31 oktober 2017

Şîreta nivîskarek li edebiyata kurdî zêde kir

Muhsîn Ozdemîr gotiye, di sala 1999a da di pêşbirka rojnameya Gundemê da Mehmet Aydin(Mihemed Ronahî) di nava 400 kesî da dibe yekem. Wê demê hîn xortekî 19 salî ye.
Xelata wî profesorek didê.
Piştî belavkirina xelatan şairekî tirk diçe ba Mehmet Aydin û gotineke ewê jiyana wî serobinî bike û gelek bela bîne serê wî jê ra dibêje.
Şairê tirk ji Mehmet Aydin, ji şairê 19 salî ra dibêje:
”Ev şiîra te bi tirkî ye, lê belê ruhê wê bi kurdî ye. Ev jî heqareteke li tirkî ye.”
Şairê tirk dû ra jî vê nesîheta jêr li Mehmet Aydin dike:
”Bi zimanekî hurmeta te jê ra tuneye nenivîse !”
Ev gotin, ev şîerta(nesîheta) şairê tirk tesîreke mezin li Mihmet Aydinê 19 salî dike…
Piştî wê rojê Mehmet Aydin xatir ji navê Mehmet Aydin dixwaze û dibe Mihemed Ronahî û dest bi nivîsandina kurdî dike.
Bi vê şîeretê meriv kane bibêje nivîskarek li edebiyata kurdî zêde bû. Ne ev şîret bûya belkî jî Mihmet Aydin nebûya Mihemed Ronahî.
Muhsîn Ozdemir navê şairê tirk negotiye, xwezî gotibûya.
Lê ez gelkî spasdarê wî şairê tirk im ji bo ku wî ev şîreta tarîxî li Mehmet Aydin kir û ew ji me ra kir Mihemed Ronahî.
Ez li wê şiîrê geriyam min nedît.
Min ji Mihemed Ronahî jî xwest heta nuha ji min ra neşand. Diyar e wî jî nedîtiye.
Heger bi destê min keta minê minê li vir biweşanda, ji bo ku we jî ew şiîra bû sebebê guhertina jiyana Mihemed û nivîsîna vê nivîsê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE