05 november 2017

Aqilê swêdiyan ez ji gelşeke mezin xelas kirim

Min û xanimê gelşa nabêna xwe bêyî şer û pevçûn û teşxele, bi şiklekî demokratîk û bi rêyeke aştiyane hel kir.
Ev demeke min û xanimê li ser rêya meş û gerê, yanî em ji kîjan rêyê herin û ji kîjan rêyê, di ku ra vegerin me li hev nedikir.
Min digot em ji vê rêyê herin, wê jî digot na ez ji vê rêyê hez nakim, em di vê rêya din ra han herin, ew rê xweştir e, filan û bîvan…
Di her meş û piyasê da li ser hilbijartina rê, derên emê lê bigerin em diketin gewriya hev.
”Em ji vir herin, na em ji vir herin”, di her meşê da li vê meselê tim di nabêna me da xirecir derdiket…
Di gera me ya do da jî eynî problem derket, min da ser rêya xwe, ew li pişt min sekinî, got weleh ez di wir ra nayêm, rêya din xweştir e, were em ji wir herin.
Helbet ez jî ne ew mêrê bi gotinekê teslîm bibim, ez zorbatiyê qet qebûl nakim.
Min jî bi dengekî hîn bilintir got, na, ez jî ji wê rêyê hez nakim, li ser vê rêyê meriv gelek dîmenên(manzereyên)û tiştên xweştir dibîne…
Wek her tim îtîraz kir, got ew rê pir bi çiv in, ez jê hez nakim, ez ji rêyê rat, dûz hez dikim.
Balkêş e, hezkirina ji rêyên rast…
Neyse em vê meselê tevnedin…
Ez serê we neêşînim me li ser emê di kîjan rêyê ra herin li hev nekir, ne ew ji ya xwe daket û ne jî ez, wê da ser rêya xwe, min da ser rêya xwe…
Em ji hev dûr ketin…
Min dît mesele cidî ye, bi rastî jî li ser tiştekî tune em dikin ji hev biqetin û her yek bide ser rêyeke din.
Û ev yek kane bibe sebebê hin nakokiyên din jî.
Yanî sibe em kanin di meselên din da jî mana li hev bibînin û têkevin gewriya hev.
Û ji bo du kal û pîrên teqawit ev ne tiştekî baş e. Di taliya umrê xwe da li ser ”hilbijartina rê” dilê m eji hev bimîne, em ji xwe ra gelşêkê çêkin qet ne karê aqil e…
Her roj em her du di hundur da wer li ber pozê(bêvila, kepiyê)hev in…
Min dev ji aqilê kurdî berda û bi aqil swêdî fikirîm…
Min ban kirê, min got xanim were em vê gelşa xwe bi rêyeke demkratîk, bêyî şer û pevçûn, bi şiklekî aştîyane  hel bikin…
Sekinî. Got, ”çawa?”
Min got, di çûyinê da em di rêya min ra herin û di hatinê da jî em di rêya te ra werin.
Ya jî di çûyinê da te kîjan rê xwest, em ji wê rêyê herin û di vegerê da jî min kîjan rê hilbijart, dibê tu dengê xwe nekî û bidî dû min…
Sekinî, hinekî fikirî, got baş e, em wer bikin.
Û me bê şer û teşxele, dilşadî rêya xwe domand.
Di ger û meşa îro da tu problem derneket, di çûnî da wê bi ya min kir û di hatinê da jî min bi ya wê kir.
Aqilê swêdayan nehîşt gelş mezin bibe, me girêka nabêna xwe bi hostayî verşand û ji nuh ve em bûn wek du evîndarên xort…
Yanî ji dêlî em li gorî kultura kurdî tev bigerin û têkevin gewriya hev û dilê hev bihêlin, ya jî li hemberî hev metodên dîktatoriyê bi kar bînin, me wek swêdiyan kir û gelşa xwe bi silametî çareser kir.
Lema gerra me ya îro bêminaqaşe û bêteşxele, bi kêf û xweşî derbas bû. Îro ruyê me herduyan jî dikeniya, me ji qal û bal sohbet kir, em çûn salên berê, me sohbet bir heta bi Wêranşarê û buharên gundê Malwêrîn û çivaniya kar û berxan.
Îro ne wê got ”ez ji vê rêyê nayêm” û ne jî min got. Aqilê swêdiyan mesele bêyî zirar mesele ji kok da hel kir…
Ne wê bi bêdilî dida min û ne jî min bi bêdilî bi ya wê dikir…
Me herduyan bi rengekî demokratîk li hev kiribû.
Lema jî ne wê kanîbû ji rêyên ez diketimê ra îtîraz bikira û ne jî min ji yên wê ra…
Swêdî hemû gelşên xwe, biçûk mezin, bi vê metoda min û xanimê çareser dikin, ji bo çareserkirina probleman tu carî zorê û şer tercîh nakin.
Lema jî ew bi pêş ketine, bûne welatekî pir modern û demokratîk…
Û em kurd, tirk, ereb û faris jî hîn xwîna hev diherikînin, gund bajêrên hev wêran dikin, tahamulî hebûna hev nakin…
Bi hêviya faris, tirk û ereb jî rojekê bibin xwediyê aqilekî wek yê swêdiyan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE