08 november 2017

Qedir bidin xortan jî û xortaniyê jî

Dibêjin efendim xortanî zû dibuhure. Rast e, lê xortanî zû biqede jî dîsa baş e. Qenekê piştî xortaniyê her tişt naqede, kalîtî tê.
Lê piştî kalîtiyê tu jahr nayê, dawiya rê ye, jê wê da axa sar e.
Loma jî dibê meriv ji zûderbasbûna salên xortaniyê gazinan neke, şukiriya xwe bi xortaniyê bîne…
Yanî guh nedin gazin mazinan, xortayî ji kal û pîrîtiyê çêtir e.
Dibê meriv ji xortaniyê jî û ji xortan jî hez bike.
Ev temiya min li hemû keç û xortan e…

XXX
Tiştê fîlozofek herî bêtir muptelayê wê ye meraq e. Çimkî bêyî vê tu destpêkeke felfesefê ya din tuneye.
Platon(427-347)

XXX
Dibê meriv berê rastiyê bizanibe. Dema rastî were zanîn, çewtî jî tê zanîn. Lê belê gava berê şaşî were zanîn, meriv nikane bigihîje rastiyê…
//Farabî

XXX
Ez naxwazim her kes ji min hez bike.
Hezkirina her kesî min ne qebûl e.
Heta ez dixwazim hin kes ji min nefret bikin.
Lê li alî din gava dibînim bûme layiqî teqdîr û hezkirina hin kesan gelkî kêfxweş û bextewar dimim.

XXX
Hey felekê,
hey xayinê,
hey bêbextê
hey bêsozê, bêqirarê
hey malwêranê
ma te çima li min wa kir?
Ez çi bûm,
li ku bûm,
te ez kirim çi
û anîm di ku ve derxistim
te ez kirim kalekî dilbikul
û bêwelatekî pêsekiniyê xelkê
Rismê 1ê. 40 sal berê di vê mehê da li Wêranşara xopan li mala me hatiye girtin. Gedeyê di himêza min da zarokê me yê pêşî Azad e.
Rismê 2a. 1971-1972 ye. Li Stenbolê li Gedîkpaşayê li atolyeke qonderecî dixebitim. Qonderecîtî(solçêkir) sientê min e.
Yê milê çepê ji Ruhayê ye, navê wî Mihemed bû. Yê din navê wî Alî bû, ji Konyayê bû.

XXX
Dewlet tunebe jiyana însên bi tenê, feqîr, nedilşad û kin e.
Thomas Hobbes (1588 – 1679)
Yanî wek me kurdan. Tu dibêjî belkî fîlozofê mezin 400 sal berê ev gotin ji bo kurdan gotiye.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE