19 oktober 2017

Şêr û şepalên kurd Kerkûk ji Heşdî Şabî paqij kirin

Di şer da em gelek caran têk çûne, ev rast e.
Lê em tu carî teslîm nebûne !
Em tu carî bêhêvî nebûne.
Û me tu carî baweriya xwe ya dîtina Kurdistaneke serbixwe neşikandiye.
A ji ber vê baweriya me ya bi qasî Çiyayê Agirî mezin e em li hemberî 4 dewletên zebelih û hov şer dikin.
Em tu carî teslîm nebûne û emê nebin jî.
Tarîx jî û hemû dost û dijminên me jî şahêdê vê rastiyê ne...
Yên bawer dikin bi îşxala Kerkûkê û bi hin îxanetan kurd ewê dev ji Kerkûkê berdin ji xwe ra xewnan dibînin.
Kurdan heta nuha gelek caran bi liberxwedana xwe neyarên xwe şaş û matmayî hîştine.
Îcar jî ewê eynî tiştî bikin...
Qet meraq nekin, li başûr jî û li rojava jî emê careke din jî hemû dijminên xwe û xulamên wan matmayî bihêlin...

XXX


Kerkûk bi şêr û pilingên xwe ve rabûye ser piyan û li her kolanê ala kurd li ba dikin.
Kurd miletekî qehreman e, tu carî teslîm nabe.
Di rojên pêş da dost jî û dijmin jî ewê vê rastiyê bibîne.
Emê bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Kurdistan ewê çê bibe.
Dost jî û dijmin jî ewê viya bibîne.
Tu qeleşî û îxanet nikane rê li ber çêbûna Kurdistana serbixwe bigre.
Dost jî û dijmin jî ewê viya bibîne...
Bijî azadî !
Bijî serxwebûn !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE