09 december 2017

Kurdên bi dev kurd in lê bi dil û aqil tirk û ereb in

Kurdekî bi navê ”Şik Manol” di twîtta xwe da tepîteke tarîxî kiriye, li ser kurdên ne xwe ra, kurdên aqilê wan ji kîsê xelkê ye gotiye:
”Ez 20 salan bi apociyan ra geriyam. Min digot belkî ez kurd im. Piştî min Îbrahîm Xelîl Baran nas kir, min ferq kir ez ne kurd bûme….”
Bi dîtina min îtîrafeke rast û tespîteke tarîxî ye.
PKKê di tarîxa xwe da gelek tiştên baş kirin, lê eynî PKKê bi îdeolojîya xwe ya çep û bi siyaseta xwe ya ”Tirkîyetiyê” kurd ji kurdatiyê dûr xistin, kurdayetî, nasyonalîzma kurd ji dil û mejuyê kurdan derxist û kurd pûç kirin.
Helbet ne PKKê tenê, hêzên îslamî û hin grûbên çepên kurd jî eynî tişt kirin. Wan jî kurd bi dîn, bi îdeolojiya îsalamî û bi îdeolojiya çepîtiyê û ”înternasyonalîzmê” kurd ji kurdayetiyê dûr xistin, hestên netewî bi kurdan ra nehîştin, kor kirin.
Lema jî îro li Diyarbekrê, li Batmanê û gelek bajarên din yê Kurdistanê bi hzaran kurd ne li dijî zulma li ser xwe, ne ji bo Kerkûkê, Xurmatoyê, Kobanê, Sûrê, Nisêbînê, Şirnaxê û Şengalê dimeşin, ji bo Urşelîmê(Qudisê) Amerîkayê û Îsraîl protesto dikin.
Heger bi kurdan ra, bi hêzên îslamî ra hest û şûra netewî hebûya ewê hîn piştgiriya AKPê nekirana, ewê ne ji bo filistîniyan, ji bo xwe bimeşiyana, ewê  doza mafê xwe bikirana, ewê bixwestana  bibin xwedî welat û paytext.
Lê tiştê îro em dibînin kîtleya ji bo filistîniyan dewletê dixwaze ji bo xwe naxwaze, hetta tiştekî wiha ji xwe qet nayê bîra wan jî….
Çimkî ew bi dev kurd in lê bi hisên xwe, bi aqilê xwe ne, bi îdeolojiya xwe ne kurd in. Aqilê wan ne ji kîsê wan, ji kîsê xelkê ye. Lema jî tim ji leşkerên xelkê ne.
Ev jî sûcê siyasetmedaran û partiyên kurd e, wan zanîn û şiûrekî netewî nedana milet, wan bi îdeolojiyên xelkê kurd gêj kirine,
kirine xerîbên xwe û welatê xwe…
Gelek kurd heyranên Edward Saîdê filistînî ne, wî wek ronakbîrekî mezin dibînin.
Lê zulma li kurdan dibe tu carî bala Edward Saîd nekişandiye, wî tu carî piştgirî nedaye şer û daxwaza kurdan ya azadî û serxwebûnê. Heta ne tenê qala kurdan nekiriye, piştî qetlîama Helebçê di sala 1991ê da di kovara London Review of Books da gotiye kurd viran dikin, Saddam li hemberî kurdan sîlehên kîmyayî bi kar neanîye, xwestiye wê qetlîama mezin têxe hustuyê Îranê.
Esas filstînî tu carî kurdan naxin dewsa însên û wan wek miletekî nabînin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE