12 oktober 2017

Li mala Hesenê Metê ...


Do cara pêşî ez bûm mîvanê hecî Hesenê Metê.
Heta nuha nebûbû qismet ez rojekê bibim mîvanê wî û wê hêlîna wî ya bûye şahidê gelek şevbêrkên xweş bibînim.
Piştî bîranîna 10 saliya wefta Mehmet Uzun, camêr ez û Elî Coşar vexwendin mal û xwarineke em tiliyên xwe pê ra bixwin da me.
Helbet mîvaniya Hesenê Metê bê vexwarin nabe.
Berê tiştekî ne wî zanîbû çi ye û ne jî min û Elî tê derxist çi ye. Vexwarineke wek Jagermeister bû.
Bêxwediyê xweş bû.
Me bi wê det pê kir…
Dû ra me bi Whiskyê dom kir.
Ji ber Elî şofêr bû, meriv kane bibêje wî tenê bîn kir.
Mixabin şofêr tim li zirarê ne.
Hecî Hesenê Metê hevalekî baş e, nerm e, henûn e, mervan e, zarşîrîn û cirxweş e.
Lê kêmasiyeke wî heye, cixarê dikşîne.
Û carnan cixarê bi hevalê xwe yê cixarenekêş jî şîrîn dike…
Ev 3 sal lin min dev ji cixarê berdaye.
Rast derew dibêjin cixare umrê meriv kin dike.
Ez jî ji jiyanê hez dikim û naxwazim zû bimrim, lema jî di dawiya umrê xwe da min dev ji cixarê berda…
Ji bo çend salên din jî bijîm û di vê nabênê da belkî dîtina Kurdistana serbixwe jî bibe nesîbê min.
Lê do bi şev li mala Hesenê Metê min rociya xwe xwar û bi soza ezê careke din dest bi cixarê nekim û ji xanima xwe ra jî nebêjim min li mala Hesenê Metê cixare kişandiye, min dilê xwe li cixareyekê rehet kir.
Erê bi dev ji tim ji min ra digot Zinar gerek tu careke din dest bi cixarê neke, lê di eynî wextê da jî çend pakêtên cixareyên rengrengî li ber min dikir bênder…
Him digot dîsa nebe cixarekêş û him jî pakêtên cixaran li ber min kom dikir, fena tu mirîşkê deynî ber rûvî…
Belkî jî îradeya min diceriband…
Lê bi Xwedê min bêyî yek cixrê nekişand û ez soz didim we ezê nekşînim jî…
Çimkî ez dixwazim zû nemrim…
Bi baweriya min hebûna min, zindî mayina min ji kurdan ra baştir e.
Ma ez zû bimrim ewê çi feyde bigihîje kurdan?



2 kommentarer:

  1. Heta Kurdistana serbixwe nebînî ji te re mirin heram e Apê Zinar, ecele meke.

    SvaraRadera
  2. Siheta te xweş Apê Zinar, pêşî te cixare li ber dilê me şêrîn kir paşê reş kir. Bi ya min jî cixare ne baş e, dûr bi nûr.

    SvaraRadera

PARVE BIKE