10 oktober 2017

Daxwazeke gelkî şaş

Cîgirê Hudaparê Saîd Şahîn, gotiye, ”dewlet tirkên derve tenê wek hemnîjad(soydaş)yanî ji xwe dibîne, kurdan hemnîjad/soydaş” yanî ji xwe, yanî tirk nabîne.
Saîd Şahîn ji vê siyaseta hukûmeta AKPê gazin kiriye û xwestiye Tirkiye ne tirkan tenê, kurdan jî(hemnîjad, soydaş)yanî ji xwe, yanî tirk bibîne, tirk qebûl bike.
Ji bo çi Tirkiye ewê me kurdan "hemnîjad, soydaş" yanî ji qewmê xwe bibîne?
Ma em tirk in?
Diyar e heger Tirkiye me tirk qebûl bike, Saîd Şahîn û hevalên wî ewê bi kêfxweşî bibin tirk...
Çimkî gava tu ji Tirkiyê bixwazî te wek tirk qebûl bike, dibê tu jî tirkîtiya xwe qebûl bikî.
Ji xwe ev daxwaza Saîd Şahîn ya ji dewleta tirk nîşan dide ew dixwaze bibe tirk, lê Tirkiye wî qebûl nake.
Û xwedêgiravî ev partî jî dibêje ez partiyeke kurd im. Cîgirê partiyeke kurd çawa kane daxwazeke wiha ji dewletê bike, çawa kane jê ra bibêje gerek hûn bi çavê tirkan li kurdên beşên Kurdistanê yên din jî binrin?
Tiştê em ji Tirkiyê û ji hukûmeta AKPê bixwazin ne "hemnîjadî,soydaşî" yanî tirkîtî ye, dibê me wek kurd qebûl bike, ji welatê me derkeve, zulmê li me neke, mafê me qebûl bike û bide û neyartiya kurdên welatên din neke...

XXX
Nivîseke pir xweş e. Heger hûn ji edebiyatê hez dikin vê nivîsa li ser Turgenîev bixwînin.
Rindê Çaçan xanim di vê nivîsa xwe ya kin da Turgenîev û felsefeya wî pir xweş xulase kiriye.
Di van rojên tarî û tije êş û der da xwendina nivîsên bi vî rengî bîstekê be jî meriv ji fikirîna teşxeleyên siyasî dûr dixe û dibe cîhaneke din.
Nivîseke xweş û înformatîv e. Bi kurtî be jî meriv fikir û felsefeya Turgenîv ya li ser jiyanê, gelşên dinyayê, bexteqariyê û romannivîsînê fêr dibe.
Bi kinî be jî naskirina dîtin û felsefeya nivîskarekî wek Turgenîev xweş e



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE