13 oktober 2017

Erdogan ditirse di doza Reza Zarrab da serî bigehîje wî

Rojnamevanê bi navê David Ignatius  di nivîsa xwe ya rojnameya Washington Postê da dibêje, sebebê esasî ya krîza di nabêna Amerîka û Tirkiyê da rû daye girtina Reza Zarrab e.
Di nivîsê da tê gotin Erdogan ditirse di doza Zarrab da serî bigihîje wî û malbata wî…
David Ignatius  dibêje, Erdogan di çend hevdîtinan da tim ji Amerîkayê xwestiye Zarrab berdin. Erdogan ditirse Zarrab di îfada xwe da bipeyive û zirarê bide Erdogan û malbata wî.
Di 27ê mijdarê(27/11) da mahkima Zarrab e. Îhtîmal heye di vê mahkimê da Zarrab bibe îtîrafçî û hemû bêqanûniyên, sûcên bi alîkariya hukûmeta AKPê kiriye û bertîlên dane wezîrên AKPê û Erdogan û malbata wî yek bi yek îfşa bike...
Do(12/10)Erdogan di axaftina xwe da got mahkime dixwaze Zarrab wek îtîrafçî bi kar bîne.
Maneya xwe Erdogan bihîstiye Zarrab ewê her tiştî bibêje.
Heger Zarrab bi Erdogan ra tiştên xerab û sûc nekiribe çima Erdogan ditirse? Qîra wî kiriye dipeyive bira bipeyive…
Heger li ba Zarrab hin agahiyên kanibin zirarê bidin Erdogan tunebin tu sebeb tuneye Erdogan ji axaftina Zarrab hewqasî bitirse.
Dibe îtîrafçê bira bibe. Çi îşê Erdogan pê heye?
Lê diyar e wek dibêjin ”eyşik e ji xwe bi şik e”, Erdogan ditirse serî bigehîje wî û malbata wî.
Bi îhrîmaleke mezin serî ji zû da gihîştiy wî, lema jî hewqasî êrîşî Amerîkayê dike û berî mahkimê hin personalên konsuxana Amerîkayê da girtin.
Li gorî îdîa David Ignatius, bi girtina karkirên konsulên Amerîkayê Erdogan dixwaze berî dadgehê destê xwe xurt bike..
Bi kurtî nivîseke pir balkêş e, li ser doza Zarrab û têkiliyên bi Erdogan ra gelek agahiyên balkêş hene….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE