09 oktober 2017

Erdogan got ew naxwaze Kobaneke nuh bibînin

Erdogan qebûl kiriye yên li Kobanê şikestin ne Daîş, Tirkiye bûye…
Erdogan gotiye ”em naxwazin Kobaneke nuh bijîn û emê nehêlin viya çê bibe.”
Maneya van gotinan hêza li Kobanê têk çû ne Daîş, Tirkiye bûye û ji bo careke din têk neçin ew dikevin Idlibê û belkî jî êrîşê bibin ser Afrînê û hin bajarên kurdan yên din…
Lê Erdogan Efrîn ji zûda ye di çavê xwe ra kiriye, heger destûrê bigre ewê êrîşî Efrînê bikin. Bi îhtîmaleke mezin sebebê ketina Îdlibê jî ev e.
Li ser Kurdistana Başûr û Rojava jî Erdogan gotiye:
”Dixwazin Tirkiyê bi tehdîdên li Sûriyê û Îraqê hene me têxin quncik. Emê destûrê nedin viya. Ji dêlî em li welatê xwe bersîvê bidin êrîşan, emê di çavkaniyên wan da li wan bidin…”
Bi van gotinan jî Erdogan dibêje statuya kurdan li Kurdistana Sûriyê û Îraqê ji bo Tirkiyê tehdît e û ewê van tehdîdan li wir ji ortê rakin, yanî ewê êrîşê bibin ser kurdên Rojava û Başûr.
Di vir da Erdogan pir vekirî dibêjê yên li Kobanê şikestin ne Daîş bû, Tirkiye bû.
Helbet her kesî zanîbû Daîşî çeteyên Tirkiyê bûn, bi emir û organîzeya Tirkiyê êrîş birin ser Kobanê.
Lê ev cara pêşî ye Erdogan qebûl dike Tirkiye li Kobanê şikest û ewê nehêlin Idlib jî bibe Kobaneke nuh.
Ev îtîraf jî baş e.



XXX
Medyaya tirk bûye çavkaniya, menbeê fîtne û fêsadiyê, hal û karê wan vir, manîplasyon û fîtnekariya li hemberî kurda ye.
Rojnameyên wek Yenî Şafakê, Starê, Turkiyeyê, Akîtê û gelekên din dev ji rojnamevaniyê berdane û tenê li hemberî kurdan fîtneyan belav dikin, bêbextiyên nemayî dikin.
Ji ber ku di şîna Mam Celal da Osman Baydemir, û serokê PYDê yê nuh Şahoz Hesen û Mesûd Barzanî silav li hev kirine û li halê hev pirsîne, gotine "di cenaze da sêqliya şer, zîrweya terorê..",
Yanî gava du kurd silavê bidin hev jî ev yek ji bo medyaya tirk dibe "teror" û "civîna şerxwaziyê"...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE