23 oktober 2017

Ji nuha û pê da daxwaza we ya ji Îraqê gerek serxwebûn be

Dibê ji nuha û pê da daxwaza we ji Îraqê ne hevdîtinên di çarçeweya destûrê da, serxwebûn be, di 25ê îlonê da gel ev wezîfe da we...
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşên Îraqê û Îşxala Kerkûkê û hin herêmên din da gotiye:
“Em dixwazin gelşên xwe yên bi Îraqê ra di çarçoveya destûrê da çareser bikin. Ji bo vê yekê em dixwazin heyetekê bişînin Bexdayê. Em amadene rûpeleke nuh vekin. Em li benda bersîva Bexdayê ne. Lema jî çûna heyeta Kurdistanê hîn ne diyar e.”
Ê heger we yê gelşên xwe yên bi Îraqê ra di çarçeweya destûrê da çareser bikira çima we referandûm çê kir û raya gel pirsî?
Ezbenî heger hûn amadebûn gelşên xwe yên bi Bexdayê ra di çarçeweya Destûra Îraqê da hel bikin, çima we pêşniyara Amerîkayê û Îraqê qebûl nekir?
Ma we referandûma 25ê îlonî ji bîr kir?
Ebadî ji destpêkê da digot were em di çarçeweya destûrê da bipeyivin.
Destûra Îraqê tu carî Kurdistaneke serbiwe qebûl nake. Destûr qebûl nake Îraq perçe bibe.
Ji xwe Ebadî jî dibêje ji bo ku em li Kurdistnê qanûnan û destûrê bicî bikin me êrîş kir û Kerkûk, Xurmatû û Xaneqîn dagir kir…
Piştî vê saetê qala qebûlkirina Destûra Îraqê nekin.
Di referandûma 25ê îlonê da we raya gel pirsî, we got hûn serxwebûnê dixwazin ya na?
Gel jî got em serxwebûnê dixwizin.
De îcar em amadene di çarçeweya destûrê da dest bi gelşên xwe çareser bikin çi ye?
Gerek ji nuha û pê da hedefa we, daxwaza we ji dinyayê ûji Îraqê veqetandin, serxwebûn be, xelaskirina erdên hatiye dagirkirin be...
Berî referandûmê we digot derket ortê em nikanin bi hev ra bijîn, çimkî Îraq wekheviyê qebûl nake. Lema jî ya baştir em bibin du cîranên baş.
Ma we ev gotin ji bîr kir, ma we dev ji daxwazê serxwebûnê berda?

XXX
Zalmay Halilzad di twîtteke xwe da gotiye, ”Îro di nabêna hêzên pêşmerge û delagasyona Îraqê da hevdîtin çê bû. Ji çaran sisêyê(4/3)delagasyona Îraqê zilamên Îranê bûn ya jî kesên di bin emrê Îranê da bûn.”
Rast e, kurd ne bi Îraqê tenê ra, bi Îranê ra jî di şer da ne. Amerîka viya zane, lê Xerbê ev yek hîn baş fam nekiriye.
Bi taybetî medyaya Xerbê hîn balê nakşîne ser vî şerê Îran li Îraqê li hemberî kurdan dimeşîne.
Bi kurtî meriv kane bibêje îro li Başûrê Kurdistanê kurd li hemberî 3 dewletan, Îraq, Îranê şer dikin û Tirkiye jî îstepneya Îranê û Îraqê ye, ew jî her alîkarê dide Îraqê...
Today there was a security meeting between the Kurdish Peshmerga and an Iraqi delegation.
However, in fact the Iraqi delegation consisted of 3/4 of representatives of Iran or Iranian-controlled forces.



1 kommentar:

  1. xalo binere Peshmerge ci aniye sere ereban
    http://www.kurdistan24.net/ku/news/c42eec4d-4b7b-42cb-adde-a91f88669faa

    SvaraRadera

PARVE BIKE