10 oktober 2017

Reîs ji tirsa dawiya umrê xwe bêxew dimîne

Ji tirsa xew nakeve çavên reîsê mezin û serokê serokan, lema jî li Kîevê di civîna çapemeniyê da dema Preşenko dipeyivî ji xwe ra têr raketû bi îhtîmaleke mezin çend xewnên fahş jî dîtin...
Şerê Tirkiyê û Amerîkayê di rojên pêş da ewê gurrtir bibe.
Lê di netîceyê da Erdogan ewê li zirarê derkeve.
Çimkî destê Erdogan vala ye, tu tiştekî pê Amerîkayê têxe zorê tuneye.
Her tiştê li ser têkiliya Amerîkayê û Gulen û teşebusa darbeyê dibêje demagojî û vir in.
Lê di destê Amerîkayê da li hemberî Erdogan û îktîdara wî gelek belgeyên cidî hene, ev belge û dosye kanin wî û gelekên din têxe qulikê û derxe ber dadgehên navnetewî.
Heta bigihêje navê Emîne xanimê jî ketiye dosya Zeraf û Halk Bankasi.
Erdogan ji belavkirina van belgeyan ditirse. Lema jî li pey hev emerîkiyan rehîn digre. Dixwaze bi van rehînan bi Amerîkayê ra bazarê bike.
Lê ev plana wî ya bazarkirinê rewşa wî xerabtir dike, Amerîka ewê bêtir lê were xezebê.
Erdogan nuha ketiye bahrê û ji bo xwe xelasbike destê xwe davêje ji kevzê da, lê kevz ewê wî xelas neke...
Bi kurtî halê wî ne tu hal e, Xwedê kesî nexe halê wî, nuha ji tirsa xew nakeve çava.
Rebeno ji tirsa hewqasî bêxew dimîne li Kîevê di civîna çapemeniyê da gava Petro Prenşenko dipeyivî bû pixîna wî raket, bawîşk li ser bawîşakan dianî, ji bêxewiyê çavên wî venedibû...
Yanî soz didim we halê wî ji halê helawçiyan jî xerabtir e...
Lê dereke pê da bireve jî tuneye...
Halê zilamên wî, şelafên dora wî jî pir xerab e, ew jî ketine panîkê. Ew jî dibînin ev rê ne tu rê ye û taliya wan ewê pir trajîk be...

XXX
Reîsê mezin her cara devê xwe vedike ji xwe ra xerab dike, dijminan li xwe zêde dike, xwe dike pêkenînê dinyayê û tabî di eynî wextê da malikê jî li Tirkiyê diviritîne, Tirkiyê baş bat dike.
Hêvî dikim reîs hinekî din li ser hukim bimîne. Hebûna serokekî wek reîs ji bo kurdan mîllî piyango ye, loto ye.
Heger kurd di siyasetê da jîr bin û baş bixebitin li hemberî dijminekî wek reîsê mezin karê wan pir rehet e, ew çi bibêjin kesê bibêje hûn neheq in tuneye.
Çimkî her tişt li bejn û bala reîs tê...
Dijminê me dîktatorekî pir cahil û irqçîyekî şerûd û har e.
Ne hedê xwe zane û ne jî hêza xwe.
Ev jî ji bo helbet avantaj e.
Sîkleta wî 50 kg. e, bi kesê sîkleta wî 120 kg derdikeve rîngê.
Tabî hertim jî perîşan dibe...
Lê ne li ber xwe dikve û ne jî ji şaşî û têkçûnên xwe desrs û îbretê digre.
Çimkî ew aqil pê ra tuneye.
Problema reîs ya herî mezin bi devê xwe nikane, çi tê ber dêv dibêje û dû ra jî nikane ji bin ra be.
Û kesê biwêribe jê ra bibêje devê xwe bigre, te malik li xwe jî û li Titkiyê jî viritand tuneye.
Axir bi devbelaşiya xwe, bi zimandirêjiya gorra xwe dikole...
Hindik ma, emê rojên xweş bibînin...

XXX
Erdogan gotiye, ”Tirkiye welatekî huqûqnas e. Em ne dewleteke qebîleyê(eşîra) ne.”
Min nizanîbû Tirkiye ne dewleteke eşîra ye.
Nuh fêr bûm.
Lê bi înkarê nabe. Rewşa Tirkiyê nuha ji ya qebîleyeke Afrîkayê ya bejî jî xerabtir e.
Tirkiye dişibe keştiyeke bêpûsile, di orta Okyanûsê da li dora xwe viz dibe.
Reîs Tirkiyê pir baş îdare dike, hêvî dikim saleke din jî li ser hukim be û tiştek neyê serî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE