20 oktober 2017

Nuha ne wexta rexnekirina Barzanî ye



Îbrahîm Xelîl Baran gotiye, ”ev şer, şerekî di nabêna Îranê û Kurdistanê da ye. Heger em têk biçin ne em tenê, Suûdî, Îsraîl, Amerîka û Xerb jî têk diçe…”
Ev tespîteke rast e, li hemberî kurdan biserketina Îraqê di esasê xwe da biserketina Îranê ye.
Tirkiye di vî şerî da di bin fermandariya Îranê da ye.
Hêza nuha li li Kurdistana Başûr hemberî kurdan şer dike ne Îraq tenê ye, Îrane jî.
Îran him bi pasdarên xwe, him bi çekên xwe û him jî bi alîkariya xwe ya lojîstîk ya bi Îraqê ra şerê kurdan dike.
Helbet Îran vê alîkariyê belaş bi Îraqê ra nake.
Heşda Şabî wa ye ji nuha da li Kerkûkê rismên Xumeynî bi darda dike. Îranê li ku derê alîkariya kê kiribe rêbertiya Xumeynî, şîîtîyê û îdeolojiya îslamîst li ser wan ferz dike.
Ev, li Lubnanê wiha ye, li Yêmenê wiha ye.
Ev rastiyek e
Hin analîst dibêjin efendim Amerîka dixwaze bi Abadî li Îraqê hêza Îranê kêm bike. Lema jî Amerîka dixwaze Heyder Ebadî di hilbijartinên sala bê da qezenc bike.
Ez bi xwe vê teoriyê pir vala û şaş dibînim.
Heger Amerîka bi rastî wiha difikire hesabekî pir şaş û pûç dike. Abadî tu carî ji bin emrê Îranê dernakeve û nabe merivê Amerîkayê.
Ka Ebadî bi çi yê xwe, bi kîjan siyaseta xwe li dijî Îranê ye?
Ez bi xwe tu ferqê di nabêna Malikî û Ebadî da nabînim, her du jî zilamên Îranê ne û tu carî bêemriya Îranê nakin.
Ebadî bi pasdarên Îranê, bi generalên Îranê, bi piştgirî û planên Îranê êrîşî kurdan dike.
De îcar Ebadî bi çi yê xwe li dijî Îranê ye û bi çi yê xwe ji Malikî ya jî ji Elawî baştir e?
Hemû jî eynî faşst in.

Em werin ser şaşiyên Mesûd Barzanî û hêzên pê ra

Bi baweriya min nuha ne wexta rêzkirina kêmasiyên berpirsiyaran e, wexta liberxwedanê ye

Nuha dibê meriv dev ji rêzkirina şaşiyên Barzanî û hêzên pê ra berde. Bêguman dibê meriv viya minaqaşe bike, sûcê kê di vê rewşê da çi ye dibê derkeve ortê.
Lê ne nuha.
Nuha dibê em li hemberî êrîşa neyarên xwe hêzên xwe bikin yek û welatê xwe, destkeftiyên xwe biparêzin.
Teslîmîyet, rev malwêranî ye.
Ya herî baş liberxwedan e, tenê liberxwedan kane raya Amerîkayê û dinyayê biguhere û mudaxeleyî şer bikin.
Lema jî dibê em nuha ji rexnekirina Mesûd Barzanî û rêzkirina şaşiyên wî bêtir, wext û hêza xwe bidin parastinê û piştgiriyê û moral bidin hêzên pêşmerge.
Wexta hesabê bi Mesûd Barzanî ra ne mijara nuha ye, ya rojên pêş e, nuha em di şer da ne. Musebîbê vê rewşê kî be jî ya muhîm di vî şerî da em têk neçin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE