15 november 2017

Sohbeta min ya bi xortan ra berdewam e

Sohbeta min ya bi xortên bloger ra berdewam e.
Surprîz yanî tesadufên xweş berdewam in.
Piştî nasîna Halit(Xalid) Penaber, nasîna min bi du xortên din ra ra jî, Xelefê Serhedî û Mistoyê Heco ra çê bû.
Herdu jî xortên jîr, evîndarên kurdî û xwedî qelem in.
Di nabêna min û wan da jî sohbeteke xweş çê bû, bi çend gotinan be jî me li halê hev pirsîû derdê xwe ji hev ra got.
Ji wan yek blogere. Navê wî Xelefê Serhedî ye û navê bloga wî jî ”Evîna MinWelatê Min e.”
Xortê din jî navê wî Mistoyê Heco ye, kurdekî ji Endoliyê, ji bajarê Kurşehirê ye û him jî nivîskarekî kurmancî ye.
Yanî ev du roj in kabê min her mîr tê, li tiştên xwe û kesên balkêş rast têm. Naskirina xortên şiyar û kurdperwer min gelkî kêfxweş dike.
Kitêbeke Mistoyê Heco ya bi navê ”Na Bavo hê li Rawestgehê Me” ji alî weşanxana APECê ve hatiye weşandin.
Elî Çiftçî bi wan îmkanên xwe yên biçûk û bi sînor ev 29 sal in ji ziman, edebiyat, tarîx kurdan ra xizmeteke mezin dike. Ev 20 sal in kovareke bi navê Bîrnebûn derdixe. Lema jî ked û xizmeta Elî Çiftçî ji kurdan ra hêjayî teqdîrê ye. Xwezî her kurdê xwedî îmkan hewqas tişt bikira.
Ez mijarê belav nekim.
Li gorî Mewlûd Oguz nivîsî ye kitêba Mistoyê Heco noveleke(çîrokeke)dirêj e. Min hîn nexwendiye, lê ezê îşev bixwînim.
Heger Mistoyê Heco ji min gazinên xwe nekire û piştî wê min jî bala xwe neda rûpela wî, ewê haya min ji ”Na Bavo hê li Rawestgehê Me” çvê nebûya.
Dû ra ez li hevpeyvîna Mevlûd Oguz bi Mistoyê Heco ra kiriye rast hatim.
Min digot belkî haya min ji kurdan, ji berhemên derdikevin û ji medyaya kurd pir hindik heye. Lê wer xuya dike ez di guhê gê da me, haya min ji gelek tiştan tuneye.
Helbet hemû ne ji min da ye, kitêbên çap dibin pir in û bûyer û teq û reqên siyasî jî gelek wexta min digre, nahêlin ez bi tiştên kulturî, edebî mijûl bibim.

Bi xêra Înan Eroglu ez nuha rastî malpera "Evîna Min Welatê Min e" hatim. Xwediyê malperê Xelefê Serhedî ye. Xelef, serpêhatiya asîmîlasyona xwe û dû ra jî çawa kurdî fêr bûye bi zimanekî pir xweş, bi êş û bi şiklekî mîzahî nivîsî ye.
Min çîroka Xelefê Serhedî xwend û jê pir hez kir. Hûn jî bixwînin.
Min ev şiroveya jêr ji bo nivîsa Xelefê Serhedî kir:

Zinarê Xamo:
Xelefê Serhedî, min nivîsa te bi meraq û bi dilşadiyeke mezin xwend. Ji ber ku te xwe nas kiriye û te li hemberî asîmîlasyonê serî hildaye û te zora wê biriye te pîroz dikim.
Û ya din jî bi nivîsandina vê serpêhatiya xwe ya bi êş te karekî pir baş kiriye. Ji bo wê jî te pîroz dikim.
Nivîsên wiha tesîra wan li ser însanên guh nadin zimanê xwe pir e. Yek kes tenê jî wek diya te tu şiyar kir, şiyar bibe û ew jî dest bi fêrbûna zimanê xwe bike, li hemberî asîmîlasyonê, li hemberî hêzên dagirker serketineke mezin e.
Te daye ser rêyeke rast, rêya xwe bidomîne.
Ezê nivîsa belav bikim, ji bo him çend kurdên jî vê serpêhatiye te bixwînin û him jî bloga te nas bikin.
Te û xîreta te nîşan daye pîroz dikim û hêvî dikim kurdên wek te zêde bibin.

Xelefê Serhedî:
Mala te ava, min şerm kir...


Mistoyê Heco:
Heyf û hezar heyf! Ez ji zikê anatolyayê me û te rojekê ji min re nenivîsand û negot: "Kuro tu ji qirşehîrê yî. Ji Kurdistanê bi sedan kîlomêtir dûrtir î. Çi karê te bi kurmancî heye!" Mala te ava heyra. Suhbeteke zehf xweşik bû. Bila yên wek te her hebin. Bimîne di nav xêr û xweşiyê de…



Zinarê Xamo:
Merheba ji te ra Mistoyê delal, txortê hêja! Gazina te ser çavan. Xwezî bi minasebetekê te jî rojekê bala min kişandiba. Lê 4943 hevalên min ên feysê hene, naskirina hemûyan ne mimkûn e, wek mesela Xalid Penaber ji bo naskirinê dibê minasebetek çê bibe. Lê va ye Xalid Penaber ji bo naskirina te jî sebeb. Ev jî xweş bû. Her tesaduf li bende roja xwe ye, heta ew roj û ew bîstik neyê çê nabe. Nuha ew bîstik hat û me hev û du hinekî be jî nas kir, silavek da hev. Piştî meriv kurd e ferq nake meriv ji ku ye û kînga ji Kurdistanê dûr ketiye. Dibê meriv eslê xwe înakr neke û ji zimanê xwe hez bike, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive. Ez ji kurdên Endoliyê hez dikim û ji wê herêmê gelek hevalên min hene. Xwediyê kovara Bîrnebûnê Alî Çîftçî hevalê min e. Li Swêd têkiliya kurdên Enedolê û kurdên din baş e. Gelek silavên dostaniyê….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE