15 november 2017

Me Seyid Riza û qetlîama Dêrsimê ji bîr nekiriye

 Îro 80 saliya îdama Seyîd Riza û lawê wî  Reşik Husên e. 
80 sal berê di 15ê mijdarê da (15/11-37) serokê Serîhildana Dêrsimê Seyid Riza, lawê wî Reşik Husên û 6 havalên wî ji alî rejîma kemalîst ya faşîst ve hatin îdamkirin.
Piştî îdama Seyid Riza, rejîma kemalîst ya faşîst di nabêna 1937-1938a da li Dêrsimê Qetlîameke mezin kir.  Li gorî belegeyên dewletê 12 hezar dêrsîmî hatine kuştin û bi hezaran jî hatin sirgûnkirin.
Lê li gorî lêkolînerên kurd ev jimar gelkî zêdetir e. Bi hezaran zarokên dêrsimî jî wek sêwiyên ber destan dan tirkan.

Kurd îro li gelek deran van şehîdên xwe bibîr tînin û doza nîşandana gorrên şehîdên xwe li dewleta tirk û li hukûeta AKPê dikin.
Weke gelek serokên kurdan yên din, gorra Seyid Riza, lawê wî Reşik  Husên û şeş hevalên wî jî hîn nayên zanîn.
Ev dewlet dewleteke hewqas zalim û qanûnnenas e gorrên kesên qetil kirine jî nîşanî malbatên wan nadin.
Ev, him û hovîtî û zilmeke pir mezin e û him jî sûcekî li dijî însaniyetê û hemû qanûnan e.
Hin dîroknas dinivîsin, dibêjin berî îdamê Seyid Riza ji celadên dewleta tirk ra gotiye:
"Ez bi derew û hîleyên we ra derneketim serî, ev ji bo min bû ders. Lê min jî li hemberî we serî netewand, bira ev jî ji we bibe ders."
Wezîrê Tirkiyê yê derve yê ra kevn Îhsan Sabrî Çaglayangil, di sala 1989-an da di bîranînên xwe da(Rojnameya Guneş, 19/8-89) qala ziravpilingî û mêraniya Seyid Riza ya li ber sêpiyê îdamê dike. Wê demê min ev beşê li ser îdama Seyid Riza wergerand kurmancî û di rojnameya Armancê da weşand.
Nuha ew wergera min ne li ber destê min e. Çaglayan dibêje:
"Îdama Findik Hafiz qediya. Me Seyid Riza derxist meydanê. Hewa sar bû û li der û dorê kes tunebû. Seyid Riza, wek ku meydan tije însan be xîtabî bêdengiyê û valahiyê kir û got:
“Em ewladên kerbelayê ne! Em bêxeta ne! Eyb e, zulm e, cînayet e….
Gurûziyê girt bedena min, pûrta min bû weke striyan. Ev merivê kal rep-rep meşiya. Qereçî dahf da. Ben kir hustuyê xwe. Bi nigê xwe pehînek li sandalyayê xist. Û înfaza xwe pêk anî…"


Kurdno, dîroka xwe û zulm û hovîtiya vê dewletê li bav û kalên we kiriye ji bîr nekin, bira hafizeya we ne zeîf be...
Ez Seyid Riza û hemû şehêdên kurd û Kurdistanê bi heurmet bibîr tînim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE