11 november 2017

Yên bûne sebebê vê malwêraniyê nikanin kurdan derxin firêqetiyê

Li Silêmaniyê li hemberî partiyên siyasî her tim kane her tişt çê bibe, gel kane îsyan bike.
Bi qasî ez di telewîzyonan da temaşe dikim, li merivên kuçe û kolanan guhdarî dikim, Goran jî di nav da, însan ji hemû serok û partiyan tije bûne, çirîskek biçûk kane bibe sebebê şewateke mezin. Însan vekirî dibêjin hemû diz in û Kurdistan firotin.
Bi texmîna min li Behdînan jî rewş eynî ye, li wir jî milet ji partiyan tije bûye.
Lê li wir însan newêrin wek silêmaniyan ya dilê xwe, fikrê xwe vekirî bibêjin. Belkî ew tradîsyon jî tuneye, ew herêm civateke hîn girtî û eşîrî ye. Lê ez bawer nakim li Dihok û Zaxoyê însan ji rewşa nuha, ji halê xwe, ji siyaseta partiyan razî bin.
Partiyên siyasî ji dêlî cepheyeke netewî û hukûmeteke nuh ya niştimanî ava bikin, tenê dipeyivin. Ev jî rewşê roj bi roj xerabtir dike.
Berê min digot belkî Goran kanibe roleke pozîtîf bilîze lê wer xuya dike serokatiya Goranê jî ne ew serokatiya kanibe pêşengiya vê merhela nuh bike.
Ji zû da ye ez gihîştime wê baweriyê heta ev serok û kadirên îro li ser hukim bin li Kurdistanê tişek naguhere, rewş roj bi roj ewê xerabtir bibe.
Yên bûne sebebê vê malwêraniyê nikanin kurdan derxin firêqetiyê. Hemû îşaret viya nîşşan didin. 26 roj di ser dagirkirina Kerkûkê, Mexmûr, Şingal, Qaneqîn û Xurmatû ra derbas bûye lê hukûmetê hîn tu gaveke berbiçav navêtiye, partî hîn wek berê hev û din sûcdar dikin.
Ji kurdan ra guhertineke radîkal lazim e, dibê hukim ji dest van serokan derkeve û hin kesên nuh dakavin meydanê...

XXX



Di çavê Erdogan da kurdên 10-15 zarokên wan hene terorîst in
Serokê Tirkiyê Erdoganê îslamîst û panturkîst gotiye:
ji jinên tirk xwestiye bizewicin û zarokan zêde çêkin.
”Xwedayê min, Pêxemberê me çi dibêje? Emir vekirî ye. Bizewicin, zêde bibin. Gerek musilman zêde bibin. Ev şert e. Di vî warî da baweriya min bi hesasiyeta jinên musilman heye. Rêxistina terorê ya li Tirkiyê di vî warî d pir hesas e. Herî kêm 10-15 zarokên wan hene.”
Erdogan gotiye terorîst 10-15 zarokan çê dikin, lê belê ev nayê wê maneyê yên 9, 8, 7, 6, 5, 4 û 3 zarokên wan hene ne terorîst in, di vî warî da reqemek nedaye. 10-15, tenê wek numûne daye.
Yanî yên kurdên 3-4, 5-6 zarokên wan hene bira kêfa dilê xwe xweş nekin, ew jî terorîst in.
Her kes zane "terorîst" ne di zewicin û ne jî dibin dê û bavên zarokan. Erdogan bêhemdî ji devê xwe revandiye, hemû kurdan terorîstdibîne.
Belê, li gorî Erdogan kurdên çend zarokên wan hene terorîst in, çimkî kurdan in.
Ne nuh e, ji berê da ye dewleta tirk dixwaze rê li ber nufûsa kurdn bigre û ji bo vê yekî jî gelek teşebusên wan çê bûne.
Erdogan ev dîti û plana Tirkiyê dubare kiriye
A merivekî xwediyê vê dîtina irqçî û faşîzan bi tena serê xwe welatekî îdare dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE