16 november 2017

Êşa diranan ez xistim nava nivînan


Hin kes nuha meraq dikin, dibêjin ji vêsê da ye ji kozika vî camêrî dengê modeliyê nayê, gelo çi ye, çi mesele ye?
Û hinek jî avê ber dilê xwe direşînin, dibêjin wey şikir ji Xwedê ra, bi nexwendina nivîsên wî me îro hinekî rehet kir. Bi nivîsên xwe yên bi strî û bi gongil, bi pitepit û rexneyên xwe yên reşbîn em gêj kiribûn, axirê îro wa ye li piyasê tuneye, dinya hinekî sakîn e, kurd li hev in, kes paşgotinî û şerê hev nake…
Weleh kêfa xwe zêde xweş nekin, ez hîn li ser xwe me, betabûna min kin ajot.
Ez ji we ra bibêjim, heta nuh ez li ku bûm?
Ez diranên xwe çê dikim.
Vêsê tuxtor du diranên min kişandin, ji bo ku protesekê çê bike. Gelek xwîn ji yekî hat û pir jî êşiya.
Ez çer ji ser tuxor hatim mal ketim nava nivînan, nuh rabûm ser xwe.
Esbabî mûcîbeya betabûna min, xuyanekirina min ya heta nuha ev e.
Min hîn ne tiştek xwariye û ne jî vexwariye…
Ez hîn tî û birçî me.
Xanim nuh ji kar hat mal, min derdê xwe jê ra erz kir.
Bû waxe waxa wê…
Lê nuha wa ye êş kêm bûye.
Lema min tavilê li ber kompîtorê cî li xwe xweş kir û dest bi nivîsîna van rêzan kir.
Di xortaniya xwe da min qedrê diranên xwe nizanîbû, lema jî gelşa diranan bi min ra zû çê bû.
Temiya min li we keç û xortan, baş li diranên xwe binêrin, ya na hûnê jî wek min êşa diranan bikşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE