07 november 2017

Kurdên hevkarên dijmin nahêlin kurd azad bibin

Nûnerê Opozisyona Sûriyê û berpirsiyarê ENKSê Fûad Elîko li Stenbolê ji Rûdawê ra gotiye PYD nikane beşdarî civîna Soçîyê bibe, çimkî tu projeyeke PYDê tuneye.
Bawer bikin bi van kurdên hevkarên dijmin jî bimîne kurd nikanin ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Elîko ji kurdan ra serxwebûnê dixwaze.
Kuro heger "projeya" PYDê tunebe ya te projeya Tirkiyê ye, ew jî tunekirina kurda ye. Hîn jî devê te digere?
Lê gava ar nemîne meriv kane tiştî bibêje, kane bi dijmin ra li hemberî birayê xwe derkeve, şerê birayê xwe bike.
Elîko gotiye “Eger PYD beşdarî civîneke wisa bibe, opozîsyona Sûriyê ewê qebûl neke û wê demê beşdar nebe.”
Elîko ne wek nûnerekî kurd, wek nûnerekî Erdogan û berdevkê hukûmeta AKPê dipeyive. Tiştê Tirkiye jê dixwaze wek papaxana dubare dike.
Çimkî yê naxwaze PYD beşdarî civîna Soçî bibe Tirkiye ye. Ji dêlî Elîko Tirkiyê protesto bike, li dijî beşdariya PYDê derdike. Gava meriv ne bi serê xwe be, li Stenbolê di himêza Tirkiyê da be mecbûr e emrê Îbrahîm Kalin bi cî bîne û ew jî wek Tirkiyê li dijî beşdariya PYDê derkeve.
Elîko wek merivekî ne di himêza Tirkiyê û erebên şovenîst da be gotiye, ”PYD ji aliyê Amerîkayê ve tê bikaranîn, piştî şerê li hemberî DAIŞê biqede, ewê rola PYDê jî nemîne.”
Mêrik bêyî fedî bike li Stenbolê, di himêza dewleta tirk da ye, bi meaşê Tirkiyê djî, lê di ser da jî hevkariya PYDê û Amerîkayê pîs dibîne, rexne dike.
Gava bi însên ra ar nemîne wiha van peyvan dike.
Elîko ji têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê û bi erebên şovenîst û antî-kurd ra qet şerm nake, wek merivekî serbixwe û ne zilamê Tirkiyê têkiliyên Amerîka û PYDê rexne dike.
Amerîka ewê çi bike ez nizanim, kane bi kurdan ra bêbextiyê jî bike. Ev jî mimkûn e. Bêbextiyên wiha ji dewletan ne dûr e, bextê dewletan tuneye.
Lê li gel vê jî hevakriya bi Amerîkayê ra ne hevakriya bi dijmin ra ye, lê hevkariya Elîko bi dijmin ra ye, bi dewleteke neyarê miletê kurd ra ye û bi devê neyarê xwe dipeyive.
Tirkiye li her beşê Kurdistanê neyarê miletê kurd e.
Ji ber ku Elîko li dijî siyaset û îdeolojiya Tirkiyê ya antî-kurd dernakeve, heta qebûl dike û diparêze, lema Tirkiye wî li Stenbolê li ser xwe xwedî dike.
Meaşê belaş tuneye, helbet Elîko jî mecbûr e wek Tirkiyê neyartiya PYDê bike, ya na ewê nefaqa wî were birrîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE