04 november 2017

Ji bo hezkirên şiîra kurdî wasiteyeke pir hêja

Aplîkasyona(Appa) helbestên kurdî(AHK) çend roj berê wersiyona xwe ya nuh belav kir.
Avakarê Appa AHKê Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan e.
Li gorî Înan Eroglu nivîsîye di vê APPa AHKê ya nuh da 3129 şiîr(helbest) û 455 şair hene.
Yanî Rênas Xendek û Mazlûm Ozdogan ji xwendevan û evîndarên şiîrê û peyva xweş ra xizmeteke bêhempa kirine.
Înan Eroglu jî bi vê nivîsa xwe ya hêja karekî pir baş û hêja kiriye. APPa AHKê pir xweş daye nasandin.
Ez li vir him spasî Înan Eroglu û him jî avakarên APPa AHK Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan dikim. Mala hersiyan jî ava be.
Xebera derketina wersiyona nuh ya Appa AHKê çend roj berê ji min ra jî şandin. Lê di vî warî da ez merivekî pir nezan û paşdamayî me, lema jî heta nuha min App danexistiye. Lê ezê ji lawikê xwe Rojen alîkariyê bixwazim, belkî ew kanibe ji min ra daxîne.
Înan Eroglu jî li Appa AHKê nivîseke pir xweş û bi teferûat nivîsîye, him fikrê xwe li ser Appê û hin kêmasiyên wê gotiye û him jî App pir baş daya nasîn.
Ev App ji bo kesên ji helbestê hez dikin îmkaneke mezin e, antolojiyeke elektronîk ya di bêrîka wan da ye, li her derê kînga dilê meriv bixwaze meriv kane telefona xwe derxe û Arjen Arî bixwîne.
Bifikire Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Arjen Arî, Şêrko Bêkes, Abdulah Pêşew, Mueyid Teyib û bi sedan şairên din tim bi te ra bin, ma ji viya xweştir çi heye? !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE