18 november 2017

Him zane tiştê dike xerab e û him jî dev jê bernade

Hin kes hene netîceyên asîmîlasyonê fêm nekirine, nizanin teslîmbûna asîmîlasyonê, biserketina wê tirkbûn e.
Lê hinek jî vê netîceyê baş zanin, lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin û bi nivîsên xwe yên di medyaya sosyal da her roj ji asîmîlasyonê ra xizmetê dikin.
Bi nivîsên xwe yên bi tirkî ew jî kurdan asîmîle dikin, di çapa xwe da ew jî piştgiriyê didin asîmîlasyona dewletê.
Helbet bi micadela şexsekî û du şexsan asîmîlasyon nayê rawestandin. Viya ez jî zanim. Lê wek şexs meriv jê ra nabe alîkar.
Çawa ku kes nabêje ez derewan nekim derew ji dinyayê ranabe, lema dibê ez jî derewan bikim, her wisa dibê meriv nebêje ez bi tirkî nenivîsînim jî kurd asîmîle dibin.
Gava meriv bizanibe tiştek şaş e û zirarê dide miletê meriv dibê meriv neke, kî dike bira bike. Her kes mesûlê şexsê xwe ye.
Heger tu bixwazî miletekî bihelînî, ji ortê rakî û bikî koleyê miletekî din dibê tu wî miletî asîmîle bikî, yanî zimanê wî jê bistînî û zimanekî din têxe devê wî.
Gava te zimanê miletekî jê stendin, ew milet mirî ye, mecbûr e di nava miltekî din da bihele û wenda bibe.
Tiştê tirk dikin ev e.
Tirkan berê jî bi riya asîmîlasyonê gelek milet kirin tirk.
Nuha jî dora kurda ye.
Wek min li jor jî got, hin kurdan ev fêm nekiriye.
Lê hinan jî fêm kiriye û bi qasî alimekî jî vê rastiyê zanin, lê dîsa jî nikanin xwe ji tesîra asîmîlasyonê xelas bikin.
Her miletek xwedî kultureke netewî ye.
Miletek gava zimanê xwe wenda bike kultura xwe ya bi hezaran salan jî wenda dike, her tiştê bi ziman xuliqandiye jî wenda dike.
Û gava te zimanê xwe, kultura xwe, folklor û kilamên xwe, zargotonên xwe wenda kir, wek milet êdî tu mirî ye, tu bûye miletekî din.
Kurd nuha ketine vê rêyê, hêdî hêdî dibin tirk.
Hemû milet bi asîmîlasyonê ji tarîxê wenda bûne. Miletê zimanê xwe wenda bike, kultura xwe jî wenda dike û gava kultura xwe jî wenda kir êdî bi kîjan zimanê bipeyive dibe ew milet.
Wek nuha bi sedhezaran kurd bûne tirk, zanin kurd in, lê pere nake, ya muhîm ziman û kultur e, gava ew bû tirkî tu mahkûmî wendabûnê yî…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE