18 oktober 2017

Tirk bi mirina me pir şa dibin

Min do jî nivîsî, medyaya tirk, hukûmeta AKPê, partiyên tirk, medyaya sosyal ya tirk bi îşxala Kerkûkê û bi wendakirina kurdan pir kêfxweş û dilşa ne, ji kêfan difrin, hemû bi serketina Heşda Şabî ya Ayetulahan memnûn in.
Di manşetên rojnameyan da meriv vê kêfxweşiya tirkan baş dibîne.
Tu dibêjî belkî Kerkûk ne ji alî Heşda Şabîyên qatil ve, ji alî mehmetcikên tirk ve hatiye îşxalkirin û li Kerkûkê ne alên Îraqê, alên tirk li ba dibin.
Tu dibêjî belkî ne yekî ereb, tirkek bûye waliyê Kerkûkê.
Û dibêjî belkî Kerkûk neketiye bin kontrola Îran û Îraqê, bûye bajarekî Tirkiyê. Çimkî ji bo Tirkiyê, hukûmeta AKPê, partiyên tirk, medyaya tirk û heta civata tirk jî ya muhîm kurd wenda bikin.
Bira kurd wenda bikin, kî qezenc dike bira bike, yê qezenc dike HeşdaŞabî ye, Îran e ji bo wan ne muhîm e.
Heta nuha Heşda Şabî keriyê çete û qatilan bûn, neyarên tirkmenan bûn, lê nuha ji ber ku kurdan dikujin li ber çavê tirkan û di medyaya tirk da bûne qehreman.
Efendim Kerkûk ket, ê lawo ket ket çi ji we ra, çi kurk li we bû…
Dema Kerkûk di destê kurdan da bû digotin Kerkûk ”wetenenekî tirkmen” e.
Lê piştî ket destê qatilên Heşda Şabî kes qala ”wetenê tirkmenan” nake.
Çimkî derdê wan ne tirkmen, kurd bûn, dixwestin Kerkûk ji destê kurdan derkeve.
Lema jî tirk îro bi qasî Ebadî û qatilên Heşda Şabî kêfxweş in…

XXX
Ebadî gotiye, ”referandûm nema, nuha em ji diyalogê ra hazir in.”
Ebadî û dewletên dijmin xeyalan dibînin, bi îşxala Kerkûkê ra netîceya referandûmê yanî îradeye gelê Kerkûkê ji ortê ranebûye, tenê li kurdan zulm û zorbatiyeke namerdane hatiye kirin.
Ne Ebadî û ne jî hêzeke din nikane netîceyên referandûma 25ê îlonê înkar ya jî tune bike.
Netîceyên referandûma 25ê îlonê belgeyeke tarîxî, huqûqî û qanûnî ye, îspat û delîlê miletê kurd serxwebûnê dixwaze û Kerkûk jî bajarekî Kurdistanê ye.


2017-10-17

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE