03 december 2017

Baweriya min bi serok û siyasetmedarên başûr qet nemaye

Em kurdên Kurdistana Bakur ji kêmaqiliya xwe, xwe di ber siyaseta serok û partiyên başûr da diqeherînin. Bi kêmanî ez bi xwe êdî wiha diffikirim.
Partiyên Kurdistana başûr qismek bi Tirkiyê ra, qismek bi Îranê ra û hinek jî bi herdu dewletan ra bûne goşt û nenûk, ji me bêtir bûne birayên hev.
Em kurdên bakur belaseb xwe di ber wan da diqeherînin, dibêjin çima wiha kirin, çima ev beyan dan, çima Nêçîrvan Barzanî wiha got, çima Selahedîn Bahaddîn pesnê Tirkiyê dide, filan û bîvan...
Birayên delal, partiyên Kurdistana Başûr, serok û siyasetmedarên wan Tirkiyê û tirkan, Îranê û farisan dijminê xwe nabînin, dost û mitefikê xwe dibînin.
Me kurdên bakur ev mesele hîn fêm nekiriye.
Ew û Tirkiye û Îran goşt û nenûk in, em nikanin xwe di nabêna wan ra kin...
Û heta ev kadro û ev serok li ser hukim bin ev îdeolojî ewê serdest be û tirk û faris ewê birayên wan bin. Û em kurdên bakur, rojava û rojhilat jî emê zarokên dêmariyê bin .....
Ev e rastî û heqîqet...
Dibê êdî em viy abibînin û zêde xwe nerûçikînin. Ew zanin ez çi dikin...
Berê min wer bawer dikir partiyên Kurdistana Başûr li gel hin kêmasî û şaşiyên wan jî yekîtiye netewî û Kurdistaneke serbixwe dixwazin, hedefa wan ev e lê di gihîştina vê hedefê da hin şaşiyan dikin. Lê belê hêdî hêdî, gav bi ga ewê çê bibe, dibê meriv hinekî sebir bike…
Lê piştî îxanta 16ê cotmehê û firotina Kerkûkê û hin bajar û deverên din û siyaseta wan ya piştî vê îxaneta mezin, derket ortê yek partî û yek serok jî yekîtiyê, dewletê û serxwebûnê naxwaze, PDK jî, YNK jî û Goran jî li pey petrolê, kursî û berjewendiyên xwe yên şexsî ne.
Hinek ketine himêza Tirkiyê û hinek jî ketine himêza Îranê û derketina ji himêza van dewletan jî halîhazir ne mimkûn e. Çimkî di gelek waran da pir ketine nava hev, bûne wek goşt û nenûk.
Kes serxwebûnê, Kurdistanê filan naxwwze. Şerê hemûyan li ser parvekirina petrolê û kusiyan e.
Em saf bûn, em bi demagojiyên wan dixapiyan, me digot belkî vana bi rastî li pey Kurdistaneke serbixwe ne.
Tiştekî wiha ji bin da tuneye, tu partî, tu serok ne li pey Kurdistaneke serbixwe ye, kes dewlet mewletê naxwze, hemû vir e.
Yê dewletê û serxwebûnê bixwaze, ewê siyaseteke li gorî wê bimeşîne. Lê vana ji Îranê û Tirkiyê bêtir neyarên hev in.
Ne mimkûn e PDK, YNK û Goran dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin, yekîtiyeke netewî çê kin û bi hev ra serxwebûnê bixwazin.
Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Çimkî nêteke wiha li ba kesî tuneye.
Di serî da PDK, Barzanî û malbata wî  û YNK û malbata Talabanî û merivên wî hemû jî li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ne. Kes naxwaze bi kesî ra bibe yek û dev ji îktîdarê berde.
Ne Barzanî û ne jî YNK naxwazin pêşmergeyên xwe bikin leşkerên dewletê. Çimkî bi pêşmergeyan dest dane ser îktîdarê û petrolê li hev par dikin. Lema jî kes naxwaze yekîtiyê filan çêke.
Lema jî piştî îaxaneta 16ê cotmehê ne kes ji hev xeyidî û ne kesî dilê hev hîşt û ne jî kes ji hev qetiya.
Fena ku qet tiştek nebûbe eynî taxim dîsa li ser hukim e, dîsa bi hev ra ne.
Heger bi rastî serxwebûn bixwestana di nava 26 salan da ewê bingeha dewletê danîna, aboriya xwe bikirana yek, leşkerên xwe bikirana yek, siyaseta xwe  bikirana yek, qase û xezîneya dewletê çê bikira û îro kurd nedikirn motajê pariyeke nan.
Lê derket ortê tiştek nekirine, qurişekî dewletê tuneye, nikanin du mehan meaşên karkiran bikdin.
Bi salan bi milyaran dolar petrol firotine û li hev parkirine. Her yek bi qasî qarûnekî zengîn bûye.
Û yên para xwe ji talanê kêm digirtin di 16ê cotmehê da Kerkûk firotin Bexdayê, gotin madem em naxwin, bira Barzanî jî nexwe, bira Bexda bixwe.
Netîce, ez bi xwe êdî qet bawer nakim li Kurdistana Başûr, heta ev partî û ev serok û kadro  li ser hukim bin tu tişt çê bibe.
Rewşa herî baş ewê wek dema Seddam be. Ew jî ji ber ku Amerîka naxwaze Bexda statuya wan ji kok da ji ortê rake.
Lê partiyên başûr ji vî halê xwe pir razî ne, heger Bexda hineke pere bide wan problem hel dibe. Ji xwe ew jî ne li dû tiştekî zêde ne.
Bi kurtî heger li başûr mucîzeyeke nebe tu hêviyeke min ji van partî û van siyasetmedar û serokan tuneye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE