17 november 2017

NATOyê Tirkiye kir nava welatên dijmin

NATOyê di tatbîkata xwe ya Norweçê da Tirkiye, Ataturk û Erdogan wek dijmin nîşan da
Personalên NATOyê di tatbîkata Norweçê da di sîmîlasyona hêzên dijmin da Ataturk wek dijmin û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî wek ”serokê bi dewletên dijmin ra di nava hevkariyê da ye” nîşan da…
Gava berpirsiyarên Tirkiyê pê hesiyan Tirkiye di nava tabloya dijmin da ye mudaxele kirin.
Li ser vê, berpirsiyarên Natoyê gotin bi şaşî bûye û Tirkiye, Ataturk û Erdogan ji tabloya dijminan derxistin.
Her çiqas serokê Natoyê û berpirsiyarên tablo û sîmîlasyon çêkiribûn ji Tirkiyê uzrê xwe xwestin û gotin bi şaşîtî” bûye jî, lê Erdogan zane tiştê bûye ne bi şaşîtî ye. Bi rastî jî NATO êdî bi çavê welatekî dijmin li Tirkiyê dinêre.
Lê ne NATO tenê, Tirkiye jî bi çavê dijmin li NaTOyê dinêre. Yanî ev yek ne yekalî ye. Herdu alî jî êdî bi çavên dijmin li hev dinêrin.
Tirkiye bi ”uzirxwestina” Natoyê aş nebû û 40 leşkerên xwe yên di tatbîkatê da paş da vekişandin.
Bi rastî jî gelek welatên NATO êdî vekirî dibêjin ew Tirkiyê wek welatekî mitefîk nabînin, ji welatekî mitefik bêtir, wek welatakî dijmin ya jî herî kêm welatekî bi dijmin ra di nava hevkariyê da ye dibînin.
Yanî ez qet bawer nakim ev sîmîlasyona dijmin bêhemdî, bi nezanî hatibe çêkirin.
Çimkî rastîya Tirkiyê û Erdogan ev e.
Çimkî Erdogan jî NATOyê û Amerîkayê dijmin dibîne û vê yekê jî tu carî venaşêre.
Erdogan her roj vê dîtina xwe vekirî dibêje.
Û ji ber ku Tirkiye baweriya xwe bi NATOyê nayne, Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê wek dijmin dibîne, lema ji Rûsyayê fuzeyên S-400 dikire û li derî NATOyê ji xwe ra li hin mutefîkên nuh digere.
NATO vê yekê dibîne û lema jî êdî Tirkiyê ne wek welatekî mitefik, lê belê wek welatekî dijmin, ne dost dibîne…
Bûyera Norweçê eşkerebûna vê rastîyê ye…

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan piştî PYD û YPG kir terorîst, nuha jî Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD)terorîst îlan kir û got gerek ew Efrînê ji PYDê YPGê paqij bike.

”Dibê em Efrînê ji PYDê û YPGê paqij bikin. Û bira kes ji me ra nebêje HSD hêzeke demokratîk e, navê wê demokratîk e lê ew rêxistineke terorîst e.”
Geleo bi rastî Tirkiye ewê êrîşî Efrînê bike?
Bi texmîna min îhtîmaleke pir zêde ye.
Çimkî Erdogan dibîne mitefikê kurdan Amerîka ne tu tişt e, Erdogan her roj gotinên nemayî ji Amerîkayê ra dike, dibêje Amerîkayê Daîş ava kiriye, Amerîkayê bi me ra îxanet kirye, lê Amerîka dîsa jî nabêîje kirt.
Ji ber kes li ber pozê wî tuneye, kesê wî bixesîne tuneye, lema jî dibêje van fortan dide xwe, lam jî dibêje ezê Efrînê jî bigrim.
Ezê Efrînê ji zarokên wê, ji şervanên li hemberî Daîşê bajarê xwe û namûsa xwe parastin bigrim û têxim bin destê xwe.
Mêrik viya ne ji bo bajarekî Tirkiyê, ji bo bajarekî welatekî din dibiêje, dibêje ezê li welatekî din, bajerekî din têxim bin destê xwe….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE