12 december 2017

Hec li kurdan nakeve

Miletê bindest wek merivê kole ye, hec li koleyan nakeve
Ji ber ambargoya Bexdayê kurdên başûr îsal ewê nikanibin herin Hecê
Ji ber Îraq destûrê nade seferên balafiran yên Başûrê Kurdistanê, lema jî kurd ewê îsal nikanibin herin Hecê û Umreyê.
Yanî çûna kurdan a Hecê girêdayî destûra Ebadî ye.
Kurdê bindest û perîşan, kurdê bêdewlet, bênasname, bêpasaport, bêbalafir. Dixwaze here hecê…
Kurdê ancax bi destûra welateke din kane ji welatê xwe derkeve, dixwaze here Hecê...
Kurdê perê di bêrîka wî da perê dewleteke din e, dixwaze here Hecê…
Kurdê welatê wî ji alî erebên Îraqê ve hatiye dagirkirin, dixwaze bibe hecî…
A ev kurd dixwazin ji gewriya zarokên xwe qut bikin û here Hecê, çend qurişên kom kirine herin bidin ereban…
Li Kurdistanê bi hezaran feqîr û bêkar hene.
Ev çend meh in bi hezaran mamoste, mamûr û pêşmerge bêmeaş in, bêmûçe ne. Hukûmet nikane meaşê mamûr û karkirên xwe bide.
Lê ji welatekî wiha perîşan û belengaz dîsa jî li dora 80-100 hezar kurdî dixwazin herin Hecê…
Bi dîtina min hec li kurdan nakeve.
Miletekî bindest, hewqasî feqîr û belengaz ne rast e here Hecê.
Heca me welatê me ye, bajar û gundên me ye. Alîkariya bi sêwî û feqîrên kurd ra ye…
Yên dixwazin herin Hecê, bira perê xwe bidin xizan û hejarên kurd.
Li Kurdistanê bi hezaran sêwî hene, bira bidin wan.
Bira bidin kurdên Kirmanşanê û yên herêmên erdhejê(bûmelerzê, zelzeleyê).
Bi hezaran kurd di vê sar û sermêyê da hîn li çolan in. Alîkariya bi van kurdan ra heca herî mezin e.
Bira perê Heca xwe bidin kurdên Şengalê, kurdên hîn li vir û li wir kamp û çadiran da ne.
Alîkariya bi van kurdan ra û bi zarokên wan ra heca herî mezin e.
Dibê alimekî kurd rabe û di vî warî da fetwayekê bide, bibêje Hec li kurdan nakeve.
Alîkariya bi kurdên Kirmanşanê ra, alîkariya bi kurdên li Başûr û li Bakur di kampan da ne bi qasî çûna Hecê sewab e, xêr e…
Kurdê aqilê wî hebe, kurdêî ûjdanê wî hebe naçe Hecê û perê xwe nade erebên neyarên qewmê xwe, ewê bide feqîr û fuqerayên xwe…
Sala borî ji Kurdistana başûr li dora 85 hezar kesan çûne Hecê. Heger Ebadî destûrê bide Îsal jî ewê hewqas kes herin perê xwe bidin ereban…
Miletê bindest wek merivê kole ye, hec li koleyan nakeve

XXX


Qasim Sulêmanî gotiye "ew hazir in Qudisê biparêzin."
Xwezî we tiştekî wiha bikira, hûn biçûyana hawara filistîniyan.
Lê Îsraîl ne kurd in, ewê devê we biçirîne.
Hûn jî viya baş zanin.
Heger we biwêribiya, heger çavê we û dewletên musliman Îsraîl bibiriya we ji zû da êrîş kiribû.
Lê hûn jî û 23 dewletên Ereb jî hûn newrînin herin ser Îsraîl.
Heta nuha we sê caraan teşebus kir lê hersê caran jî hûn poşman bûn.
Pêlewanê virek ji têkçûnê têrnabe....
Îsraîl wa ye li wir e, heger hûn mêr in, hegr hûn viran nakin herin...
Lê hûn tenê xurtê kurdên bêpişt û bêdewlet in...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE