02 december 2017

Zimanê meriv çermê meriv e..

Nivîskarê fînî Anttî Jalava li ser jiyana xwe ya zaroktiyê ya li Swêd û li ser muhîmiya zimanê dayikê çend gotinên nemir kirine, gotiye:
“Şexsiyeta meriv bi zimanê meriv şikil digre. Zimanê meriv çermê meriv e. Zimanên din jî wek kincên meriv in. Ew kanin ji bedena meriv ra bibin ya jî nebin, dema ew ji meriv ra nebin meriv kane wan biguherîne. Lê meriv tu carî nikane çermê xwe biguherîne.
Zimanê min ê fînî çermê min e, hewa min e, berfa min e, xezeba min e, derd û xema min e. Dibê meriv bizane guhertina kulturê ne hêsa ye, zimanê dayikê tiştekî têkiliya wî bi nasnameya meriv ra heye."
Li Kurdistana Bakur dewleta tirk zimanê me kiriye kincên me û zimanê tirkî jî kiriye cermê me. Lema jî roj bi roj kurd dev ji kurdî berdidin û tirkî dikin zimanê dayika xwe. Çimkî tirkî êdî bûye çermê kurdan,

Hin kes van gotinên nivîskarê fînî Anttî Jalava dikin gotinên Mîr Celadet Bedirxan, lê ne rast e. Xwediyê van gotinan Antti Jalava ye. Nivîskarekî fînî ye.

XXX


Mirazê Cemal gotiye: ”72 salên min temam bûn, ez hatime rû cîhanê. Lê xwezil ez nebûma û min awqas derd û kulên gelê xwe nedîta.”
Bi texmîna min ne Mirazê Cemal tenê, kêm zêde hemû kurd wek wî difikirin.
Û heta em kurd bindest û bêdewlet bin hestê me ewê tim ev be, emê di hundurê xwe da tim bibêjin xwezî ez tunebûma, xwezî ez nehatama dinyayê. Xwezî ez di zaroktiya xwe da miribûma û min hewqas zulm û hovîtiya li me dibe nedîta…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE