21 november 2017

Gerek ev şêla boşnakan ji bo me kurdan bibe ders û numûne

Rojê bi sedan heqaretên ji heneka Rasim Ozan Kutahyali girantir li kurdan dikin, lê dîsa jî kes dengê xwe nake, kes nabêje ev irqçîtî ye…
Çimkî heqaretkirina li kurdan, rencîdekirina kurdan, biçûkdîtina kurdan serbest e, normal e, ne sûc e û ne jî eyb e.
Rasim Ozan Kutahyali di kanela Beyaz TV(Tvya Gewr, Spî) di programa sporê da li ser boşnakan henekek kir, got wek ” Kusturmalı Boşnak Saksosu.”
Ez bi xwe nizanim ev gotin tê çi maneyê.
Lê dibêjin gotineke sexksî û irqçî ye.
Ev du roj in malik li Rasim Ozan Kutahyali çewitandin, lînc kirin. Li Tirkiyê kesê ew rexne nekir nema, kesê gotinên giran jê ra negot nema.
Boşnakan qiyamet rakirin, avêtin ser telewîzyona Kutahyalî lê bû.
Telwqîzyonê têkiliya xwe bi Kutahyalî ra qut kir.
Rojanameya tê da dinivîsî ew ji kar qewirand.
Parlamenter jî di nav da, bi sedan meşhûrên boşnakî heqaretên nemayî li Kutahyalî kirn, jê ra gotin ”bêşeref, namerd, bênamûs.”
Heta bigihîje serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî Kutahyalî xist binê erdê.
Heqaretên hezar qatî ji vê gotinê girantir û him jî rojê hezar carî li kurdan tên kirin.
Lê ne kurd dengê xwe dikin û ne jî civat.
Ev numûneya Kutahyalî jî nîşan dide bê dewleta tirk, civata tirk çiqasî neyarên kurdan in.
Dewleta tirk kurdan misteheqê her heqaretê dibîne. Ji ber wê jî her kes diwêre heqaretê li kurdan bike. Çimkî zane cezayê wê tuneye û civatê jî xweş dibîne.
Di hemû rojnameyên tirk da, di hemû kanalên tvyên tirk da, di hemû malperên tirk da, di medyaya sosyal da xeber û heqarên ji vê ”heneke” Rasim Ozan Kutayali gelkî girantir li kurdan, li siyasetmedar û li serokên kurdan dikin, lê tu carî nayê bîra kurdan reaksiyoneke wek boşnakan nîşan bidin.
Û gava tirk dibînin kurd dengê xwe nakin ew jî heqaretên xwe didomînin.
Ez zanim şertên me û boşnakan ne yek in, boşnak xwe tirk dibînin û tirk jî wan dijminê  xwe nambînin.
Boşnak li hemberî Tirkiyê şerê azadî û serxwebûnê nadin.
Meriv kane gelek nuxteyên din yên di lehê başnakan û di eleyhê kurdan da rêz bike.
Ez vana zanim.
Lê dibîjim dîsa jî dibê meriv li hemberî heqaretên irqçî xwe kerr û lal neke, rexne bike. Bêdengî cesaretê dide wan û dibe sebebê hînbûnê, banînê. Yanî meriv êdî guh nade heqaretan, êdî xweş dibîne, qebûl dike…
Tiştê hatiye serê mekurdan ev e, me xwe fêr û îtîbaqî heqaretên tirkan kiriye



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE