09 oktober 2017

Îşê reîs zor xuya dike

Biryara Amerîka ya rakirina vîzeya Tirkiyê kilît li devê Erdogan xist, efendî ji tirsa civîna xwe ya çapemeniyê betal kir...
Bi Xwedê heyfa mêra…
Ma reîsê û serokê vê sedsalê ewê têketa vî halî…
Hatibû gotin berî Erdogan here Ukraynayê ewê li Balafirxaneya Ataturk civîneke çapemeniyê çêke û dîtinên xwe yên li ser gelşa vîzeya bi Amerîkayê ra bibîje.
Lê Erdogan ji tirsa axaftina wî ewê Trump wek moza sor bêtir biazirîne bêyî sebebekî nîşan bide civîna xwe betal kir û çû Ukraynayê.
Ê ev îş wiha ye, gava mişk xwe di neynika dêwan da bibîne, gava rûvî bixwaze bi şêr ra qayişê bikşîne netîce husran û perîşanî ye.
Erdogan elimîye devê ereban, Amerîka ne Îraq û Sûrîye ye, meriv kane blofê ji her kesî ra bike, lê ji Amerîkayê ra nabe…
Ji bo lihevhatinê Tirkiye ewê buhayekî pir mezin bide Amerîkayê. Trump zalim e, ez bawer nakim tu carî belaş efû bike…
Min tim digot reîs bi dêla xwe dilîze, bitir bûye û pir bilind difire, dibêje belkî her kes ereb in.
Ez dibêjim reîs jahr belav kir û bela xwe dît. Di rojên pêş da emê gelek tiştên xweş bibînin…
Stûrî ji gayê sor ra namîne, ma ewê ji reîs ra bimîne…
Amerîka wiha kilîtê li devê meriv dixîne…
De tu mêr î bipeyive…

XXX
Emerîkayê li Tirkiyê serlêdanên wîzeyê da rawestandin
Vê biryara Emerîkayê Tirkiye hejand û hukûmeta AKPê jî şoq kir.
Ev biryara Emerîkayê nîşana konfilîkte mezin e.
Wer xuya dike di rojên pêş da Emerîka û Tirkiyê ewê baş bi hev kevin.
Lê heger Emerîka bi rastî jî li Tirkiyê were xezebê ez dibêjim Erdogan heb xwar, tam li bela xwe rast hat.
Li gorî medyayya tirk dinivîse Tirkiyê jî eynî bersîv daye Emerîkayê. Yanî Tirkiyê jî wîzeyên emerîkiyan rawestandiye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE