09 oktober 2017

Mam Celal bi mirina xwe jî feydeyeke mezin gîhand gelê xwe

Do (9/10)li Stockholmê li herêma Marstayê şîna Mam Celal bû. Ji her derên Swêd bi hezaran kurd hatin şînê, hurmet û wefadariya xwe, hezkirina xwe, wezîfeya xwe ya dawî îfa kirin û xatirê xwe ji Mamê kurdan xwestin.
Mam Celal di saxiya xwe da çawa kurdên ji gelek fikir û baweriyên cihê anîn ba hev û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan ava kir, bi wefata xwe jî hemû hêzên kurd, kurdên ne li hev, kurdên silav nedidan hev jî anîn ba hev û yekîtiya nabêna kurdan li gorî do gelkî xurttir û qewîtir kir.
Dibê ez li vir spasî hevalên PDKê jî bikim. Wan jî him li Kurdistanê û him jî li Swêd wek mezin û serokekî xwe li Mam Celal xwedî derketin û wek hevalên YNKê di her sefha şîna wî da beşdar bûn û xizmet kirin.
Ez wek kurdekî bi bi vê hereket û şêla hevalên PDKê pir kêfxweş bûm. Rewşa em tê da û gelê me yekîtîyê û tevgerên wiha netewî ji me dixwazin.
Mamê hêja,pêşmergeyê bi nav û nîşan gorra te behişt be, tu yê tim ûtim di dilê me da bijî.

XXX
Heta Kurdistana serbixwe çê nebe û kurd nebin xwedî dewlet Tirkiye û Îran ewê tim bi Amarîkayê(DYA) û bi Yekîtiya Ewrûpayê bilîzin.
Garantiya îstîkrara herêmê girêdayî serxwebûna kurda ye. Dibê DYA tercîha xwe bike.

XXX
Hukûmeta Îraqê li hemberî Kurdistanê hin biryarên nuh girtin.
Ji van biryaran yek jê girtina şebekeyên GSMê ye. Yanî girtina torên telefonan e.
Û herdu biryarên din jî li ser herêmên nakok(bi manaqaşe) û mamûrên di referandûmê da ray dane.
Bi biryarên wiha Bexda kurdan mecbûr dike serxwebûnê zû îlan bikin. Ebadî bi van biryarên êrîşkar hemû riyên diyalogê digre.
Ev jî dibe sebebê kurd serxwebûna xwe zûtir îlan bikin.
Çimkî diyalog bi daxwaza aliyekî tenê nabe, dibê herdu alî jî diyalogê bixwazin.
Lê bi qasî xuya dike Bexda ji diyalogê bêtir, rêya zorê û şer daye ber xwe…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE