14 oktober 2017

Guh nedin qîjewîja ereban, kes nikane Kerkûkê ji kurdan bigre



Fermandarê Mîhwera Başûrê Kerkûkê Westa Resûl gotiye ”Do bi şev li Kerkûkê li dora 50 hezar xelkê siwîl daketin kuçe û kolanan  ji bo ku bajarê xwe biparêzin .”
Ev rast e, bi rastî jî li hemberî êrîşekê xelkê Kerkûkê jî ewê şerê hêzên êrîşkar bike.
Di ziyareta me ya Silêmaniyê da hevalên YNKê jî ji me ra eynî tişt gotin.
Wan jî got heger hat û Heşdî Şabî û artêşa Îraqê êrîşî Kerkûkê kir, bi qasî pêşmerge, xelkê Kerkûkê jî ewê bajarê xwe biparêzin.
Ev du car in ez diçim Kerkûkê.
Cara pêşî di sala 2011a da bû.
Wê demê Kerkûk wek bajarekî  tirsê û wêran bû, li kuçeyan însan kêm bûn, meriv nikanîbû biçûya aliyê ereban.
Her der bend û leşker û polîs bûn û wasiteyeke Hewlêrê li bajêr bal dikşand ser xwe.
Bi kurtî meriv newêrî bû li bajêr bigeriya, her roj bombe diteqiyan. Berî min bi çend deqîqeyan li nêzî ciyê ereba min lê sekinî bombeyek teqiya bû. Bi rewestana me ra dora me girtin û xwestin em ji wir bi dûr kevin.
Yanî wê demê Kerkûk ne bajerekî meriv kanîbû bi serbestî lê bigeriya…
Lê Kerkûka di 28ê îlonê(28/10) da min dît bajerekî din bû, tu ferqa bajêr ji Silêmaniyê û ji Hewlêrê tunebû. Li gorî 2011a pir paqij bû û bi dûzan bû.
Û bi mîmariya xwe jî ji Hewlêrê xweştir û tekûztir xuya dikir. Bi taybetî  nava bajêr, peyarêk li gorî Hewlêrê gelkî  baştir û bi ser û bertir bûn.
Bajar pir zindî û qelebalix bû, însan bêtirs digeriyan, dikan tije kirox(mişterî) bûn. Tevgerek, alvêreke pir zindî xuya dikir.
Em 11 kes bûn. Teqrîben em 2-3 saetan li bajêr geriyan.
Di wan du sê saetan da polîs û pêşmergeyan li 4-5 ciyan em sekinandin û pirsîn em kî ne, ji ku tên, çima hatine bajêr û dikin ku da herin?
Piştî lêpirsîneke kibar û mikemel, dema ditîn em kurd in û ji Swêd ji bo piştgiriya referandûmê hatine, kêfa wan dihat, em himêz dikirin û digotin hûn ji wir hetanî vir li ser ser û çavên me hatine.
Li nava bajêr her cara me xwest rismekî bigrin, tavilê dora me girtin û nehîştin em risman bigrin.
Ne polîs û pêşmerge tenê, min bala xwe dayê hin kesên swîl jî, bi îhtîmaleke mezin parastin bûn, tim li dû me bûn.
Bi kurtî di nava bajêr da kontroleke pir xurt hebû.
Alên kurd yên pir mezin li ser Kela Kerkûkê hêl dibûn.
Li nava bajêr jî alên kurd pir bûn.
Li her dera em hatin sekinandin  polîs û pêşmerge bi me ra bi kurdî peyivîn, hemû kurd bûn.
Di gera nava bajêr da tenê dengê kurdî dihat guhê meriv. Li bazara tiştên kevn min erebî bihîst.
Yanî ez kanim bibêjim Kerkûka min di 28ê îlonê da dît, bajarekî bi şêniyên xwe û bi hêzên parastina xwe bajerekî kurd û Kurdistanî bû.
Lema jî gotina Westa Resûl sedîsed rast e, li hemberî êrîşeke leşkerên Îraqê bi dehhezaran kerkûkî ewê bajarê xwe biparêzin.
Ji xwe di referandûmê da jî bi sedî 87 rayên erê, îspat bû piraniya şêniyên Kerkûkê kurd in.
Yanî Kerkûk him ji alî coxrafîk û sosyolojîk ve û him jî  bi şêniyên ve bajarekî  kurdî û Kurdistanê ye û tu kes jî nikane Kerkûkê ji kurdna bigre û nasnameya Kerkûkê biguhere.



XXX
Xamenî li hemberî kurdan piştgirî daye Abadî.
Erdogan ji xwe her roj piştgiriya xwe îlan dike.
Ji xwe heger ne piştgiriya Îran û Tirkiyê be Îraq nikane van gefan li kurdan bixwe…
Bi kurtî Tirkiyê, Îranê û Îraqê îro li hemberî hêzên xwe kirine yek.
Gerek hemû partiyên her çar perçên Kurdistanê jî di demek nêz da bi beyanekê yekîtiya xwe îlan bikin û bibêjin em li pişta kurdên Başûr in.
Ji bo dijminên me hemû partiyên kurd, hemû serokên kurd yanî kî doza kurdayetiyê bike neyarê xwe dibînin.
Lema gerek kurdên her çar perçên Kurdistanê jî giraniya xwe bidin Kurdistana Başûr û Rojava. Çimkî şer îro li vir heye...
Ez bawer nakim Îraq biwêribe êrîşî kurdan bike, lê heger bike jî ew û belkî Îran jî ewê têk bikçin.
Dibê meriv zêde ji gefên Îraqê netirse...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE