dikanên partiyan berdin û ji bo avakirina dewleteke netewî gavan bavêjin. Çare dibê kurd bibin xwedî dewleteke netewî p modern.

XXX


Serokê Tirkiyê Erdogan, bêyî navê wî bide ji Mesûd Barzanî ra gotiye, ”rabûye dibêje Kerkûk ya min e. Tu bi kîjan heqî dibêjî Kerkûk ya min e? Çi karê te li Kerkûkê heye?”
Erê weleh, çi karê Barzanî û kurdan li Kerkûkê heye…
Pirseke ancax yekî wek te bike...
Mixabin qopikê ereban bi ”birayên” (!) me yên tirk gelkî xweştir 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE