26 oktober 2017

Helbet Ebadî ewê vê quretiyê bike...

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo despêkirina diyalogê û cemidandina referanduma serxwebûnê gotiye ew ”bêyî îptalkirina, netêhesbkirina encamên referandumê ew tu tiştekî din qebûl nake.”
Dihat zanîn Ebadî ewê viya bibêje. Lema jî ev beyana Ebadî ne surprîz e.
Di nivîsa xwe ya do min got, Ebadî ewê cemidandina netîceya referandûmê neyê serî, ewê betalkirinê bixwaze.
Çimkî Ebadî nuha xwe pir xurt û kurdan jî pir zeîf dibîne. Lema jî ewê gelek şert û daxwazên berê newêrîbû bigirta devê xwe, nuha bi israr ji kurdan bixwaze. Gerek kurd hay ji vê hebin û gavên yekalî navêjin.
Tawîzên yekalî, tim paşda gavavêtin pir xerab e û dijmin bêtir aşûnî û çavsor dike.
Di 25ê îlonê da ji sedî 72ê kurdan çûn ser sindoqê û îradeya xwe diyar kirin. Ji sedî 93ê beşdaran gotin em dixwazin ji Îraqê veqetin, em dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin.
Ne Barzanî, ne hukûmeta Kurdistanê û ne jî Ebadî kane netîceya referandûma 25ê îlonê biguherîne ya jî tune bike.
Dibê Hukûmeta Kurdistanê li hemberî gef û tazîqên Bexdayê serî netewîne û vê daxwaza Ebadî ya zorba ebeden qebûl neke. Qebûlkirina betalkirina referandûma 25ê îlonê şaşiyeke pir mezin e û bedelê wê jî ewê pir giran be. Dibê Hukûmeta Kurdistanê teslîmiyeteke wiha qebûl neke.

XXX
Hukûmeta Bexdayê kanalên Rûdawê û Kurdistan24ê yasax kir û biryar da dest deyne ser hemû mal, milk û cîhazên wan.
Hukûmeta Kurdistanê û xwediyên van kanalan jî li ber Ebadî digerin û dixwazin pê ra li hev werin.
Ebadî carê ketiye ser dilê me, heta me baş nekute û ji desthilanîn da nexîne ewê rehet nesekine.
Bi kêmanî nêta wî ev e, heger bikane ewê wer bike.
Dibê kurd dev ji bergerê û dana tawîzan berdin û liberxwe bidin, her daxwaza Îraqê qebûl nekin.

XXX
Do(25/10)bi serokatiya Meral Akşener partiyeke din, bi navê Îyî Partî(ÎP) li partiyên tirk yên irqçî, faşîst û antî-kurd zêde bû.
Bi qasî ez serok û avakarên ÎPê nas dikim û tiştên di medyayê li ser programa ÎPê tê gotin, tu ferqa vê partiyê jî ji MHPê û AKPê tuneye.
Ji xwe partiyeke Meral Akşener, Umît Ozdag, Yûsûf Hallaçoglu û Sînan Oganê faşîst avakarê wê bin ne mimkûn e ne partiyeke irqçî û faşîst be. Navê wê ÎP yanî ”partiya baş” be jî, ÎP bi îdeolojî û programa xwe partiyeke irqçî û antî-kurd e. Tu hêviyeke kurd ji vê partiyê bikin tuneye.
Sebebê avabûna ÎPê ne îdeolojîk û siyasî ye, şexsî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE