15 oktober 2017

Di her warî da em ji hemû dijminên xwe xurttir in

Qet netirsin, di her warî da em ji hemû dijminên xwe xurttir in
Ez tim dubare dikim, bi baweriya min gefên Îraqê, Tirkiyê û Îranê vala ne, heta nuha ji destên wan çi hat kirin, tiştekî ji wê bêtir bikin tuneye.
Heger bikanîbûna ewê nehîştina ala Kurdistanê li Kerkûkê li ser dahîreyên resmî were hildan.
Lê kurdan ala Kurdistanê hildan û dinya jî xera nebû.
Heger bikanîbana ewê nehîştana referandûma 25ê îlonê çê bibe. Û ji bo referandûm çênebe jî çi destê wan hat kirin.
Lê kurdan referandûm çêkirin û kesî guleyek jî bera kurdan neda.
Nuha jî dixwazin bi nîşandana devê tivingê, bi hin fort û gefan çavê kurdan bitirsînin û rê li ber îlankirina serxwebûnê bigrin.
Dibê kurd ji gefên kesî qet netirsin û îradeya milet ya di 25ê îlonê da diyar bû ebeden pûç nekin.
Gel gotiye serxwebûn.
Ji nuha û pû da dibê Îraq û Kuridistan bibin du cîranên baş, ne ku Kurdistan bibe beşekî Îraqê. Ev dem derbas bû. Mafê tu kesî tuneye îradeya gel ya di 25ê îlonê da diyar bû qebûl neke ya jî ji nedîtî ve were.
Gefên Îraqê vala ne, Îraq ji viya bêtir nikane tiştekî din bikin. Tiştê dike jî bi xêra Îranê û pasdaran dikin, yan na newêrin nêzî kurdan bibin.
Li alî din lihevkirina Tirkiyê, Îraqê û Îranê jî ne hêsan e.
Bi taybetî gelşên nabêna Îraqê û Tirkiyê pir û mezin in. Betalkirina serdana Bînalî Yildirim ya Bexdayê ya îro îspata vê yekê ye.
Nabêna Îranê û Tirkiyê jî hewqasî ne baş e. Ne Îran û ne jî Îraq baweriyê bi Tirkiyê naynin û Tirkiyê tu caeî wek dost û mitefikekî saxlem nabînin.
Lema jî dibê meriv zêde guh nede gotin û îdîayên di medyayê da belav dibin.
Pozîsyona kurdan pir xurt e û li derve jî piştgiriya ji kurdan ra heye ji ya Îran û Tirkiyê û Îraqê pir û pir xurttir e.
Ew çi bikin jî kurd ewê Kurdistana Başûr û Rojava ji bin îşxalê xelasbikin û bigihînin hev. Hewildanên Tirkiyê yên li hemberî kurdan him ewê tu netîceyê nede û hi jî ewê Tirkiyê gav bi gav ji Xerbê û het aji NATOyê jî dûr xe û têxe himêza Rûsyayê û Îranê.
Ev jî ji bo mekurdna pir baş e, Tirkiye çiqasî ji Xerbê û Amerîkayê dûr bike ji bo me hewqasî baş e…



XXX
Êdî her kes zane pasdarên îranî û Heşda Şeibî bi hev re ne û Heşdî Şabî ji alî Îranê ve tê îdarekirin.
Ji xwe ne Îran be Îraq newêre van quretiyan bike.
Îran bi pasdarên xwe cesaretê dide Îraqê.
Helbet Tirkiye jî di bin ra alîkariyê dike.
Lê pûç e, vala ye, kurd ji gefan, ji mirinê natirsin.
Û ya herî muhîm 40 milyon kurd li Kerkûkê xwedî derdikevin, 40 milyon kurd bi birayên xwe yên başûr ra ne...
Êdî kurdên başûr, rojava, rojhilat û bakur tunene, kurdên Kurdistanê hene. Miletê kurd heye.
Başûr jî û Kerkûk jî Kurdistan e. Lema jî çavê hemû kurdan li Kerkûkê ye, dilê hemû kurdan li Kerkûkê lê dixe...
Abadî 24 saet molet dabû kurdan, 24 saet ji zûda derbas bû.
Min do jî got, guh nedin fortên ereban, nikanin tu jahrê belav bikin. Tahlûke Îran û Tirkiye ye, ew li pişt Abadî ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE