15 oktober 2017

Çira virekan heta eşa vêketî dimîne

Tirkan berê digotin em ne dijminê gelê kurd in, em û kurd bira ne, lê yê xerab û ”terorîst” Ocalan û PKK ye, em şerê wan dikin...
Bi vê virê û demagojiyê hin kurdên saf û nezan dixapandin jî.
Nuha jî dest pê kirine dibêjin em ne li dijî kurdên başûr in, ew birayên me ne, lê belê  Barzanî xerab e, Barzanî  û yên wek wî ”zilamên sîyonîzmê û emperyalîzmê ne”, em li dijî wan in.
Heta nuha Barzanî baş û Ocalan xerab bû.
Lê nuha Barzanî  jî wek Ocalan bû ”zilamê sîyonîzmê û emperyalîzmê…”
Mecbûr in êrîşî Barzanî bikin, çimkî dawiya viran hat, êdî ya ewê piştgiriyê bidin azadî û serxwebûna kurdan ya jî ewê li hember rawestin.
Lema jî tiştê heta nuha ji bo Ocalan û PKKê dibêjin, nuha ji bo Barzanî û PDKê dibêjin.
Lê tu kurdê êdî bi van derewan, bi van demagojiyên ew ne dijminê gelê kurd in bixape tuneye.
Çira virekan heta eşa vêketî dimîne ya nî dawiya derewan zû tê.
Ya Tirkiyê jî bû ev mesele, çira wan zû vemirî, kurdên başûr dîtin ew neyarekî pir xedar in..
Êdî her kurdî fam kiriye mesele ne Ocalan û Barzanî û Talabanî ya jî serokekî din e, mesele Kurdistan û neyartiya miletê kurd e, dixwazin Kurdistana serbixwe çê nebe.
Hemû tirs û derdê wan ev e, dixwazin rê li ber çêbûna Kurdistaneke serbixwe bigrin.
Ew ne li dijî şexsan e, li dijî azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê ne, dixwazin kurd tu carî ji bindestiyê xelas nebin….

XXX
Îranî ji rûvî fêlbaztir û ji mar jî xerabtir in.
Neyartiya xwe wek tirkan nîşan nadin, wek tirkan nakin qîjewîj, lê marê kor in…
Serokê pasdaran Qasim Silêmanî li Silêmaniyê çûye ser gorra Mam Celal û bejna xwe li ber gorra Mam Celal tewandiye, tacegul daniye ser gorra wî û di deftera xatirayê da jî nuha ji bo Mam Celal gelek gotinên baş nivîsîne.
Lê hemû vir in, ew ne ji Mam Celal û ne jî ji gelê Mam Celal hez dike…
Eynî Qasim Silêmanî yê tacegul daniye ser gorra Mam Celal, pasdaran dişîne ser Kerkûkê û di bin navê Heşda Şabî û leşkerên Îraqê da şerê kurdan dike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE