20 oktober 2017

Roj roja yekîtiyê û liberxwedanê ye

Ez hîn jî hêvî dikim li başûr şerê nava kurdan dest pê neke û pêşmerge tivingên xwe nekin sînga hev.
Lê tiştê xuya dike Îran û Îraq hin kurdan di şer da didin pêş û dixwazin şerekî nabêna pêşmergeyên PDKê û YNKê û di nava pêşmergeyên YNKê xwe bi xwe da derxin.
Kesên bi Îran û Îraqê ra hevkariyê dikin êdî xwe venaşêrin û vekirî hereket dikin.
Rewşa nuha pir aloz û tevlihev e. Kesên bi Îraqê û Îranê ra hereket dikin di nava YNKê da çiqasî xurt in, hêza wan ya leşkerî çi ye ez nizanim.
Hêvî dikim zêde ne xurt bin û hevalên YNKê yên wek Kosret Resûl û yên din kanibin yektîya kurdan çêkin û rê li ber şerekî navxwe bigrin.
Di vê felaketa dawî da tiştekî din jî baş eşkere bû, ew jî hevaltiya Îranê jî û ya Tirkiyê jî şaşiyeke mezin û malwêranî ye...
Kurdan heta nuha digotinew bi alîkariya dijminekî li hemberî dijminekî din şer dikin, wer digotin
Lê bi referandûma 25ê îlonê ra derket ortê ev siyaseteke şaş û pir tahlûke ye, kurd bi vê siyasetê gorra xwe dikolin.
Keda wan ya salan, dibe keda bersîs û bi avê da dihere.
Ji dêlî alîkariya ji dijmin tê girtin dibê kurd rêyeke din bibînin, ev rê ne tu rê ye, bi xwe ra felaketê tîne.
Îspata wê referandûm û îşxala Kerkûkê ye...

XXX
Em ji berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre fêr dibin êrîşa ser Kerkûkê bi plangeriya Îranê, Tirkiyê, Îraqê û bi destega Seîd Ehmed Pîre û hin endamên YNKê yên din ketiye praktîkê.
Li gorî agahiyên Pîre, komîteyek ji alî Îranê, Îraqê û Tirkiyê ve hatiye çêkirin û vê komîteyê seneryoya îşxala Kerkûkê nivîsîye û bi alîkariya hin endamên YNKê xistine praktîkê.
Haya Kosret Resûl û Mesûd Barzanî ji vê plana xayinane tunebûye. Lema jî di cepheya Kosret Resûl da li dora 60 pêşmergeyên YNKê şehîd ketin û 70 kes jî birîndar bûn.
Û ev Sedî Ehmed Pîreyê bûye şirîkê vê qeleşiya bi haval û gelê xwe ra bêyîşerm hîn jî vê hevkariya bi dijmin ra rast dibîne û diparêze, dibêje bi vî hawî me rê li ber zirareke mezintir girt.
Pîre dibêje çimkî Tirkiyê, Îranê û Îraqê biryara êrîşê girtibûn û me çi bikira jî ewê êrîş bikirana .



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE