07 november 2017

Dibê hûn baş bizanibin sibe kane dereng be...

Heger kurd bi lez dûzaneke nuh nedin nava mala xwe û hukûmeteke nuh ya netewî ava nekin sibe ewê ji îro pri xerabtir be.
Israra di dûzana, hukûmeta, hawê berê da ne rast e û ne jî mimkûn e. Gerek hin gavên nuh û radîkal werin avêtin, dibê PDK û aYNK ji hin tiştn feraxet bikin û miheqeq hukşemteke her kesî himêz dike ava bikin.
Parlamenterê berê yê PDKê Arî Hersîn di civîneke çapemeniyê de ragihand ew ji fraksiyona PDKê cihê bûye û di nava Parlamentoya Kurdistanê de ewê bibe xwediyê fraksiyoneke nû.
Ev destpêk e.
Heger PDK û YNK bi lez û bez gelşên xwe yên bi Goranê û bi hêzên din ra çareser nekin û tavilê hukûmeteke demî ya netewî, hukûmeteke hemû hêz û fraksiyon di nav da bin ava nekin rewş ewê xerabtir bibe.
Esas dibê heta nuha ev gav hatiba avêtin û hukûmeteke nuh bihata avakirin.
Lê di xaftina Nêçîrvan Barzanî ya do da sînyala gaveke wiha tuneye, fena ku vê hukûmetê ev felaket neanîbe serê vî miletî, dixwaze wek berê dom bike.
Ev ne mimkûn e, dibê kurd bi lez dûzaneke nuh bidin nava mala xwe û bi yekîtiyeke xurt û bi hukûmeteke nuh derkevin hemberî Bexdayê û dinyayê.
Heger wiha nekin û bi xwazin bi hukûmet û kadirên berê, fena ku titştek nebûbe bidomînin ev ne tenê ne mimkûn e, her wisa di rojên pêş da rewş ewê ji nuha gelkî xerabtir bike.
Wa ye ji nuha da ye Bexdayê ji bo xerakirina statuya Kurdistana Federe nêt xera kiriye û hin îşaretên wê yekê jî hene.
Di butçeya 2018a da hukûmetê ji bo Kurdistanê gotiye ”parêzgeh” yanî bajarekî Îraqê.
Xelasî ne di alîkariya welatên derve da ye, yekîtî tunebe, kurd ne li ser hev kes nayê hawara kurdan, berî alîkariya derve dibê em gelşên xwe çareser bikin.
Dibê kurd di demeke kin da yekîtiya xwe çêkin û bi tifaqeke netewî û hukûmeteke reorganîzekirî derkevin pêş Bexdayî û dinyayê.
Heger ev yekîtî û tifaqa netewî çê nebe Ebadî ewê gelek gavên din jî bavêje û bixwaze Kurdistanê têk bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE