17 november 2017

Wa dîsa bû şev xew li min geriya

Xew li min geriya
Dikim nakim xewa min nayê
nizanim sebeb çi ye
ji ber kîjan belayê
dikim nakim xewa min nayê…
nizanim sebeb çi ye
çima dawî lê nayê
Min li strana ”wa dîsa bû şev
xewa min nayê
van şevên tarî
dawî lê nayê” guhdarî kir.
Di tenêtiya hundur û di bêdengiya şevê da guhdarîkirina li vê kilamê xweş e.
Dilê meriv aş dike, xeyalên meriv berapaş dike...
Wa dîsa bû şev
xewa min nayê
van şevên tarî
dawî lê nayê
tenahî zor e
sebra min nayê
dîlber xeyîdîye
qet deng jê nayê
dîlber xeyîdîye
pejin jê nayê
wa dîsa bû şev
xewa min nayê
van şevên tarî
xewînê nayê
dimînim şiyar
li gel xeyalan
şevbêrkên min diçin
tev pûç û vala
wa dîsa bû şev
xewa min nayê
van şevên tarî
dawî lê nayê




XXX
"Hin însan hene destên wan paqij in, lê fikrên wan qilêrî ne. "
H. Lec
Ji bêşansiya me kurdan ra em rastî dijminên wiha hatine him destên wan bi xwîn e û him jî fikir û îdeolojiya wan qilêr, irqçî û xwînî ye.
Her çar dijminên me jî ji hev xerabtir û ji hev zalimtir in û fikrên wan jî hev qilêrtir in.
Îcar emê çawa ji nav lepên van hovên dirinde yên fikir qilêr rizagar bibin ez nizanim.
Dora me girtine.
Ew pir in û em hindik in.
Ew xurt in û zeîf in.
Lê ev her çar dijminên fikirqilêr ne bes bûn, bi hezaran kurdên fikirqitran, fikirzibil jî li wan zêde bûne.
Di rojên herî giran û herî hesas da me derbên pir xedar li me dixin, me ji par ra xencer dikin
Û bi baweriya min van kurdên xayinên qewmê xwe, van kurdên bûne xulamên celadên xwe ji dijmin bêtir pişt li me şikandine.

XXX
Hin kurd ji dijmin ra dengbêjin, ji gelê xwe ra kerr û gêjin.
Ji xelkê ra masiyan digrin, ji kurdan ra kûsiyan jî nagrin.

XXX
Ji bo zêde neqeherim û kezebreşî nebim êdî nivîsên hin nas, dost û hevalan naxwazîm.
Dixwazim şapatekê jî wiha îdare bikim...
Bi vî hawî him û bîntengî û êşa dilê min hinekî kêm ibe û him jî dilê min ji wan sar nabe.
Dil jî hêzeke wî ya tehamulê heye, gava zêde xemgîn bibe, wek kamyoneke bargiriran tekerê(lastîka)wî kane biteqe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE