21 november 2017

Piştî îxaneta Kerkûkê parastina yekîtiya YNKê him xeyal e û him jî ne rast e



Cîgirê Serokwezîrê Kurdistana Federe Qubad Talebanî di beyanekê da gotiye: “YNK niha di rewşeke zehmet da ye û em naxwazin kongreyeke ji bo tolhildanê û ji holê rakirina YNKê çê bikin.”
Wek tê zanîn YNK dixwaze heta meha 1ê ya sala 2018a kongreya xwe ya 4a çê bike.
Ev beyana Qubad Talabanî him pir muhîm e û him jî nîşan dide gelşên di nava YNKê da hewqasî mezin in ku kane di kongreyê da bibe sebebê perçebûnê ya jî belavbûna YNKê.
Tirsa Qubad Talabananî ew e ku kongrye 4a bibe kongreya perçebûna YNkê. Dixwaze rê li ber vê yekê were girtin, yanî her tişt wek xwe bimîne, tu kes ji îxaneta Kerkûkê neyê cezakirin.
Lê ev ne mimkûn e. Ez bawer nakim niştimanperwerên di nava YNKê da tiştekî wiha qebûl bikin.
Di esasê xwe da YNK piştî 16ê cotmehê bi dagirkirina Kerkûkê ra perçe bû. Di civînê YNKê ya piştî trajediya 16ê cotmehê da bi piraniya dengan polîtburo hat hilweşandin.
Lema jî nuha tu dezgeheke YNKê ya destûrî ya resmî tuneye, tenê şexs û dîtinên şexsan heye.
Bi baweriya min kî çiqasî bixwaze YNK perçe nebe û yekîtiya xwe biparêze ne mimkûn e, YNK ewê perçe bibe û dibê bibe jî.
Ji nuha û pê da ne mimkûn e zilamên Îranê û Bexdayê û xayinên Kerkûk firotin û kesên kurdperwer û serxwebûnxwaz wek berê, wek qet tiştek nebûbe di nava YNKê da hevaltiya xwe bidomînin.
Tiştekî wiha ne mimkûn e. YNK mecbûr e muhasebeya firotina Kerkûkê bike, di îxanetê da rola kê çi ye derxe ortê û mahkûm bike.
Heger viya neke wê demê YNK bi tevayî bi firotina Kerkûkê û bi îxaneta 16ê cotmehê ra ye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE