10 november 2017

Tirk bavê xwe bibîr tînin !



Hukûmeta AKPê, giregirên dewletê di bin serokatiya serokê mezin Erdogan da bavê xwe Ataturk tewaf dikin
Tiirk îro qefle bi qefle, bi çavên tije hêsir berê xwe didin sser gorra bavê xwe Ataturk.
Miletek bûye êsîrê gorrekê...
Hukûmet, partiyên tirk, miletê tirk îro bi çavên tije hêsir, qefle bi qefle çûn ser gorra bavê xwe û pê tewaf kirin, jê alîkarî xwestin, xwestin bavê wan(Atayê wan)di van rojên teng û giran da were gazî û hawara wan.
Tirk erê misilman in, viya qebûl dikin. Lê dînê wan yê esasî Kemalîzim e, Pêxemberê wan ne Hz. Mihemed, Ataturk e.
Em tirkên ataîst û ne dîndar bidin alîkî, lê heger serokên AKPê, dîndar û bawermendên tirk mecbûr bimînin di nabêna Hz. Mihemed û Ataturk da, di nabêna Kemalîzmê û Îslamê da tercîhekê bikin, sedîsed ewê Ataturk û Kemalîmê hilbijêrin.
Çimkî di dilê her kemalîst, her îslamîst, faşîst û panturkîstê tirk da Ataturk ji her kesî mezintir û bi qîmettir e.
Lema jî li Tirkiyê rexnekirina Xwedê, Hz. Mihemed û îslamê bi qanûnan ne yasax e, lê rexnekirina Ataturk yasax e. Li Tirkiyê Qanûna Parastina Ataturk heye. Li gorî vê qanûnê kesê tiştekî bi risim û peykerekî Ataturk bike, ya jî Ataturk rexne bike kane ji salekê heta pêns salan were cezakirin.




 Xxxxx
Ahmet Uğurlu Mamoste ez li hinek nirxandinên we dimînim heyirî. Mêrikan bi saya wan peyker,teht û keviran bûn qewm,netew û dewlet...Bawerî û bîrdoziya wan çi be û çi qas cuda be jî(!) ew gor, kevir an jî peyker wan dike yek û YEK...ew remz û hêmayên ku em îro fesk û henekên xwe li wan dikin ji wan re bîr û hefizeyeke hevpar/kollektîf afirandiye. her çi qas derewîn be jî her wan li ser piyan dihêle...Û EM ku GOR'ên bapîr û berxwedêrên me jî her winda û tune kirine, em ê xwe bi çi li ser piyan bigirin ezbenî...

Zinarê Xamo Birayö Ahmed Ugurlu, sebebê kemalîstiya tirkan û hebûna ”hafizeya wan ya kolektîf” ne Ataturk e, tirk neteweperst in, şiûrî milî bi mêrikan ra xurt e.
Çimkî bi sedsalan li gelek miletan hukim û serdestî kirine, ev yek bûye sebebê xwe mezin bibînin, serdestiya kesî qebûl nekin, dewlwtê di ser her tiştî ra bigrin.
Lê kurd hezar ”Ataurkên” wan hebin jî nabin wek tirk û ereban.
Çimkî hîn bi temamî ji eşîrtiyî, ji fikir û hestên eşîrtîyê xelas nebûne.
Lema jî nikanin milî, wek miletekî hereket bikin, nikanin dev ji berjewendiyên partî, eşîrtî û serokên xwe berdin.
Heger bi kurdan ra şiûrê netewî di ser yê eşîrtî û hizbî û şexsî ra bûya li Kurdistana Başûr di nava 25 salan da ewê hêzên xwe, meclîsa xwe, aboriya xwe, pêşmergên xwe yanî her tiştên xwe bikiran yek û bibûna dewlet.
Lê pêşmerge ne yê dewletê, yên partî û şexsa ne, ji bo pê berjewendiyên xwe biparêze, hukim ji dest xwe bernede pêşmerge nake yê dewletê.
Kurdan di 25 salan nebûn dewlet, çimkî berjewendiyên şexsî û malbatî di ser yên netewî ra girtin. Lema jî kanin pir rehet îxanetê bikin û ji bo berjeewendiyên xwe yên şexsî welatê xwe jî bifroşin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE