26 oktober 2017

Wey çavê we ronî be, wa ye Îran li we hat rahmê !



Ji ber ku Îranê piştî deriyê Başmaxê îro jî deriyê sînor yê Perwîzxanê jî vekiriye Rûdaw û kurdên me pir kêfxweş bûne.
Fena ku Îranê çêyîyeke pir mezin bi me kiribe.
Yê biqehere ne Îran dibê em bin.
Çimkî ne me, Îranê bi dijminê me ra welatê me dagir kir û însanên me kuştin û mal û milkên me wêran kirin.
Ma Îranê ji bo çi ji me bixeyide û deriyan li ser me bigre?
Mêrikan tiştê dixwestin hemû bi dest xistin, bajar û herêmên dixwestin îşxal kirin.
Bi çeteyên xwe yên Heşdî Şabî bi sedan pêşmerge û xelkê siwîî kuştin.
Yanî di warê siyasî û leşkerî da Îranê çi dixwest ew bi dest xist.
Nuha jî dora tîcretê ye.
Fena ku qet tiştek nebûbe nuha jî helbet ewê bixwazin firingî, xiyar û zebeşan bifroşin me û pera qezinc bikin.
Ji viya çêtir çi heye?
Ma qey Îran dîn e deriyên xwe heta û heta girtî bihêlin?
Piştî gihîştin mûrad û mexseda xwe bêguman ewê deriyan vekin û dest bi tîcareta xwe bikin…
Û emê jî fena ku qet tiştek nebûbe, fena ku Îranê li hemberî me tu sûc û cirm nekiribe bi vekirina deriyan kêfxweş bibin…
Bindestî, bêdewletî wiha ye. Meriv tim motajî kesên xwedî dewlet


XXX


Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu, di civîna çapemeniyê ya bi wezîrê karên derve yê Kosowayê Behcet Pacollî ra li ser Kurdistana Başûr jî zimandirêjî kiriye û aqil daye kurdan.
Lê esas wek xayinekî qewmê xwe, neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan daye.
Çavuşoglu, li ser biryara Kurdistana Federe ya cemidandina netîceya referandûmê û serxwebûnê gotiye, ”Biryaya Bakurê Îraqê ya cimidandinê gaveke muhîm e, lê belê têrê nake. Ji îdareya herêmî ra pêşniyara me daxwazên Îraqê bi cî bîne. Dibê deriyên sînor di bin kontrola Bexdadê da be. Piştî ev hat kirin gava hewce be em kanin derîyekî nuh jî vekin.”
Çavuşoglu ne li dijî referandûm û serxwebûna arnawitan bû, lê ji Bexdayê bêtir li dijî serxwebûna kurda ye.
Arnawitên Kosowayê jî wek kurdan di netîceya referandûmê serxwebûna xwe îlan kirin û bûn dewlet.
Çavuşoglu di civînê da gotiye Tirkiyê ji her kesî bêtir piştgirî da serxwebûna Kosowayê.
Rast e, Tirkiyê ji her kesî bêtir piştgirî da referandûm û serxwebûna Kosowayê. L
Lê eynî Tirkiye ji her kesî bêtir li dijî referandûm û serxwebûna kurdên başûr e.
Çimkî ew kurd in.
Êdî her kurdî dît û fêm kir, Tirkiye li vê dinyayê tenê neyarê kurda ye, bêyî kurdan piştgiriyê dide albanan jî û her miletekî din jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE