29 oktober 2017

Hemû hêz bi hev ra xelkê teskîn bikin û tansiyonê daxînin

Îşxala Parlamentoya Kurdistanê ji alî hin dilsozên Mesûd Barzanî ve û bûyerên li hundur û dervayî parlamentoyê qewimîn him zorbatîyeke nayê qebûlkirin û him jî ewê rewşê aloztir bike. Bûyerên wiha lîstina bi agir e, perçekirina Kurdistanê ye. Berî her kesî dibê Mesûd Barzanî li dijî bûyerên wiha derkeve, provakasyonên wiha bi tundî mahkûm bike.
Hêzên siyasî, serokên kurdan dibê rê nedin prowakasyonên wiha. Rewş pir hesas e, dijmin kanin ji bûyerên wiha sûdê bigrin û prowakasyonan bikin. Dibê Mesûd Barzanî û hemû partiyên kurd tavilê rewşê aram bikin, destûrê nedin bûyerên wiha...
Li gorî hin çavkaniyan li Zaxo meqerên Goranê û YNKê hatine şewitandin. Ev gavên pir tahlûkûne.
Dibê PDK, YNK å Goran zû rê li ber provakasyonên wiha bigrin, rê nedin neyarên kurd û Kurdistanê kurdan bera hev bidin. Heger zû midxele neyê kirin sibe bûyer kanin ji bin kontrolê derkevin û malwêraniyên mezin çê bibin.
Lema jî PDK, YNK û Goran tavilê bi hev ra xelkê teskîn bikin. Yan na sibe kane pir dereng be…
Li alî din dibê hêzên ewlekariyê miheqeq sûcdar û tahrîbkaran bigrin û bidin dadgehê. Bûyerên wiha dibê xweş neyên dîtin û sûcdar werin cezakirin.

XXX
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ew naxwaze dema serokatiya wî were dirêjkirin.
Mesûd Barzanî li ser êrîşên Îraqê, rewşa Kurdistanê û serokatiya xwe vîdeoyek belav kir.
Ji 16ê mehê û vir da ye ev cara pêşî ye Barzanî beyaneke vîdeoyî belav dike...
Barzanî di axaftina xwe da got:
"Şeva 16ê cotmehê li Kerkûkê ji pişt ve xencerek jehrî li me dan
Mesûd Barzanî îro di peyameke vîdyoyî da got ”şeva 16ê cotmehê xiyaneteke mezin li hemberî pêşmerge û gelê Kurdistanê hat kirin. Wê şevê ji pişt ve xencereke jehrî li gelê me dan.”
Barzanî got: “Eger referandûm nebûya jî ewê êrişî ser navçeyên Kurdistanê bikirana. Çimkî ferhenga Bexdayê nehatiye guhertin û bawerîya wan bi federalîzmê jî tuneye.
Mesûd Barzanî di axaftina xwe got, ”Emê mirinê hilbijêrin, lêbelê emê nehêlin kerameta me bişkînin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE