21 oktober 2017

Me îro dîsa li Stockholmê got ”solîdarîtet, solîdarîtet" !

Me îro dîsa li Stockholmê got ”solîdarîtet, solîdarîtet”, ji kurdan ra azadî û bijî Kurdistan !
Îro li Stockholmê bi hezaran kurd di rêya konsulxaneya Emarîkayê da bûn.
Em hemû bi hev ra diqîriyan:
-Solîdarîte, solîdarîtet !
-Bijî Kurdistan !
-Ebadî Qatil e !
Û em gelek sloganên din diqîriyan….
Tam ev 37 sal in em kurdên Stockholmê di vê rêyê ra diherin û tên. Kevirê, bihosta axa di vê rêya 5-6 km. dirêj da kurdan pê lê nekiribe tuneye.
Geh em Tirkiyê protesto dikin, geh Amerîkayê û geh jî Îraqê û Îranê.
Ne ev dewlet bi protestoyên me tên rê û mafên me didin û ne jî em diwestin.
Lê îro meşa me ne ji bo protestoya Amerîkayê bû.
Îro me ji Amerîkayê alîkarî xwest, me got Îraq û Îran û Tirkiye me dikujin, werin hawara me, nehêlin van zaliman me bikujin, welatê me wêran bikin.
Me nameyek da konsulê Amerîkayê.
Dewlet bêûjdan in, li kara xwe dinêrin, heta neyê hesabê wan xwe kerr û lal dikin.
Gelo Amerîka ewê guh bide hawara kurdan ya na ez nizanim. Ev hinekî girêdayî micadela me ye, dibê em Amerîkayê jî û dinyayê jî mecbûr bikin. Wekî din tu rê tuneye. Çara liberxwedan e...
Min digot belkî kurdên başûr êdî xelas bûna, êdî gihîştina azadiya xwe, barê me sivik bûye û emê ji bo wan hew têkevin rêyan, di cadeya Stranvagenê da hew bikin qîrîn û hawar.
Lê wer xuya dike tarîxê tekerur kir, em dîsa vegeriyan serî.
Wer xuya dike emê hîn gelek carên din jî di cadeya Stranvagenê da ji bo azadiya kurdên başûr biqîrin û Îraqê û Ebadî protesto bikin.
Yanî em dîsa vegeriyan salên 1980 û 1990î.
Berê me digot ”bimre Seddam”, “Seddam qatil e, faşîst e”, nuha em dibêjin ”bimre Ebadî”, “Ebadî qatil û faşsîst” !
Tiştê guherî ye tenê şexs in, dîktatorek, faşîstek dihere, dîktator û faşîstekî din tê.
Ne dîktaor û faşîst diqedin û ne jî kurdên Stockholmê diwestin…
Ev rewş ewê heta kînga dom bike bawer bikin ez jî nizanim.
Tiştê ez pê zanim emê hîn gelek salên din jî li kuçe û kolanên Stockholmê, li Strandvagenê bibêjin “ji kurdan ra azadî” û solîdarîtet, solîdarîtet…”

XXX
Nuha li Ewrûpayê gerek em pir aktîf bin û dîplomasiyeke xurt bimeşînin.
Di medyaya sosyal da û ya din da dibê kurd rewşa Kurdistana Başûr aktuel bikin, gelên ewrûpî ji êrîşên Îraqê û Îranê agahdar bikin.
Gelê başûr û pêşmerge îro ji her demê bêtir motajî piştgiriya me ye. Ji destê kê çi tê dibê texsîr neke. Bi taybetî jî di medyayê da gerek kurd tim bîrûraya Ewrûpayê ji rewşê agahdar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE