20 oktober 2017

Gerek em neyên lîstika dijmin û bi hev nekevin

Tiştê dijmin nikanîbû bi zora xwe bi dest xe, nuha dikin kurdan bera hev bidin yanî PDKê û YNKê bînin hemberî hev û bi wê riyê bigihîjin armanca xwe.
Ev plan ji êrîşa wan ya leşkerî tahlûketir e. Dijminên me dixwazin me bera hev bidin. Dibê em neyên lîstikê.
Hêvî dikim hevalên YNKê nehêlin ev plana Îranê, Îraqê û Tirkiyê biçe serî û kurd neyên hemberî hev.
Di vê sanaryoyê da Îran senarîst e, Tirkiye jî fîguran e. Tirkiye ji ber neyartiya bi kurdn ra tam ketiye bin kontrola Îranê. Çimkî kartên di destê Îranê da xurttir in.
Li meydanê Îraq xuya dike, lê li pişt perdê Îran û Tirkiye ye.
Yanî kurd li Kurdistana Başûr li hemberî 3 dewlean û hin hevkarên wan şer dikin. Û yên êrîş kirin jî ne Îraq enê ye, 3 dewlet in. Kurd di şer da şikestin. Çimkî dijmin ji wan gelkî xurttir bû.
Ji bo serketinê siyaseteke pir bi hostayî û zîrekane lazim e. Dibê em nekevin gewriya hev, ji dêlî wê li hemberî neyarên xwe bibin yek
2017-10-19




XXX
Bi baweriya min dibê parlamenterên kurd êdî neçin Bexdayê. Êdî tu mişterikiyekeme û Bexdayê bi hev ra namaye.
Dibê meclîsa Kurdistanê tavilê bicive û ji bo îlankirina serxwebûnê gavan bavêje, hin biryaran bigre.
Bi dagirkirina Kerkûkê û şehîdkirina 50-60 pêşmergeyî Îraqê nîşan da em nikanin bi hev ra bijîn.
Çimkî mentalîteya wan hîn ya Seddam e, gava xurt dibin li hustuyê me siwar tên û heqaretê, çavsoriyê li me dikin, bi xurûr heysiyeta me dilîzin.
Lema jî dibê kurd haziriya îlankirina serxwebûnê bikin. Serîhildana Xaneqînê, Kerkûkê, Silêmaniyê û derên din daxwaza gel ya serxwebûnê ye,
2017-10-19

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE