18 november 2017

Amerîka û Ewrûpa hût in lê wek rûviyan hereket dikin

Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e û ne xwedî hêz e, lê Erogan dîsa jî serkutiyê li Amerîkayê dike, dîsa jî her roj gotin û heqaretên nemayî li Amerîkayê dike.
Û Amerîka jî newêre dengê xwe bike.
Erdogan roja belaxwe di Amerîkayê nede, roja Amerîkayê bi hevalbendiya Daîşê û terorîstan sûcdar neke tuneye.
Û Amerîka jî ji tirsan xwe kerr û lal dike, ya jî bi çend gotinên girover dibêje em Tirkiyê fêm dikin...
Li dinyayê îro tu serokê dewletekê bi qasî Erdogan ne bi sabiqe ye, lê mêrik dîsa jî bêperwa hereket dike, dîsa jî bela xwe di her kesî dide...
Yanî mêrik qet natirse û filisekî xwe jî di kesî nade...
Her kes zane Daîş girêdayî artêşa Tirkiyê ye, di vî warî da di destê Amerîkayê da bi hezaran belge hene.
Lê Erdogan dîsa jî ji Amerîkayê ra dibêje te Daîş çêkiriye.
Heger kes zane Tirkiyê bi tonan sîleh û cebilxane dan Daîşê, hemû çeteyên Daîşê li Tirkiyê bîna xwe vedididan, li Tirkiyê derman dibûn, malbatên wan li Tirkiyê bûn.
Her kes zane Erdogan şerê Sûriyê derxist, heger ne Tirkiye bûya li Sûriyê şer çênedibû.
Lê Erdogan dîsa jî ji Amerîkayê ra dibêje we Sûriye kir gola xwînê, we Daîş bera pêxîla xelkê da.
Yanî mêrik bi vê zeîfiya xwe vî hukmî dike, meydayê ji Amerîkayê ra dixwîne, heger bi qasî Amerîkayê xurt bûya ewê nehîşta Amerîka yek rojê jî li herêmê bima.
Amerîka, ewrûpî xurt in lê belê zêde pûlperest in, ji bo wan pere di ser her tiştî ra ye.
Lema jî ji bo xatirê çend qurişên pîs ji ber Erdogan dadixwin, hemû heqaretên wî dadiqultînin.
Heger Amerîka bixwaze kane wî bixesîne, kane li Sûriyê û li Îraqê hemû leşkerên tirk bigre, çewalan têxe serê wan.
Lê nake. Çimkî gizêr tê heye.
Û ji ber Erdogan viya zane mêrik wek Rustemê Zal hereket dike, dibêje ez bavê lalo me, ez kanim tiliya xwe li çavê her kesî xim…
Hêza di roja hewce da, ji bo şerf û heysiyetê neyê bikaranîn bira têkeve binê erdê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE