04 november 2017

Îşê YNKê zor xuya dike

YNKê îro li Silêmaniyê civîna xwe di bin serokatiya cîgirê yekê yê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî da çêkir.
Ji bo bizanibim di civînê da çi biryar hatin girtin min li PUKmediayê nêrî.
Di xebera li ser civînê da tu agahî tuneye, tenê dibêje civîn îro li Silêmaniyê di bin serokatiya Kosret Resûl da çê bû û di civînê da ”li ser rewşa dawî ya herêmê û navçeyê û rewşa navxweyî ya YNKê û mjijara çêkirina kongra YNKê hat gotûbêjkirin.”
Wekî din tu agahî tuneye.
Meriv matmayî dimîne.
Meriv wer fêm dike di civînê da li hev nekirine û lema jî nikanîbûne tu biryaran bigrin. Yanî di nava YNKê da kaoseke mezin heye. Pir ne dûr e di rojên pêş da perçebûn çê bibe.
Yanî ev jî îhtîmaleke xurt e.
Di medyaya sosyal da li ser civînê û hin biryarên hatine girtin gelek tişt tên gotin, tê gotin polîtbroyê îstîfa kiriye û komîteyeke ji 10 kesan di bin serokatiya Kosret Resûl da ava bûye û hin tiştên din. Lê min xwest rastiyê ji medyaya YNKê fêr bibim. Bes li ser biryarên girtine yek gotin jî tuneye.
Ev jî tiştekî pir anormal e.
Her kes li bende bû YNK piştî civîna îro li ser trajediya 16ê îlonê û dagirkirna Kerkûkê û tiştên li ser hin hevalên wan tên gotin bi kêmanî tiştekî bibêje, beyaneke cidî belav bike.
Lê di vî warî da di xeberê da yek gotin jî tuneye, tenê dibêje civîn çêbûye, hewqas…
Îşê kurdan pir zor e û wer xuya dike di rojên pêş da ewê hîn jî xerabtir bibe.

XXX


Tiştê min ji trajediya Kurdistana Kurdistana Başûr fêm kir sebebê îxaneta li Kerkûkê pertol e.
Ji ber ku Barzanî  ji petrola Kerkûkê para wan nedida, wan jî Kerkûk dan dijmin; ji bo ku Barzanî petrolê nexwe.
Rastiya meselê ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE