11 oktober 2017

Erdogan dîsa bivir li nigê xwe xist

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do li Sirbistanê di civîna rojnamegeriyê da dîsa malik li xwe şewitand, di axaftina xwe da li ser krîza wîzeya Amerîkayê jî sekinî û got:
“Heger li Anqerê konsulek vê biryarê digre û dû ra jî dibêje min ev biryar li ser navê dewleta xwe girtiye pir ecêb e. Heger rewş ev be tiştekî me yê em bi berpirsiyarên Amerîkayê ra bipeyivin tuneye. Lê heger rewş ne wiha ye, konsul ev biryar bi serê xwe girtiye, dibê ew konsul yek deqîqeyê jî li wir nemîne. Heger konsulê min tiştekî wiha bike, em wî saetekê jî li wir nahêlin. Dibê Amerîka jê ra bibêje tu çawa kanî têkiliyên Tirkiyê û DYA yê(Dewletên Yekbûyî yên Amerêkayê) xera bikî?  Ev konsul nuha ziyaretên xatirxwestinê dike. Wezîrên min, Serokê Meclîsê û şexsê min, me ziyaretên wî yên xatirxwestinê qebûl nekir û em qebûl nakin jî. Û em wî wek nûnerekî Amerîkayê nabînin. Û ez viya jî pir vekirî dibêjim.”
Qonsul çawa kane bêyî haya dewleta xwe wîzeya welatekî rawestîne, ma tiştekî wiha qet mimkûn e? Meriv ne dîn be, pir ne apolîtîk be tiştekî wiha dibêje?
Lê Erogan dibêje...
Qesra Spî do bersîveke pir giran da Erdogan û got biryara rawestandina wezîyê konsulê me bi tena serê xwe nedaye, me bi hev ra ew biryar girtiye.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert do di civîna çapemeniyê da li ser pirsa rojnamevekî got, biryara rawestandina wîzeyên Amerîkayê  li Tirkiyê konsulê me ne bi serê xwe, bi koordîneya  Koşka Spî  û Wezareta Karên Derve ve girt.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di konferansa rojnamevaniyê da wiha got:


“Ev biyar ne biryareke konsulê me bi tena serê xwe girtiye. Birêz John Bass  ji konsulê/balyozên me yê herî baş e û li Anqerê wezîfeya xwe bi cih tîne. Biryar bi koordînasyona Wezareta Karên Derve û Qesra Spî hat girtin. John Bass, konsulekî me yê pir hêja ye û em bi wezîfeya wî ya li Tikriyê  îftîxar dikin. John Bass yek ji dîplomatên me yên herî serketî ye.”

Wek xuya dike îşê reîs pir xerab e, Amerîka dibêje konsulê me dîplomatekî me yê pir hêja ye û biryara rawestandina wîze yê jî ne ya wî ye, ya Qesra Spî û Wezareta Karên Derve ye.
Erdogan di axaftina xwe ya Sirbîstanê da got “heger biryar ya Amerîkayê be wê demê tiştekî em bi Amerêkayê ra bipeyivin tuneye.”
De îcar werin vî kerî di vî buhurî ra derbas bikin…
Amerîkayê wa ye got biryar ya me.
Nuha te heb xwar!
Kurd dibêjin zimano leqleq, seriyo teqreq…
Di nivîsa xwe ya do jî min got, Erdogan pir dipeyive û her cara devê xwe vedike ji xwe ra kera dike.
Çimkî mêrik dîktatorekî bêkultur û cahil e, lema jî bi devê xwe nikane.
Nuha bi destê xwe mailik li xwe xera kir.
Amerîka ne kurd in û ne jî Ereb in. Amerîka heger bixwaze kane devê meriv biçirîne.
Yanî reîs dîsa ket ofsaytê, dîsa bivir li nigêxwe xist….
Hela ka em binêrin di rojên pêş da wek mesela Rûsyayê û Pûtîn, îcar ewê çi teqlebaziyê bike…
Şertên Amerîkayê qebûl bike jî xerab e, neke jî xerab e.
Şertên Amerîkayê qebûl bike û kesên girtî berde ewê biçûk bikeve û rezî bibe…
Qebûl neke xerabtir e, dijminatiya bi Amerîkayê ra di warê siyasî da ewê li ser wî pir buha rûne, ekonomî ewê ser serî here.
Yanî efendî maye di orta xelîl û celîl da, tû bike jor simêl e, tû bike jêr rî ye…
Welahasilîê kelam  bi van gotinên xwe yên tewşomewşo, bi van qebetî û cahiliyên xwe her ku diçe umrê xwe kin dike, bi destê xwe cila binê nigê xwe dikşîne…
Hindik ma, rojekê ewê li ser piştê bikeve…

XXX
Serxwebûna Katalonyayê jî wek ya Kurdistana Başûr ma bazarê û rojeke nediyar.
Hêviya min ew bû hukûmeta katalanî ewê îşev serxwebûna xwe îlan bikin û ji bo me kurdan jî bibin emsal.
Lê ji şansê me kurdan ra wa ye wan jî gav paş da avêtin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE