17 oktober 2017

Ji ber Îraqê Kerkûk îşxal kir tirk ji kêfan difirin



Tirk ji ber têkçûna kurdan ya li Kurdistana Başûr û îşxala Kerkûkê ji kêfan difirin.
Bi têkçûna me ew li zirarê bin jî dîsa kêfxweş dibin. Çimkî derdê wan mirina me ye, mirina me wan jî bi me ra têxe gorrê dîsa jî pê razî ne.
Kurdê herî kêmaqil jî nuha vê rastiyê dibîne.
Lê ev roj jî ewê derbas bin.
Ev trajediya dawî ji bo hemû kurdan bû tecrûbeyeke mezin.

XXX
Firotina Kerkûkê bêguman di tarîxa kurdan da îxaneteke bêemsal e. Ev îxaneta dûrî aqilan wek xencereke jahrîn li pişta kerkûkiyan û miletê kurd ket.
Tu gotin têrê nake ez êşa dilê xwe tarîf bikim.
Min di jiyana xwe da tu carî hewqasî ji kurdayetiya xwe şerm nekiriye...
Di nava miletekî da çawa kane hewqas xayin derkevin ez bi xwe matmayî dimînim.
Helbet dibê em bêhîvî nebin, ev rojên tarî jî ewê derbas bin û gelê kurd ewê vê îxanetê jî pûç bike.
Bêguman derba di 16ê mehê da me li Kekûkê xwar pir mezin û pir giran e, lê dîsa jî dibê bêhêvî û qudûmşikestî nebin û baweriya xwe ya bi serketinê wenda nekin.
Lê êdî tiştek pir vekirî ye, dibê kurd xwe ji van partî û serokên îro xelas bikin, van partî û serokan kurd jî bi xwe ra rezîl û perîşan kirin.
Bi van partî û serokan serketin ne mimkûn e, her tim kanin ked û qezenca salan bifroşin neyaran.
Dera, bajarê, herêma hatiye firotin ne Kerkûk tenê ye, wa ye Şengal jî hatiye firotin. Di xebera da tê gotin Heşda Şabî ketiye nava Şengalê jî.
Baş e ev çi mesele ye, kê rê da Heşda Şabî têkeve nava Şengalê?
XXX




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE