31 januari 2017

Nabe em bibêjin îcar jî nebû careke dinê!


Dibê em kurd, ilim jî serok û siyastmedar, di şert û mercên herî zor û xerab da jî bêhêvî nebin; ji dîtina riyekê hêviya xwe nebirin.
Çimkî yê rêyekê raberî însên dike hêvî ye, baweriya biserketinê ye... Gava hêvîya ji dîtina riyekê, ji dîtina çareyekê were birrîn serketin tu carî ne mimkûn e…
Kurd mecbûr in ji bo yekîtiyê û serketinê xwedî hêviyeke xurt bin, wekî din tu rê û çareyeke wan tuneye…
Vê carê em mecbûr in qezenc bikin !
Nabe em bibêjin îcar jî nebû bi xêr careke dinê !

XXX
Ji Mistoyê gêj pirsîn, gotin:
-Kuro ji bo çi tu gav û seetê ehmeqiya xwe nîşan didî?
Got:
-Ma bi veşartinê ewê çi fêde bigihîje min?
Xwezî hemû biaqil hewqasî biaqil bûna...

XXX
Heger ne derew e carnan bi şev jî kur bike…
Sofîyê pirpirî riya xwe kur kir, melhem û lewante jî baş di xwe da û dû ra jî çû xwe da ber neynikê.
Xanimê di bin çavan ra lê dinerî. Camêr mizicî û ji xanimê ra got:
-Sibehan dema ez riya xwe kur dikim, bi kêmanî deh salan ciwantir dibim...
Xanim keniya û got:
-Ê ku ne derew e, carnan bi şev jî kur bike, qenekê ewê bi kêrî tiştekî bê…

XXX

-Li dinyayê merivên biaqil dibin lîder, yên çarçav dibin milyarder û yên dilpak û saf jî tim dibin têkoşer.

Li Kurdistana başûr şerê partiyan li ser petrolê û kursiyan e

Mihemed Hecî Mahmûd: Li Herêma Kurdistanê her 5 partî jî xwedî şîrketên petrolê ne

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mahmûd, ji radyoya Dengê Emerîka beşê kurdî ra gotiye 5 partiyên Kurdistanê yên sereke xwedî şîrketên petrolê ne. Û gelşa di nabêna wan da jî ne siyasî ye, li ser kar û qezenca petrolê ye.
Hecî Mahmûd numûne daye û gotiye, ”PDKê, YNKê, Goranê, Yekgirtû û Komelê piştî avabûna kabîneya 8ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 şîrketên petrolê damezrandin û bûn xwedî parzîngehên neftê.”
Hecî Mahmûd gotiye, ev her 5 partî ne li dû xizmeta ji gel ra ne, ew li dû hukumraniya xwe ne.
 Li gorî îdîa Hecî Mahmûd, gelşên di nabêna PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê da ”ji bilî dabeşkirina saman û dahat û postan ne li ser tiştekî din e. Û tişt miştên di warê siyasî da di telewîzyonan da dibêjin û nîqaş dikin jî, di kombûnan da nehatine behskirin.”
Ji xwe heger mersele ne kara petrolê û kursî bûna ji zû da li hev kiribûn. Ji ber ku şer li ser pera û kurdiyan e lema jî li hev nakin û yekîtiya netewî çê nabe.
Lê vç şerê berjewendiyê jî wek konfilîlteke îdeolojîk û siyasî difroşein me.
Hecî Mahmûd, ev rastî eşkere gotiye, çimkî ew tu carî nakeve nava karên weiha û tenezulî tiştên wiha jî nake....


30 januari 2017

Çîroka Hz. Îsa û ehmeqan


Rojekê Hz. Îsa pir bi tirs li pey xwe dinêrî û direviya.
Vê yekê bala yekî kişandiye û ji Hz. Îsa ra gotiye:
“Ez li pey te kesî nabînim, lê belê tu direvî, ma tu ji ber kê direvî?”
Hz. Îsa bersîv nedayê û reva xwe dom kiriye.
Meraqa mêrik zêdetir bûye, daye dû. Xwe gîhandiyê û bi dengekî hêlî jê ra gotiye:
“Hela hinekî bisekine û derdê xwe bibêje. Min reva te pir meraq kir, li pey te ne însan heye û ne jî heywan.  Ev reva te ji ber çi ye?”
Li ser vê Hz. Îsa sekinîye û ji mêrik ra gotiye:
”Ez ji ber ehmeqekî direvim.”
Mêrik gotiye:
-Ma yê koran bi çav û kerr û lalan jî bi guh, bi zar û ziman dike ne tu yî?
Hz. Îsa gotiye:
”Erê ez im…”
-Yê miriyan sax dike ne tu yî?
”Erê ez im…”
-Yê ji axê ruh dide teyr û tulûran ne tu yî?
”Erê ez im…”
Li ser vê mêrik  bi meraqeke hîn mezintir gotiye:
-Hz. Îsa yê hewqas mûcîze dixuliqîne, çima ji ber ehmeqekî direve?
Hz. Îsa gotiye, nuha baş guh bide min, hemû tiştên te gotin rast in. Min ji bo koran dua kir çavên wan vebû...
Min ji bo kerran dua kir guhên wan vebû…
Min ji bo miriyan dua kir, ruh ket bedenên wan…
Lê belê min kir û nekir, min nikanîbû tiştekî têxim dil û serê ehmeqekî.
Pê ra peyivîm tiştek neket serî.
Min xwend dilê wî nerm nebû…
Min bi sedan carî xwend pere nekir…
Hezar carî pê ra peyivîm pere nekir…
Min hezar carî  îzah kir fêm nekir…
Ehmeq bû kevirek û sekinî, min tiştek nexist serî û nexist dil…
Ne serê wî û ne jî dilê wî tiştek qebûl nekir…
Lema jî min fêm kir ku ehmeq kanin her xerabiyê, her nerindiyê bikin. Lema jî ji ber hemû ehmeqan direvim…
Rast e, derdê ehmeqan nayê kişandin.
Çare, dibê meriv ji ber ehmeqan bireve.
Lê ya xerab ehmeqê herî ehmeq  jî xwe ehmeq nabîne, her kes ji aqilê xwe razî ye…

Seydayê  goruhişt Şêx Evdirehmanê Axtepî jî li ser ehmeqan gotiye:

Bila çel sal di zindanan da bimînim
Her roj sed mar û dûpişkan bibînim
Li hevrazan tayê aşan bikişînim
Li berwaran pezkûviyan biçêrînim
Zivistanan li ser avan bimînim
Ne ku carek yekî ehmeq bibînim


///Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şorên çort û vala...


Dinya alem zane li Tirkiyê ”E”ya edaletê jî tuneye, lê Bekir Bozdagê me dîsa jî wezîrê edaletê ye.
Ev jî îroniyeke mexsûsî tirka ye.
Ji bo ku Yûnanîstanê tirkên îltîca kirine nedane Tirkiyê, Bozdag xwe pir aciz kiriye û gotiye:
”Ji bo ku zilamên Fetulah zirar dane Tirkiyê, bi Tirkiyê ra îxanet kirine lema Rojava wan diparêze. Ji nuha û pê da kî çi miamelê bi me ra bike, emê jî eynî miamelê bi wan ra bikin. Emê li gorî esassê muteqabîliyetê bersîvê bidin.”
Biçirrîne…
Belengazê Xwedê, yekî nizanibe ewê bibêje belkî ji Yûnanîstanê û Ewrûpayê her roj bi sedan, bi hezaran însan ji ber zulm û terora dewletên xwe dirivin Tirkiyê.
Kurro li Ewrûpayê bêyî Tirkiyê însan ji kîjan welatî direvin?
Ne tenê îro însan ji Tirkiyê direvin, ev 90 sal in bi milyonan tirk û kurd ji Tirkiyê reviyane.
Li Ewrûpayê bi milyonan tirkên ji birçîna û ji ber sebebên diyasî reviyane hene.
Ji roja hûn Tirkiye ava bûye û vir da ye hûn bûne bela serê Ewûpayê; geh ji birçîna û geh ji ber zulmê û neheqiyê direvin Ewrûpayê.
Îktîdara we ya faşîst jiyan li kurdan û li her kesê muxalif kiriye zindan, di hefsan da cî nemaye, di kawişan da însan bi dor radikvin.
Îcar efendî jî ewê bersîva Ewrûpayê bide (!)
Wek hemşeriyên min rihayê dibêjin, şorên çort û vala…

XXX
Vê kakofoniyê guhên min kerr kir !
Tirkan, asîmîlasyonê em gêj kirine, em dikin nakin, em nikanin riya xwe rast bikin.
Yek dide ser riya rast, deh didin ser xaçeriyên şaş.
Yek dibêje azadî, serxwebûn, deh dibêjin na, bindestî û koletiya tirkan baştir e.
Di van 90 salên borî da tirkan bi perwerdeya xwe, bi dîn û bi îdeolojiyên çep û rast mejuyê me baş çelqandine.
Li ser merseleyeke herî biçûk, herî basît jî em li hev nakin û perçe perçeyî dibin.
Numûneya herî dawî dîtin û fikrên kurdan û partiyên kurd yên li ser referandûmê ye..
Ji her serîyekî dengek derdikeve, li ortê kakofoniyeke guhên meriv kerr dike heye..

XXX
Em kurd wek teyrê başksiketîne,
ji hewa da ketine erdê û dikin û nakin, nikanin bifirin.
Em li bilindiyan, li perên asîmanan dinêrin
û keserên kûr dikşînin, nikanin bifirin.
Em kurd teyrê baskşikestîne,
mane li erdê,
nikanin bifirin...

29 januari 2017

Tirkî bûye destar û me dihêre û dihêre



Gava ez kurdên bi tirkî dinivîsin rexne dikim ez nabêjim her tiştê kurd bi tirkî dinivîsin xerab e, di warê siyasî da feydeyê nagihîne kurdan.
Bêguman feydeya nivîsên tirkî jî heye, di warê siyasî, îdeolojîk, întellektuelî, dîrokî û hwd. ew jî xizmeta şiyarbûna kurdan dikin.
Bi riya nivîsên tirkî jî meriv kane xwe nas bike û bi kurdbûna xwe bihese, dîroka xwe fêr bibe, zanebûna xwe ya tevayî zêde bike…
Û gelek kurd bi riya tirkî bi kurdiya xwe hesiyane û dû ra jî bûntêkoşer û siyasetmedarên kurd.
Ev bi her zimanî mimkûn e.
Di rexneyên xwe da ez viya înkar nakim.
Ez dibêjim bi van feydeyan ra tirkî zirareke mezin jî dide kudan, kurdan asîmîle dike, rê li ber pêşketina kurdî digre.
Yanî qala zirara tirkî ya asîmîlekirina kurdan dikim.
Tirkî bi naveroka xwe çi feydeyê bigihîne kurdan jî di netîceyê da wasiteyeke asîmîlasyonê ye, kurd pê dihelin.
Nivîsên bi tirkî, muzîka bi tirkî bi alliyên xwe yên pozîtîv ra, kurdan ji ziman û kultura wan dûr dixe, dibe destar û kurdan dihêre.
Em bixwazin, nexwazin kurdên bi tirkî dinivîsin xizmeta vê yekê dikin, kara wan digihîje dewletê û zirara wan digihîje kurdan.
Rê li ber pêşketina kurdî digre.
Nahêlin kurd tiştekî bi kurdî bixuliqînin.
Lema dewlet zimanê kurdî nake zimanê perwerdê, dixwze kurd tenê bi tirkî binivîsin.
Çimkî tirkbûna kurdan ji asîmîlasyonê derbas dibe, ji bo ku kurd bibin tirk, dibê zimanê xwe ji bîr bikin, dibê asîmîle bibin.
Heger em bi kurdî nenivîsin edebiyata kurdî çê nabe, zimanê kurdî bi pêş nakeve.
Em bi kurdî muzîkê çê nekin, muzîka kurdî çê nabe.
Gava nivîskar, rojnamevan, şair û romanciyên me tunebin edebiyata me jî çê nabe.
Û gava edebiyat tunebe milet jî nabe milet.
Miletek bi zimanê xwe, bi muzîk, kultur, folklor, zargotin û muzîka xwe heye.
Yanî ji bo kurd wek milet hebe, dibê edebiyata wî jî û muzîka wî jî hebe û ev jî bi zimên dibe.
Heger em van tiştan bi tirkî bikin dibe yên tirkan.
Em nikanin him bibêjin ev rast e û him jî nekin.
Lê belê zahmet e, jê ra wext dixwaze.
Heta her kes nikane xwe bi guherîne û kurdî fêr bibe.
Ez viya fêm dikim.
Lê yên kanin bikin dibê bikin, yên bi kurdî zanin dibê bi kurdî binivîsin. Yêna kanin fêr bibin dibê fêr bibin.
Şaîr Nabî (1642-1712)  jî kurd e û Melayê Cizîrî (1570- 1640) jî  kurd e.
Lê ji ber ku Nabî bi tirkî(osmanî) û Melayê Cizîrî bi kurdî nivîsîye, Nabî şairekî tirk e û Melayê Cizîrî jî şairekî kurd e.
Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, lema tiştê nasnameya nivîskar ya hunerî tayin dike ne qewmê wî ye, zimanê wî yê nivîskariyê ye.
Ev pîvan ji bo hemû şair û nivîskarên kurd yên nuha jî derbas dibe, kurdên bi tirkî dinivîsin, şair û nivîskarên tirk in û yên bi kurdî dinivîsin jî şair û nivîskarên kurd in.
Ev nayê wê maneyê yên bi tirkî dinivîsin merivên ne kurd in û xerab in. Na, ez qala zimên û asîmîlasyonê dikim.
Mersele, Orhan Kotan, Yilmaz Odabaşi, Hîcrî Îzgoren , Yaşar Kemal kurd in, lê  şair û nivîskarên tirk in, ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmet kirine.  Û di ferhengên tirkî yên edebî da jî wek nivîskarên tirk tên qebûlkirin.
Lê belê Arjen Arî şairekî kurd e.
Rojen Barnas şarekî kurd e.
Hesenê Metê nivîskarekî kurd e.
Enwer Karahan nivîskarekî kurd e.
Yanî hemû nivîskarên bi kurdî dinivîsin, nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmetê dikin û kirine.
Û nivîskarên bi tirkî dinivîsin jî nivîskarên tirk in û ji edebiyat û zimanê tirkî ra xizmetê dikin, bexçeyê tirkî geş dikin.
Meriv kane eynî tiştî ji bo Ahmet Kaya û Şivan Perwer jî bibêje.
Ahmet Kaya kurd e, lê stranbêjekî tirk e.
Gava tirk ji Ahmet Kaya ra dibêjin hunermendekî tirk rast e.
Lê Şivan Perwer hunermend û stranbêjekî kurd e.
Eslê wî çi be jî ew hunermendekî muzîka kurdî ye.
Tirk nikanin Şivan Perwer bikin tirk. Çimkî muzîka wî bi kurdî ye.
Heger wî jî wek Ahmet Kaya bi tirkî bistira ewê jî stranbêjekî tirk bûya…
Bi kurtî meriv di kîjan taximê futbolê da bilizîe, meriv lîstikvanê wî taximî ye û ji bo wî taximî golan davêje, ne ji bo qewmê xwe û welatê xwe.
Ziman jî wiha ye…
Çend şair û nivîskarên me yên klasîk hene. Wek Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî , Ehmedî Xanî û çend kesên din. Heger wan bi kurdî nenivîsîbûna nuha edebiyateke me ya kalsîk tunebû.
Di dema Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî da miheqeq gelek şairên din jî hebûne, lê ji ber ku wan bi kurdî nenivîsîne, bi tirkî û bi erebî nivîsîne, lema jî îro ew ne malên me ne, em qala wan nakin, em bi Melayê Cizîrî, Mlayê Batê û Ehmedê Xanî pesnê xwe didin û îftîxar dikin.
Îro jî eynî tişt e, berhemên kurd bi tikî dinivîsin dibin malê tirkan û yên bi kurdî dinivîsin jî dibin malê miletê kurd…

Gayê pîs tim golik e



Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e...

XXX
Heraret di nar da ye, di sêlê da nine
keramet di serî da ye, di tacê da nine,
tu li çi digerî, li ba xwe lê bigere
Quds jî, Mekke jî, li hecê nine
///Hecî Bektaşî Welî
Kurmanciya wê: Zinarê Xamo

XXX
-Gul, lale, hemû çîçek diçilmisin, pola û hesin dişkê, lê belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…
/// Nietzsche

XXX
Ev xort(Seydo Turgut) hemşeriyekî min e, ji Wêranşara xopan e. Em nuh bûn hevalên hev ê facê. Min ev nivîsa wî(Zavalli Tirşikçi) pir eciband. Qelemeke hêja ye.
Nivîs bi tirkî ye, xwezî bi kurdî bûya. Lê dîsa jî hêjayî xwendinê ye.
Ji ber ku xortekî wiha zane, mirovhez, kurdperwer û dijminê şelafan ji Wêranşarê derketiye pir kêfa min hat.
Her cara ez rastî kurdên wiha welatperwer û neyarên tirşikçiyan têm pir dilşa dibim, lê belê gava kesên wiha ji bajarê zaroktîya min, ji Wêranşarê bin bêtir pê kêfxweş û serbilind dibim.
Em hîn nuh bûne hevalên hev yên facebookê, min wext nedît baş li malpera te binêrim. Lê gava wexta min çê bû ezê nivîsên te yên din jî bixwînim.
Ev nivîsa te gelkî bi dilê min e. Çi heyf ku di nava kurdan da şelafên neyar û tirşikçî pir in û yên eşkere li dijî wan hindik in. Lema jî gava ez rastî kesênwek te têm gelkî kêfa min tê.
Hêvî dikim tu bi kurdî zanî, tu ne ji wan kurdên kurdînezan î.
Heger tu ji wan bî ewê gelkî heyf be…
Çimkî li Wêranşarê ji berê da grûbek kesên kurdînezan hebûn, lê di pey min ra, di van salên dawî da ev jimar gelkî zêde bûye.
Dibê li Wêranşarê kurdî bi pêş keve. Hewcedariya Wêranşarê bi nivîskarên kurd heye..
Heger tu bi kurdî zanî dibê tu hêdî hêdî dest bi nivîsên kurdî bikî. Ne tirse, hêdî hêdî meriv fêr dibe û xwe bi pêş dixe.
Li gorî îmkanên xwe ez her tim amade me alîkariya hemşeriyê xwe bikim.
Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.

28 januari 2017

Ya îcar Erdogan ewê çi bike?

Ji ber ku Emerîkayê ji PYDê û YPGê ra negot ”terorîst” û têkilî û piştgiriya xwe ya bi wan ra qut nekir, Tirkiyê xwe ji Emerîka xeyidand, ji Emerîka ra got û ”hûn hevaltiya terorîstan dikin, terorîstê baş û xerab tuneye, hemû rêxistinên terorîst bi qasî hev xerab in.”
Û lema jî Tirkiyê wek şantaj xwe nêzî Rûsyayê kir, Erdogan dostanî û muhebeta xwe ya bi Pûtîn ra pir pêş da bir û Pûtîn wek ”birayê xwe yê ezîz” îlan kir.
Lê ya xerab wa ye Rûsyayê jî nûnerê PYDê Fransayê Xalid Îsa do vexwend Moskovayê û rûs pê rûniştine.
Xalid Îsa, bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û cîgirê wî ra civiya ye û herdu aliyan li dîtin û pêşniyarên hev yên li ser destûra Sûriya nuh guhdarî kirine.
Yanî bi kurtî, wa ye Rûsyayê jî tirkên me xeyalşikestî kir û bi PYDê ra rûnişt û him jî  di mistewa wezîrê derve da .
Li gorî tirkan,  Rûsyayê ew xapandine û "Moskovayê qazix xistiye wan"
Li gorî agahiya Xalid Îsa û berdevka Pûtîn, Rûsya dibêje dibê PYD jî beşdarî civînên Cenevreyê bibe û sîstema Sûriya nuh jî dibê federasyon be, dibê kurd jî bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Meriv kane bibêje Rûsyayê ji Emerîkayê  jî xerabtir kir…
Ez meraq dikim, Erdogan ewê nuha çi bike û ji ”birayê xwe yê ezîz” Pûtîn ra çi bibêje?
Gelo Erdogan ewê Rûsyayê jî wek Emerîkayê afaroz bike û bibêje hûn piştgiriyê didin terorîstan, hûn çawa kanin qala ”federasyonê bikin” ya jî ewê devê xwe bigre û li mala xwe rûne?
Heta nuha ji Tirkiyê deng derneketiye, Erdogan negotiye ”hey Pûtîn”, tu çawa bi nûnerê terorîstan ra rûdinî !
Ez bawer dikim fêm kirin ev îş bi qebedayîtiyê, bi gefan nabe, ew hinekî din jî xwe tev bidin, ewê bêtir li zirarê derkevin.
Çimkî tiştekî ku deynin hemberî Rûsyayê û Emerîkayê tuneye, ev yek ji qama wan dibuhere.
Ya herî baş giran bin û xwe bêtir rezîl û riswa nekin…
Hesabê şaş ji Bexdayê vegeriya, nuha jî dora Şamê ye, ewê ji Şamê jî vegere.
Çawa kurdên başûr ew pîs kirin û hemû gef û fortên wan bi wan dan xwarin, zû dereng kurdên rojava jî ewê eynî tiştî bînin serê wan, ewê jî wan poşman bikin.
Neyartiya kurdan ewê li ser wan gelkî buha rûne…

Helbet Hasan Rûhanî ewê li dijî dîwaran be !

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, li dijî biryara serokê Emerîkayê Donald Trump ya lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê derketiye û gotiye:
 ”Nuha ne wext e meriv di nabêna miletan da dîwaran lêke. Dîwarê Berlînê berî nuha bi salan hilweşiya. Heger di nabêna miletan da dîwar hene, dibê vana hemû ji ortê rabin…
Ji bo ku bi milyonan însan kanibin ji Îranê û ji welatên musilman birevin Rûhanî li dijî lêkirina dîwaran e…
Helbet Rûhanê ewê li dijî hemûna dîwaran derkeve û bixwaze sînorên Emerîka û Ewrûpayê ji milyonan çeteyên îslamî û koçberên musilman yên feqîr û belengaz re, yên ji birçîna û ji ber zulm û terora Rûhanî û welatên musilman direvin ra vekirî be.
Çimkî dinya jî xera bibe kes naçe îltîcayî Îranê û Afganîstanê, Pakîstanê, Fasê, Sûriyê, îraqê  û welatên Afrîka nake.
Ji Asya û Afrîakayê bi milyonan însanên feqîr  û îslamîst berê xwe didin Ewrûpa û Emerîkayê.
Rûhanî baş zane ji Ewrûpayê kes naçe îltîcayî Îranê û welatên musilman nake, ji Afrîkayê, Asyayê, Sûriyê û Îraqê bi milyonan keçber û çete berê xwe nadin Îranê.
Lema jî Rûhanê pir rehet demagojiya rakirina sînoran dike û xwe ”humanîst” nîşan dide.
Gava li Ewrûpa û Emerîkayê sînor tunebin, her kes kanibe bi rehetî here van welatan, Rûhanî  û hemû dîktatorrên musilman û Efrîqî ewê ji milyona feqîr û muxalifên xwe xelas bibin.
Ji viya çêtir ?
Kindira(benê) Rûhanî di destê wî da ye û vînc û celadên wî jî li pey wî ne, rojê çend kurd û muxalifên xwe li meydanên bajaran bi darda dikin.
Ew baş zane dinya xera bibe jî kes naçe Îranê. Lê yên dixwazin ji Îranê birevin bi milyonan in.
Lema jî efendî li dijî lêkirina ”dîwarên di nabêna miletan”  da ye, dibêje gerek di nabêna miletan da dîwar tunebin.
Lê ne Rûhanî tenê, serokên hemû welatên musilman eynî tiştî dibêjin, dixwazin Ewrûpa hemû feqîr û fuqeraya wên, hemû terorîst û cîhatçiyên wan qebûl bikin.
Ji bo ku Ewrûpayê jî bikin wek welatên ereb û musilman…
Û ji xwe li hemû welatên Ewrûpayê getoyên wiha çê bûne jî. Li gelek taxên Swêd civat û dewleta ”paralel” ya îslamî çê bûye, her roj teqereqa sîlehan e çete hev û du dikujin. Polîs jî nikanin têkevin wan deran.
Ma sînorên Afganîstanê, Lîbyayê, Sûriyê, Îraqê, Îranê. Pakîstanê, Bengladaşê û welatên Afrîkayê hebe çi ye , tunebe çi ye?
Hûn zêran bidin însanan jî kes naçe van welatan, belovacî wê her kes ji van welatan direve.

Ev çito îş e min fêm nekir !

Ji bo ku polîs bigrin ser mala te û te bigre êdî ne hewce ye te ”sûcek” kiribe, li dijî Erdogan û hukûmeta AKPê tiştek gotibe ya jî nivîsîbe. Parvekirineke te ya facê û twitterê jî, ecibandina te ya karîkatorekî jî ji bo girtina te têrê dike û zêde ye jî.
Meriv nizane bikene, nizane bigrî…
Ev çito îş e min fêm nekir.
Dewlet gava dewleteke tiroviro, xwedêgiravî dewlet be, zulm û neheqî, bêdadî dibe beşekî jiyana însanan…

XXX
”NA” ya ji qanûna bingehî ya nû ra ”ERÊ” ya, parastina ya kevn e. BOYKOT redkirina herduyan e. Herdu jî bi qasî hev antî-kurd in.
Dibê di referandûmê da kurd nîşan bidin ew ne bi yekê ra ne jî, ew herdu qanûnên bingehî jî red dikin…
Riya vê jî "BOYKOT" , raya vala ye...
Heger hemû partiyên kurd kanibin bi hev ra biyareke wiha bigrin û şêleke wiha diyar bikin pir baş e.
Hinek dibêjîn efendim ”boykot tê wate ya destekkirina Erdoxan û dîktatoriya wî.”
Demagojiyeke pir erzan e, esas "NA" piştgiriya kemalîstan û parastina destûra kevn e.
Em bibêjin "NA" jî û "ERÊ" jî Erddogan li ser hukim e û wek xwe dike.
Gava tu ji destûra bingehî ya nuh ra bibêjî "NA", maneya xwe tu ji ya kevn ra dibêjî "ERÊ" !
Tu dibêjî bira ew bimîne.
Lê gava tu BOYKOT bikî, raya vala bidî, tu herduyan jî red dikî...
Ji bo fêmkirina vê rastiyê ne şert e meriv zêde biaqil be...
Demagojiyeke pir erzan e, esas "NA" piştgiriya kemalîstan û parastina destûra kevn e.
Gava tu ji ya nuh ra bibêjî "NA", maneya xwe tu ji ya kevn ra dibêjî "ERÊ" !
Lê gava tu BOYKOT bikî, raya vala bidî, tu herduyan jî red dikî...
Ji bo vêmkirina vê rastiyê ne şert e meriv zêde biaqil be.


27 januari 2017

Lanet li we û li dewleta we were !


Ez girtina aktîvîsta kurd Zozan Ozgokçeyê bi şîdet şermezar û rûreş dikim. 
Girtina Zozan Ozgokçeya dayika pitikeka/zarokeka 2 salî zulm e, îşkenceyeke pir hovane ye.
Ji bo ku meriv li ciyê rehetiyê dayika zarokeka biçûk bigre dibê meriv ji însaniyetê dûr ketibe..
Zozan Ozgukçeyê tu sûc nekiriye.
Zozanê jiyana xwe weqfî başiyê, rindiyê û alîkariya jinên feqîr, hejar kiriye.
Ji ber ku hûn xwedî dewlet in, ji ber ku polîs û leşkerên we ye heye ma qey hûnê çavê me derxin, ma qey hûnê ruhê me bigrin, ma qey hûnê jiyanê li hemû kurdan bikin zindan?
Û ji xwe we eynî wisa jî kiriye…
Lê ev zulm û çavsorî ewê ji we ra nemîne.
Bi girtina Zozanê hûn nemirovî basîtiya xwe nîşan didin.
Nalet li we û li dewleta we were!
Bimre faşîzim!
Bimre zorbatî!

XXX
Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran, bi riya birayê xwe Omer Farûk Baran mesajek ji dost û hevalên xwe ra, ji gelê xwe ra şandiye, gotiye:
”Ez dewrêşekî Kurdistanê me, ezê waaza(axaftina li ser) dînê heqîqetê bidomînim. Gerek dewleteke kurdan hebe”!
Li gorî Omer Farûk Baran gotiye, Îbrahîm Xelîl Baran nuha li Rihayê di girtîgehê da ye. Rewşaî wî baş e, moralê wî bilind e. Problemên ji ber îşkecê pê ra çê bûbûn hêdî hêdî baş dibin…
Silavên wî ser çavan. Ew tim di bîr û bala min daye. Dibê medya kurd, partiyên kurd siyasetmedarên nuha êsîrên dewleta tirk in îhmal nekin…


Em ne mecbûr in ji du destûrên ji hev xerabtir yekê hilbijêrin

Gotina dawî ez di serî da bibêjim, em ne mecbûr in ji du destûrên ji hev xerabtir yekê hilbijêrin.
Koleyek heger ne li dijî koletiyê be, normal e di nabêna xwediyê xwe yê baş û xerab da, di nabêna sîstema wan da tercîhekê bike, bibêje ev ji yê din baştir e.
Lê gava kole li dijî koletiyê be, ewê bindestî û koletiya herduyan jî, koletiya yê ”baş” jî û yê ”xerab” jî red bike, bibêje ez piştgiriyê nadim we yekî jî.
Çimkî ez li dijî koletiyê me, ez dixwazim azad bibim. Ne ku ji we kîjan ewê ji min ra piçekî baştir û bi merhattir be.
Kurdistan di bin îşxalê da ye, kurd bindest in, nikanin tirkan ji welatê xwe derxin. Ev rast e.
Lê di vê referandûmê da kanin ji tirkan ra bibêjin em piştgiriyê nadin we yekî jî, çimkî hûn herdu alî jî hebûna me qebûl nakin. Herdu destûrên ji bo dengdanê hûn datînin ber me jî bi qasî hev nîjadperest û antî-kurd in.
Lema jî em we BOYKOT dikin!
Tu sebeb tuneye, tu kareke kurdan di ”Na” û Erê” da tuneye.
Çima û ji bo çi kurd ewê bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ”?
”Na”, parastina destûra kevn û ”Erê” jî parastina, qebûlkirina destûra nuh e.
Destûra kevn ji ya nuh ne baştir e.
Û destûra nuh jî mafekî nade me.
De îcar çima emê piştgiriyê bidin ji wan yekê?
Kesên îro BOYKOT bikin hindik bin jî, sibe ewê zêde bibin. Dibê meriv ji derekê dest bi siyaseteke Kurdistanî bike.
Çel, pêncî sal berê hewqas kurdî doza mafê xwe nedikir. Li her bajarekî du sê kesên kurdperwer hebûn û wan jî newêrîbû eşkere bigotana em kurd in.
Lê îro bi milyonan kurd dozamafê xwe dikin.
Fikrê BOYKOTê jî wiha ye, hêdî hêdî ewê berfireh bibe.
Dibê kurd êdî gava bi gav xwe ji tirkan û ji sîstema tirk dûr xin, doza azadiya xwe bikin, her konsepta tirkan qebûl nekin, destûra hebûna kurdan qebûl nake red bikin…
Çimkî di referandûmê da ”Erê” û ”Na” ya me, qedera me naguherîne, mafekî nade me, belovacî wê em bindestiya xwe qebûl dikin…

BOYKOTKIRINA referandûmê çima rast e?

Hin kes û partî ji bo ku ji bin çengê tirkan dernekevin, ji bo ku li Kurdistanê nebin xwedî siyaseteke Kurdistanî, netewî û serxwebûnxwaz ji xwe ra hezar bahane û qal û qîlan dibînin.
Dibêjin efendim ”BOYKOT” piştgiriya Erdogan e.
-Yekîtiya kurdan tuneye.
-BOYKOTê ewê pir zeîf bimîne. Çimkî kurd ji Boykotê ra ne hazir in.
-Kurd ne li ser hev in.
-HDP dibêje NA, Huda-Par dibêje Erê !
-Raya Na, tê maneya "Na" ji bo destûra kevn û nuh.
-Di siyasetê da bêterefî nabe. Em hemwelatiyên Tirkiyê ne û lema jî dibê em tircîhekê bikin.
Welhasilî kelam ji bo ku kurd ji bin çengê tirkan û nebin xwedî siyaset û xeteke Kurdistanî û di referandûmê dîsa bibin dûvikê HDPê û kemalîstan û bibêjin ”Na” ya jî ”Erê”, gelek sebeb û argumentan li dû hev rêz dikin.
Lê kes nabêje em bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ” ewê kara me çi be, wek milet emê çi bi dest xin?
Bi baweriya min dîtina, pêşniyara ”NA”, ya jî ”ERÊ” ji ber ji ber ku em xwe wek miletekî cihê nabînin, ji ber fikrê Tirkîyetiyê ye, kurd carê fêr bûne bibin beşekî sîstema tirk û boçika tirkan. Tirk kîjan konseptê deynin ber me, em jî wê qebûl bikin.
Dibê em xwe ji çarçewê xelas kin.
Erê bêyî HDPê kes li dijî serxwebûnê dernakeve, lê di praktîkê da kêm kes siyaseta serxwebûnê dimeşîne.
Di referandûmê da "Na", qebûlkirina destûra kevn û "Erê" jî qebûlkirina destûra nuh e. Heger bi rastî em dixwazin ji destûra kevn û nuh ra bibêjin "Na", dibê em şîara "BOYKOTê" bilind bikin.
Heger bi rastî em azadî û serxwebûna kurdan dixwazin, dibê êdî em ji tirkan ra bibêjin destûra we ya hebûna me qebûl nake û mafekî herî biçûk jî nade me, em qebûl nakin û BOYKOT dikin !
Dibê em daxwazên xwe yên ji dewltê vekirî bibêjin û eşkere bikin.
Dibê em tu carî ji destûreke hebûna me qebûl nake ra nebêjin "Erê"!
Dibê partiyên kurd êdî têkiliyên bindestiyê red bikin, ji bo xwe statuyeke siyasî bixwazin.
Ji roja dewleta tirk ava bûye, nêzî sed salî ye kurd piştgiriya vê partiyê û wê partiyê dikin.
Netîce sifir e.
Herî dawî piraniya kurdan Erdogan wek hêvî û rizgarkirê xwe dîtin û ev 15 sal in piştgiriyeke xurt danê.
Lê nuha kurd îcar dixwazin ji wî xelas bibin.
Îcar jî dibêjin Erdogan pir xerab û zalim e, bira tirkekî din ya jî CHP were dewsa wî. Belkî ew baştir be…
Tirkekî din, partiyeke din qet baştir nabe.
Çimkî problem di sîstemê da ye.
Heta ku sîstem Tirkiyê ev sîstem be û destûra jî ev destûra irqçî, faşst û antî-kurd be, mafê kurdan yê netewî qebûl neke, Eerdogan here û kî were jî qet ferq nake.
Ji Menderes bigre, heta bi Erdogan, heta nuha me gelek serokên tirk û partiyên wan ceribandin.
Mantix û argumentê me tim eynî bû, filan kes, filan partî ji yê din baştir e.
Dawiya vî îşî nayê.
Hertim jî piştî demekê me gotiye, sal bi sal xwezî bi par, em li piştgiriya xwe poşman bûne…
Û netenê dawiya vî îşî nayê, ev siyaset di netîcê da me di nava tirkan da dihelîne, dike tirk.

Bi baweriya min Erdogan di referandûmê da qezenc bike ya neke, sîstem wek berê bimîne ya jî biguhere ji bo kurdan qet ferq nake.
Carê destûra nuha ji ya AKP dibe referandûmê ne baştir e.
Ya din destûr û qanûn çi be jî Erdogan çi bixwaze wiya dike. Ma nuha her tiştî li gorî qanûnan û destûra esasî dike?
Bêguman na.
Û ji xwe tu carî jî qanûn, destûra bingehîn ji bo kurdan nehatiye bicîanîn.
Heta hebûna kurdan di destûra esasî da, di qanûnan da tunebe, mafê wan nehatibe qebûlkirin rewş ewê tim ev be…
Rayên ”BOYKOTê hindik bin ya jî zêde bin pir ne muhîm e, ya muhîm kurd êdî paradîgma xwe ya siyasî biguherin û di warê siyasî da bibin xwedî fikir û stratejiyek nuh.
Herdu destûr hebûna kurdan qebûl nakin, di herdu destûran da jî mafekî kurdan yê herî biçûk jî tuneye, çima kurd ewê herin ser sindoqan û bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ”?
Sebeb çi ye?
Efendim Erdogan zalim e!
Efendim heger  di referandûmê da "Erê" zêde derkeve her tişt ewê têkeve destê Erdogan.
Ê ji xwe nuha jî her tişt di destê Erdogan da ye, ji referandûmê kîjan netîce derkeve jî ji bo Erdogan zêde ferq nake. Çimkî ew li ser hukim e. Tiştê nuha dike, ewê dîsa bidomîne.
Ya din heta nuha kî ji Erdogan ne zalimtir bûye?
Kî kane bibêje yê were dewsa Erdogan ewê ji wî ne zalimtir be?
Û heger li Kurdistanê di referandûmê ji sedî 70-80î kurdan bibêjin ”NA” ewê kara kurdan çi be?
Qet kareke wan tuneye.
Lema jî dibê kurd di şerê tirkan da nebin teref.
HDPê bi siyaseta xwe ya li dijî Erdogan, ”emê te nekin serokkomar” şaşiyek kir. Çimkî derdê me ne bi şexsan, bi sîstemê ra ye, kî mafê me dide bira bide.
Lê ji ber ku HDPê xwe ne wek partiyeke kurd, wek partiyeke Tirkiyê didît, lema jî da dû qula çend çepên tirk û siyaseteke li dijî AKPê û Erdogan meşand.
Îro jî hîn li ser wê xetê ye.
Wek şerê çekdarî, ”BOYKOT”ê jî dibê kurd ji derekê dest pê bikin û ji dewleta tirk ra bibêjin em destûr û sîstema we ya hebûna me înkar dike qebûl nakin, red dikin, BOYKOT dikin.
Îro ev xet zeîf e, sibe ewê xurt bibe, ji bo ku ev xeta Kurdistanî, serxwebûnxwaz xurt bibe dibê meriv ji derekê dest pê bike.
Û ew dem jî bi vê referandûmê ra wa ye hatiye, dibê meriv vê referandûma tirkan BOYKOT bike…

Du sal di ser rizgabûna Kobanê ra derbas bûn

Di ser rizgarbûna "Stalîngrada" Kurdistanê Kobana kela egîd, şêr û şepalan ra 2 sal derbas bûn.
Kobanê 2 sal berê di roja 26ê meha yekê da rizgar bû.
Berxwedan û rizgariya Kobanê qedera kurdan guhert, heger Kobanê biketa îro li Kurdistana rojava kurd ne hêz bûn, têk çû bûn, di qada siyasî da tunebûn.
Berxwedana Kobanê, qehremaniya keç û lawên kurd, ya gerîla û pêşmerge him qedera kurda guhert û him jî kurd bi cîhanê da qebûl kirin.
Ez 2 saliya rizgariya Kobanê pîroz dikim !
Silav û hurmet ji hemû egîd û şehîdên Kobanê ra...
Link 1

XXX
Waliyê Xarpêtê(Elezîzê)gotiye efendim wan kelemçe li destê Ahmet Turk nexistiye, di dema birin û anîna nexweşxanê û girtîgehê da destê Ahmet Turk tu carî nexistine kelemçê, filan û bîvan…
Qet ne muhîm e we destên wî xistibin kelemçê ya jî na, ya muhîm sê leşkerên we ew ji herdu milên wî zept û rept girtine û wek mahkûmekî, wek qatilikî ewê ewê bireve dane nava xwe…
We bixwesta ev risim nedihat kiştandin, we bixwesta kesî nikanîbû ev risim belav bikira.
We xwest kurd vî halê Ahmet Turk bibînin û jê ders û ibretê bigrin…
Rastî ev e, mesaja dewletê xwest bi vî rismî bide ev e

26 januari 2017

Heger pozê kurdên zilamên dewletê bişewite kelemçeya di destê Ahmet Turk da besî wan e !

Ev risim do hat girtin. Yê di orta sê leşkerên tirk da Ahmet Turkê 74 salî ye, destên wî li kelemçê xistine û dibin nexweşxanê.
Ahmet Turk êsîrê dewleta tirk û Erdogan !
Lema jî kalê 74 salî bi destên kelmçekirî dibin nexweşxanê.
Esas tirk stûrî, çavsorî û mêraniya xwe nîşanî me didin. Dibêjn gava hûn li hemberî me rabe, gava hûn bêmriya me bin ewê halê we ev be…
Serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turkê 74 salî, do ji hefsa(girtîgeha) Xarpêtê(Elezîzê) bi destên kelemçekirî rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Ferêt ya Tibê.
Bindestî, bêdewletî wiha ye.
Heta em bindest û tirk jî serdet û xwedî dewlet bin, destê me ewê tim di kelemçê da be. Meqamê me, temenê/umrê me çi dibe bila bibe qet ferq nake, roja tirk bixwazin ewê bi kortika hustiyê me û siyasetmedar û kalê me yê herî  muhterm bigrin û bavêjin zindanê. Miamela bi Ahmet Turk ra kirin îspata vê ye.
Lê rojekê ewê destên cahşên îro hîn di nava AKPê da ne jî wiha kelemçe bikin. Ji bo Erdogan û tirkan ew ji Ahmet Turk ne muhîmtir in.. Her titş wext û zemanekî wê heye...
Min lînka xebera tirkî weşandiye. Lê nuha ez dibînim malpera "finansgundem"ê ew xeber rakirye.
Diyar e ji "JOR" da emir dan wan, gotin bira kurd rismê Ahmet Turk yê kelmçekirî nebînin. Lema jî xeber rakirine.
Lê ez lînkê ranakim, bira xwendevan vê bêbaviya tirkan jî bibînin.
Linka kelemçeya Ahmet T

XXX
Ev nivîsa min ya li ser paşnavên kurdan çima bi tirkî ye û ji bo çi tirkan kurd mecbûrî girtina paşnavên tirkî kirin, min 4 sal berê nivîsî bû. Kesê dixwaze dîroka paşnavên kurdan yên tirî bizane û plana li pişt paşnavên bi tikrî fêr bibe bira vê nivîsê bixwîne.
Bixwînin û bibînin bê tirkan çima kurd mecbûrî girtina paşnavên tirkî kirine...


Li ser hevoksaziya kurmancî nivîseke hêja


Mistefa Aydogan, li ser girîngiya hevoksaziyê(sentaksê) û gelşa hevoksaziya şaş di zimên da peyda dike nivîseke pir hêja nivîsî ye.
Heger were bîra we xwendevanan di vî quncikî da min jî çend caran bi kinî qala girîngiya hevoksaziyê kiribû. Û gotibû îro roj gelşa kurmancî ya herî mezin hevoksazî ye.
Çimkî ji ber sedemên em zanin her ku diçi kurd pirtir dikevin bin bandora zimanê tirkî.
Berê vê bandorê xwe di nava xwendevan û bajariyan da nîşan dida, lê nuha bi belavbûna telewîzyon, înternet û û telefonên bêrîkê ra gundî jî ketine bin tesîra vê asîmîlasyona tirkî û êdî li gundan jî hevoksaziya kurmancî xera bûye, ji eyarê xwe derketiye, ketiye eyarekî din.
Însan êdî li gundan jî û li bajaran jî li gorî hevoksaziya tirkî dipeyivin. Ev yek jî dibe sebê ku dilê meriv ji kurmancî sar bibe û kurmancî bi meriv xweş û şîrîn neyê.
Mersele êdî hema hema piraniya kurdan dibêjin ”ev tişt li xweşiya min naçe”, ya jî ”gotina wî li xweşiya min neçû”.
Bêguman meriv bi kurmancî nabêje ”gotina wî li xweşiya min neçû, ya jî ev tişt li xweşiya min naçe”!
Bi kurdî û kurmancî meriv dibêje gotina wî bi min xweş neheta, kêfa min ji gotina wî ra nehat, gotina wî bê dilê min bû.
Û ev tiştê hanê bi min qet ne xweş e, ya jî qet ne xweş e.
Di gotina "em jiyan dikin" da jî eynî şaşî tê kirin.
Min dîtiye ji dêlî ku bibêje em li xerîbiyê dijîn, dibêjin ”em li xerîbiyê jiyan dikin. Em dixwazin li welatê xwe jiyan bikin. Jiyankirina li xerîbiyê ne xweş e”!
Ev hevoksazî ne bi kurdî û kurmancî ye.
Bi kurmancî meriv dibêje em li xerîbiyê dijîn, em dixwazin li welatê xwe bijîn, jiyana li Ewrûpa zor e, jiyan li Kurdistanê xweştir e.
Bêguman numûne pir in. Mistefa Aydogan tenê çend numûneyên balkêş dane. Lê dîsa jî têrê dike.
Li ser gelşa hevoksaziya kurmancî nivîseke pir hêja ye. Heger wexta we hebe bixwînin û hûn jî jê feydê bigrin.

XXX

Hevoksazî di ser her tiştî ra ye
Mistefa Aydogan
”Pirsa hevoksazîyê yek ji wan pirsan e ku divê meriv di warê wergerê da jî derxîne pêş. Ji ber ku wergêr bi piranî ji tunebûna gotinan gazindan dikin û ji ber vê digihêjin qenaetekê ku kurmancî ji bo wergerê pir qels e. Ji xwe, min li jorê diyar kir ku zimanê qels tune ye. Îcar ez dê ji alîyê wî tiştî va li ser vê pirsê bi awayekî din rawestim ku di zimanî da herî bingehî ye û loma ez dê rola hevoksazîyê binivîsim. Sedema vê pêwîstîyê ew e ku gelek meriv hene ku serên xwe bi hilbijartina gotinan diêşînin û ji wan heye ku di zimanî da tiştê herî bingeh kurmancîbûna gotinan e. Yanî li gor wan, heger wan gotinên bi kurdî bi kar înan, ji alîyê kurmancîbûna nivîsê va, tu mesele namîne. Ji ber vê yekê, hewil didin ku gotineka biyanî jî di nivîsên wan da nehê bikarînan. Ez dixwazim fikirên xwe bi awayekî pir kurt binivîsim û minaqeşeya vê pirsê ya bi awayekî firehtir, ji nivîseka din ra bihêlim.
Di zimanekî da hemû tişt girîng in. Lê di nava van hemû tiştên girîng da, ya herî bingehî, hevoksazî ye; yanî qayîdeyên avahîya hevokên wî zimanî ne, tahma wî zimanî ye, di hevokan da prensîpên pêwendîyên gotinên wî zimanî ne... Heger we hevoka xwe li gor hevoksazîya wî zimanî ava kir, ew dihê wê maneyê ku hûn bi wî zimanî difikirin. Heta ku hûn pêgirîya hevoksazîya wî zimanî bikin, hemû gotinên ku hûn di avakirina hevoka xwe da bi kar biînin, ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî hevoka we dê hevokeka kurdî be. Ji bo nimûneyê, niha ez dê sê gotinên erebî hilbijêrim û di avakirina hevokekê da bi kar biînim:
Qunbele: bombe
Met’em: aşxane, restorant
Fecirî: teqîya
Nimûne: Qunbele li met’emê fecirî: Bombe li aşxaneyê teqîya.
Tevî her sê gotinên ji zimanê erebî jî ev hevoka me hevokeka kurdî ye. Ji ber ku pêwendîyên her sê gotinên erebî, ne li gor hevoksazîya zimanê erebî, lê li gor hevoksazîya kurdîya kurmancî hatine danîn.
Lê ez dê vê carê gotineka bîyanî jî bi kar neînim û ji çend gotinên xwerû kurdî hevokekê ava bikim.
Gotinên ku ez dê bi kar biînim, ev in:
Ez
hez dikim
gelek
ji

karî
Hevoka min a nimûne jî weha ye: Ez hez dikim gelek ji vî karî.
Wekî hûn jî dibînin, hemû gotinên hevoka min bi kurdî ne, lê hevoka min ne hevokeka kurdî ye. Heger ez bi awayekî din bibêjim; her çi qasî malzemeyên wê li fabrîkeyeka kurdî hatine çêkirin û ji dikaneka kurdî hatine kirîn jî hostatîya ku hatiye bikarînan, ne hostatîya kurdî ye. Yanî ev hevok bi gotinên kurdî, lê ne li gor qayîdeyên hevoksazîya kurdîya kurmancî hatiye avakirin û ji ber vê yekê jî ne hevokeka kurdî ye. Bi vê yekê jî baş dîyar dibe ku bi gotinên xwerû kurdî bi tenê hevokeka kurdî nahê çêkirin. Divê em hevoksazîyê di ser her tiştî ra bigirin. Lê divê ev nehê wê maneyê ku ez ji bo avakirina hevokan, gotinên biyanî pêşnîyar dikim. Na! Ez bi xwe ne purîst im, lê ez pir hewil didim ku gotinên xwerû bi kurdî bi kar biînim û heta ku ji min dihê jî ez bi kar diînim. Qesda min bi tenê ew e ku ez ya herî girîng dîyar bikim.
Gelek gotinên farsîya ku îroj meriv pê dipeyivin, ji ber sedemên diyar, gotinên erebî ne (qesda min koka wan erebî ye), lê em dîsa jî jê ra dibêjin, farsî. Ji ber çi? Ji ber ku ew gotinên erebî li gor hevoksazîya farsî bi hevûdin va dihên girêdan û hevokên farsî pêk diînin. Heger gotin elementa herî girîng bûya, îroj divê me tu kesî behsa farsî nekiraya. Ji ber ku farsî ji alîyê gotinên erebî va hema hema hatiye dagirkirin. Lê heta ku di hevokan da hevoksazîya farsî ya taybetî bihê parastin, tu kes dê ji wan hevokan ra nebêje hevokên erebî.
Heger meriv li van nimûneyan binêre; “Hayatta en hakiki mürşit ilimdir“, “Turistik tesisleri“, “Ziraat Bankası“, “İktisadi ve Ticari İlimler Akademisi“, “içtihat kararı“, “Tip Fakültesi“, “haddi hesabı“, “kâr payı“ “istihbarat şefi“, “istihkam sınıfı“, “istişare heyeti“ “kaptan pilot“ “emanete hiyanet” û bi qasî malzemeyên ferhengekê gotinên din... Gelo kîjan ji wan bi zimanê tirkî ye? Lê kombînezona wan li gor qayîdeyên zimanî tirkî ye
Heger îroj em gotinên almanî û îngilîzî ji zimanê swêdî derbixin, swêdî hema hema dê lal bimînin. Lê di hevokan da pêwendîyên gotinên almanî û îngilîzî wekî yên hevokên her du zimanan çênabin, ew li gor qayîdeyên hevoksazîya swêdîyê, pêwendîyan bi hevûdin ra datînin û bi vî awayî hevokên swêdî çêdikin.
Ji ber vê yekê, ez ji wergêrên zimanê kurd ra dibêjim, wergerînin, gava we hin gotinên zimanên biyanî jî bi kar înan, zêde netirsin! Ji ber ku ya herî girîng ew e; hûn ji mentiqê zimanê kurdî veneqetin, hevoksazîya kurdî biparêzin û nivîsê bixin kirasê kurdî...”
Têbînî: Ji wê nivîsa min hatiye wergirtin ku navê wê "Werger hunerek e".


25 januari 2017

Dibêjin efendim çima kurd nebûne xwedî dewlet?

Dibêjin efendim kurd çima wek tirk, faris û ereban nebûne xwedî dewlet?
Ez qurbana serê we, ma kurd ewê çawa bibin xwedî dewlet, gava kurdek dewletê û serxwebûnê bixwaze, 77 kurd li dij derkevin û bibêjin  em dewlet mewletê naxwazin, xulamtiya tirkan ji serê  me û bavê me zêde ye!
Hema hefteyekê li telewîzyonên tirkan TRT6ê, CNNê, Haberturkê, Atvê, TGRTê, STAR TVê û nizanim kîjan jahr û zuqûmê temaşe bikin, hûnê bi çavên xwe bibînin bi sedan kurdên cahş çawa li dijî dewletbûna kurdan derdikevin.
Ji bo ku kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî dewlet ji faşîstan bêtir aqil didin dewletê, dibêjin em jî kurd in lê belê em dewletê naxwazin, em bi bindestiya xwe razî ne. Yên Kurdistanê û dewletê dixwazin terorîst in.
Û emê tu carî nehêlin terorîst  û hevalbendên wan Tirkiyê perçe bikin….
De îcar kurdekî serxwebûnxwaz ewê çawa zora 77 kurdên çahş û xulamên tirkan bibin?
Ji berê da wiha ye. Li Kurdistana başûr jî cahş bi kêmanî deh qatê pêşmergeyan bûn.
Wê rojê min dît çend kurd li Diyarbekrê bi serbilindî bi dor qeyûmê belediya Diyarbekrê  ketibûn û bi serbilindî ew li nava bajêr digeriandin.
Mêrik bi darê zorê  belediye  ji kurdan stendiye lê esnaf jê ra sujde dibûn, tu nemabû ku herin destê wî…
Yên berê çiqasî ne baş û pîs bin jî meriv zorba û wekîlekî dewletê bi vî rengî nade ser serê xwe. Fena ku bi îradeya gel bûbe rîs, fena ku ew meqam îşxal nekiribe…

Ne mimkûn e ferdên tu miletekî din hewqasî zû û rehet zulmê ji bîr bike û bibe dostê neyarê xwe…

Li ser ”dost” û ”dijminan”


Siyasetmedarê îngilîz yê bi nav û deng Lord Palmerston(1784-1865), li ser dostî û dijminatiya dewletan gotiye:
”Dost û dijminên Îngilistanê yên ebedî tune ne, berjewendî/menfaetên wê hene.”
Ev prensîb û qaîde ji bo hemû dewletan derbas dibe, bext û ûjdanê dewletan tuneye, gava hewce be kanin bêbextiyê jî û bêûjdaniyê jî bikin.
Ne hewce ye em zêde dûr herin, di tarîxa me ya dûr û nêzîk da gelek numûneyên bêbextî û îxaneta dewletan heye.
Şoreşa Şêx Mahmûd di netîceya xapandin û bêbextiya kemalîstan da bi ser neket.
Kurdên Kurdistana bakur di netîceya xapandin û bêbextiya kemalîstan da ji Tirkiyê veneqetiyan û nebûn xwedî dewleteke serbixwe.
Komara Kurdstana rojhilat(Îranê) di netîceya îxaneta Stalîn û Sovyetê da têk çû û Qazî Mihemed û serokên komarê hatin îdamkirin.
Sovyetê bêrê jî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da serî li kurdan û serokê Tevgera Azadî Xalid Begê Cibrî gerand û di bin ra piştgirî da kemalîstan.
Bi devkî daxwazên kurdan yên sîlehan û siyasî û dîplomatîk qebûl dikirin, lê di min ra jî serî li kurdan digerandin heta ku kemalîst tedbîrên xwe bigrin.
Bi taybetî jî wezîrê Sovyetê yê karên derve Molotov bi Tevgera Azadî ra bêbextî û xiyaneteke mezin kir.
Şoreşa Kurdistana başûr ya di pêşengiya Mele Mista Barzanî da jî di netîceya îxaneta Emerîkayê û Îranê da şikest.
Yanî numûne pir in, lê ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Siyasetmedar û serokên jîr viya zanin û li gorî wê hesab û kitabên xwe dikin. Dizan ”dost” û ”dijminên” ebedî tune ne. Yê îro dijmin e, sibe kane bibe dost û yê îro dost e jî sibe kane bibe ”dijmin”, ya jî ne dost û ne jî dijmin…
Lema jî dibê em ji serpêhatî û tarîxa xwe, ji şaşiyên pêşiyên xwe ders û ecrûbê bigrin û li gorî wê haziriya xwe bikin.
Dibê em ne li gorî sozên dewletan, li gorî hêza xwe û şert û mercan hereket bikin û careke din nebêjin em xapiyan û nizanim kîjan dewletê bi me ra îxanet kir…
Dibê em bizanibin her kes kane ”îxanetê” bike, ya muhîm gava ”îxanet kir jî dibê em têk neçin…

XXX
Çavê şeliqî ji çavê kor çêtir e. Bira dewleteke me hebe çawa dibe bira bibe, Bira kor be, bira seqet be, bira kût be, bira paşdamayî be. Bira ne demokratîk be, bira feodal be...
Her şiklê dewletê ji bindetiya tirk, ereb û farisan hezar qatî baştir e.


XXX
Gotineke pêşiyên me ya gelkî manîdar heye, ”cîranê xerab mirev dike xwediyê her tiştî, her hacetî.”
Bi taybetî jî tirk û ereban Xwedê neke cîranê tu kurd î. Ne li vê dinê û ne jî li wê dinê…
Dûro bi nûro…
Xwedê sebrê bide kurdên li Tirkiyê dijîn û cîranên wan tirk in…

Erebîstana Suûdî: Erdogan îxanet kir !


Sefîrê Erebîstana Suûdî yê Anqerê Adil bin Serraç Merdad, ji BBC beşê erebî ra gotiye:
”Tirkiyê serîhildana Sûriyê ya 6 sal berê kir serîhildaneke çekdar, himêza xwe ji muxalifan ra vekir û tim digot dibê Esad here, ew neçe nabe. Lê Erdogan nuha çerx dike. Ji dema osmaniyan da ye tirk gava li berjewendiyê wan be bi dewletên ereb ra îxantê dikin. Tiştê Tirkiye nuha dike ev jî rengekî nuh yê wê îxanetê ye. Berpirsiyarê kuştiyên siwîl, bi milyonan kesên bêmal mane û multecî bûne Tirkiye ye.”
Roj baş !
Tirkan qazixekî baş xist ereban, piştî 6 salan ereb hîn nuh bi xwe dihesin bê tirkan çi aniye serê wan.
Ev tirk in, bext û ûjdan bi wan ra tuneye, ne hevalê xwe, bavê xwe jî difroşin. Miletê ewladê xwe, birayê xwe bixeniqîne ma ewê ereban nefroşe….
Lê heger ev destpêk e, heger ji destê Suûdî û ereban tiştek were ewê bi Erdogan bikin…
Ewê nuha li hev mukur werin û gelek sûcên hv îfşa bikin. Yanî ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye.  Di rojên pêş da emê wê jî bibînin.

24 januari 2017

Ji bo serketinê bêhêvîtiyê ji dilê xwe biqewitîne

Ji bîr neke dawiya şeva herî tarî û herî dirêj jî berbang e û roj hiltê. Ji bo serketinê dibê tu bêhêvîtiyê û tirsê ji meju û dilê xwe bavêje, ji ba xwe biqewitîne
Bawerî û hêvî şert û gava pêşî ya serketinê ye.
Heta nuha dinya ji tu zalimî ra nemaye û ji nuha û pê da jî ewê nemîne.
Zû, dereng, îro ya jî sibe wek her miletê gihîştiye azadiya xwe, emê jî bigihîjin azadîya xwe. Dibê baweriya me ya bi serketinê tim sedîsed be, ne sedî nodûneh!
Ya muhîm ji ber van şertên giran em xwe bêhîvî nekin, biryarên cesûr bigrin û rojekê berî rojekê tifaqa xwe çêkin.
Li başûrê Kurdistanê serxwebûn xwe li ser kurdan ferz dike, dibê kurd vê meselê zêde dirêj nekin. Dirêjkirin di eleyhê kurdan da ye. Serxwebûna başûr ewê bawerî û hêzeke mezin bide beşên din jî…
Bi hêvîya dîtina rojên xweş...

XXX
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş gotiye, ”Heger di referandûnamê erê/qebûl derkeve ewê dengê rêxistinên ”terorê” were nuxteya birrînê.”
Ev gotinên Numan Kurtulmuş îtîrafa hukûmeta AKPê ”terorê” sewq û îdare dike, hukûmeta AKPê li pişt terorê ye.
Û heta Erdogan nebe serokkomar ewê terorê nesekinînin, ji bo ku teror biqede dibê Erdogan bibe serokkomar.
Bi baweriya min mêrik bêhemdî rastî ji devê xwe revandiye...

XXX
Ji bo Necmedîn Buyukkaya !
Kurdperwer, xweşmêr, evîndar û canfîdayê kurd û Kurdistanê Necmetîn Buyukkaya (1943-23.01.1984) di 24-01-1984-an, di rojeke weke ya îro da di zindana Diyarbekrê da bi destê qatil û celadên dewleta tirk hat kuştin.
Neco(Necmetîn), kadir û serokekî kurd yê gelkî mezin û hêja yê her çar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew serok û canfîdayekî miletê kurd yê bêhempa bû. Wî jiyana xwe bi rengekî profesyonel weqfî rizgarkirina Kurdistanê û azadiya miletê kurd kiribû.
Ew egîdekî kurd û Kurdistanê bû, pêşmerge, serok û canfîdayekî rojên giran bû. Çavê xwe ji mirinê nedikuta.
Ji ber van xusûsiyetên xwe yên bêemsal ew bûbû kelemê di çavê dijmin da.
Û loma jî qatilên dewleta tirk di zindana Diyarbekrê da ew û bi dehan ewladên kurd yên din, bi bêbextî û bi hovîtiyeke mezin, bi îşkenceyê qetil kirin.
Ez, vî welatparêz û kurdperwerê hêja û xweşmêrê kurd û Kurdistanê Necmedîn Buyukkaya di 33-emîn salvegera şehadeta wî da bi hurmeteke mezin bibîr tînim.
Şehîdên kurd û Kurdistanê nemirin!
Necmedîn Buyukkaya di dilê me da ewê her bijî!


Di referandûmê da raya ”Erê” ya jî ”Na” qebûlkirina xulamtî û koletiyê ye


Wek ku hukûmeta AKPê  dixwest, guhertina 18 xalên qanûna esasî di meclîsa Tirkiyê da  bi 339 rayên parlamenterên  AKPê û MHPê hat qebûlkirin.
Ji sedî 99 di referandûmê da jî ewê were qebûlkirin.
Bi gotineke din heta Erdogan sax be, heger qeza û belayek neyê serî, ewê li ser hukim be. Tu kes, tu hêz, tu hilbijartin nikane wî ji ser hukim da bixîne.
Ji ber ku di sîstema parlamenterîzmê da hindik be jî rîska ketina wî hebû, lema jî sîstemeke wer tîne ji bo heta mirinê li ser hukim be.
Sebebê guhertina destûrê yê esasî garantîkirina îktîdara Erdgogan û mabata wî ye, tu têkiliya wê bi guhertina sîstem mîstemê tuneye. Erdogan her tiştî li gorî umrê ewê bijî eyar dike…
Mersele ev e, çîrok ev e…
Em werin ser şêla kurdan ya di referandûmê da….
Bi qasî ez dibînim ji bo kurdan tu ferqek di nabê destûra berê û ya nuh da tuneye, herdu destûr jî bi qasî hev irqçî, faşîst û antî-kurd in.
Di herdu destûran da jî tu mafekî kurdan yê qanûnî tuneye. Çimkî di herdu destûran da jî hebûna kurdan û Kurdistanê tê înkarkirin.
Di nivîseke xwe ya berê da jî min gotibû û careke din jî dibêjim, em ne mecbûr in di referandûmê  da di nabêna du destûrên irqçî, faşîst û antî-kurd da tercîhekê bikin, bibêjin ”erê” ya jî ”na”!
Cepheya CHPê jî bi qasî cepheya AKPê irqçî û antî-kurd e.
Ji ber vê jî bi baweriya min şêla herî rast dibê meriv referandûmê BOYKOT bike û neçe ser sindoqan…
Wek dihat payin wa ye HDPa  partiya Tirkiyê bi CHPê ra ewê di referandûmê da bibêje ”NA”!
Bi baweriya min di refererandûmê da çûna ser sindoqan û bikaranîna raya ”NA” parastina destûra berê ya irqçî, faşîst û antî-kurd e.
Dibê em kurd ji xwe bipirsin, ji bo çi emê herin ser sindoqan û bibêjin ”Erê” ya jî ”Na”?
Di destûra berê û ya nuh da ji bo me kurdan, wek milet çi maf heye ku em li dijî yekê derkevin û yekê biparêzin?

Herdu destûr jî bingeh û qanûnên bindestî û KOLETIYA me kurda in. Li gorî van destûran dewleta tirk hebûna kurdan înkar û îşxala Kurdistanê qanûnî û meşrû dike.
Kîjan destûr dibe bira bibe, qet ferq nake, dengdana ji van destûran yekê, qebûlkirina KOLETIYA  xwe ye. Qebûlkirina halê xwe xwe yê nuha ye…
Bi raya ”Erê” ya jî ”Na” em bindestî, xulamtî û koletiya tirkan qebûl dikin...
Kurdên di nava HDPê da yên ku  xwe kurd dibînin, dibê êdî xwe ji bindestî û dûviktiya tirkan û çepên tirk xelas bikin û xatir ji HDPê bixwazin, bibêjin oxira we ya xêrê be û bi partî û hêzên Kurdistanî ra platformeke Kurdistanî ava bikin.…
Êdî tu tiştekî me û tirkan, çi rast, çi dîndar û çi jî çep, bi hev ra nemaye. Her kes li mala xwe, li  welatê xwe.
Gava pêwîst be, gava em li hev bikin,  em kanin wek partî û hêzên kurd û tirk tifaqê bikin.
Lê di nava partiyên tirk da, bi ”partiya Tirkiyê” û siayseta ”demokratîkkirina Tirkiyê”  xapandin û helandina miletê kurd e.
Yê kurd e dibê êdî vê siyaseta tirkbûnê red bike û di nava partiyên kurd û Kurdistanî da be…


23 januari 2017

Îbrahîm Xelîl Baran jî avêtin bin kilîtê

Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran hat zindankirin
Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURDê) Îbrahîm Xelîl Baran, piştî 12 rojan îro li Rihayê derxistin ber ”dadgehê” û piştî îfadeyeke kin wek dihat texmînkirin tewqîf kirin.
Îbrahîm Xelîl Baran, bi sûcê xwedêgiravî wî “heqaret li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kiriye û propagandeya ”rexistina terorê” kiriye tê tewanbaran kirin.
Bi vî sûcî yanî ”piştgirî û propaganda terorê”, bi hezaran kurd di zindanên Tirkiyê da ne.
Ji bo zindankirina kurdan hukûmeta AKPê gelek qanûn çêkirine. Ji kîjan kurdî aciz bibin ewê bi eynî sûcî bavêjin bin kilîtê.
Tu hakimê biwêribe kurdan tewqîf neke tuneye, piştî ku hukûmet dixwaze hakim mecbûr e tewqîf bike.
Daxwaza girtina Îbrahîm Xelîl Baran jî ji jor da hatibû, lema jî mahkime, îfade hemû fasafîso ye….
Îro hemû kurd êsîrên dewleta tirk û hukûmeta AKPê ne, garantiya jiyana tu kesî tuneye, her kes kane wek Îbrahîm Xelîl Baran were zindankirin…

XXX
Fîlozofê yûnan û hosteyê retorîkê Isokrates mîvanê Qralê Qibrisê Nîkokreon bûye. Li ser sifrê qet deng ji Isokrates derneketiye.
Vê yekê bala kesên li ser sifrê kişandiye. Jê ra gotin ma çima tu wiha bêdeng î?
Fîlozof û hosteyê peyva xweş gotiye:
-Vira ne ciyê tiştê ez bibêjim. Û tiştên dibê li vir werin gotin jî ez nizanim. Lema jî dengê xwe nakim.
Xwezî her kesî wisa hereket bikira.

XXX
Temiya min li te,
zêde bi xortaniya nefire,
sal û zeman zû derbas dibe,
te hew nêrî kalîtî li derî dixe.
Min nizanîbû xortaniya xapînok hewqasî kin e
û kalîtiya malşewitî jî hewqasî ecela wê heye…
Tu dibêjî belkî min heft berbû şandine pê…


Çi îşê ENKSê li civîna Astanayê heye?


Bi kîjan hêza xwe ya leşkerî û gelêrî çûye wir?
Û di rawestandina şerê Sûriyê da, di stendina mafê kurdan da çi hêza wê heye, kane çi bike?
Bi baweriya min ji ber ku ew tiştên li gorî dilê Tirkiyê dibêjin lema Tirkiyê ew birin wir.
Çimkî planeke Tirkiyê li dijî PYDê û kurdan heye, Tirkiye dixwaze di vê plana xwe da rolekê bide ENKSê jî. Ji ber ku ji Tirkiyê ra hin kurdên hevkar lazim in. Wek li Tirkiyê dikin, li Tirkiyê jî cahş û hin kurdên xulamên xewletê girtine bin çengê xwe. Mêrikan li Sûriyê jî eynî siyasetê dimeşînin, kurdan berra pêxîla hev bidin, yekîtiya wan sabote bikin.
Tirkiye ji roja roj da ye dibêje, wan şaşî kir destûr dan ”Bakurê Îraqê çê bibe.”!
Lê ewê vê şaşiya xwe li Sûriyê dubare nekin, ewê tu carî nehêlin ”Bakurê Sûriyê çê bibe.”
Yanî mesele ne PYD û YPG ye, mesele miletê kurd e, mirêkan eşkere dibêjin ewê nehêlin li Sûriyê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî maf.
Tiştê tirk ji civîna Astanayê dipên jî ev tedbîra li hemberî kurda ye. Û ji xwe berpirsiyarê Tirkiyê vekirî got:
”Prensîbê me yê esasî li bakurê Sûriyê desthilateke kurd çê nebe, ji bo tiştekî wiha destûr neyê dayin.”
Baş e li hemberî vê prensîba Tirkiyê ENKS ji Tirkiyê ra çi dibêje
Hin xwendevan dibêjin çima min PYD rexne nekiriye, min tiştek li ser siyaseta PYDê negotiye.

Berî her tiştî min PYD neparastiye, min qala hesab û planên dewleta tirk kiriye. Gava hewce be PYDê jî rexne dikim. Mijar ne PYD ye, mijar civîna Astanayê û beşdariya ENKSê ye.
ENKS çima beşdar dibe û ji bo kurdan çi dixwaze?
Tirkiyê birrek terorîst û çeteyên cîhatçî di civînê da top kirine. Nûnerên esad beşdar in.
Lê qebûl nake PYD beşdar bibe.
Lê belê beşdariya ENKSê qebûl dike, çima?
Tirkiye ne li dijî PYDê, YPGê ye, derdê Tirkiyê ne ew in. Tirkiye naxwaze li Sûriyê kurd bibin xwedî maf. Dijayetiya PYDê, YPGê bahane ye.
Li Tirkyê jî eynî tiştî dike. Bi derewa şerê PKKê miletê kurd dipelçiqîne, mafê kurdan nade.
Siyaseta Erdogan û Bahçelî tasfiyekirina tevgera kurd ya siyasî ye. Nuha li Sûriyê jî, li Tirkiyê jî ji xurtan, ji yên çekdar dest pê dikin, dû ra ewê dor were yên din.
Û ji xwe wa ye hatiye jî. Tiştê li Kurdistanê dibe li ber çava ye…

22 januari 2017

Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, ew resamekî kurd e !


Ahmet Guneştekîn resamekî kurd e, li Tirkiyê û li dinyayê gelkî bi nav û deng e û têra xwe tê nas kirin.
Guneştekîn heta nuha li Tirkiyê û li Ewrûpayê gelek pêşangeh vekirin û hemû pêşangehên wî jî olan dan.
Him li Tirkiyê û him jî li Ewrûpa û li dinyayê gelek kes û koleksîyonîst li dû rismên Guneştekîn in.
Ahmet Guneştekîn ev demeke li New Yorkê li ”Marlborough Gallary”  yê pêşangehek vekiriye.

Rojnamevanê tirk Fatîh Altayli çûye pêşangeha wî ya New Yorkê û nivîsek li ser nivîsîye.
Fatîh Altayli di nivîsa xwe da Ahmet Guneştekîn wek resamekî tirk daye nasîn û gotiye:

“Ji sedî 90ê galeriya têra we mezin ji bo eserên resamê tirk hatibû veqetandin.”

Ne Fatîh Altayli tenê, medyaya tirk jî Ahmet Guneştekîn wek resamekî tirk teqdîm dikin û li dinyayê jî wek tirk tê naskirin.

Bêgueman ev ne rast e, Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk, resamekî kurd e.
Berî her kesî dibê Ahmet Guneştekîn bi xwe îtîrazî sifetê “turk resam/resamê tirk” bike û bibêje ew resamekî kurd e.
Çimkî rastî ev e.
Edebiyat bi zimên dibe, lema jî ya muhîm ne ku  meriv ji kîjan miletî ye, ya muhîm meriv bi kîjan zimanî dinivîse.

Yanî di edebiyatê da meriv bi kîjan zimanî binivîse, meriv edîbê, nivîskarê wî zimanî û wî miletî ye.
Lema jî Nabîyê ruhayî (1642-1712) şairekî tirk e û Melayê Cizîrî (1570- 1640) jî şairekî kurd e.

Herdu jî kurd in, lê ji ber ku Nabî bi tirkî(osmanî) û Melayê Cizîrî jî bi kurdî nivîsîye, Nabî şairekî tirk e û Melayê Cizîrî jî şairekî kurd e.

Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, lema tiştê nasnameya nivîskar ya hunerî tayin dike ne qewmê wî, zimanê wî yê nivîskariyê ye.

Ev pîvan ji bo hemû şair û nivîskarên kurd yên nuha jî derbas dibe, kurdên bi tirkî dinivîsin şair û nivîskarên tirk in û yên bi kurdî dinivîsin jî şair û nivîskarên kurd in.

Lema jî Yilmaz Odabaşi şairekî tirk  e, Ahmet Arîf şaîrekî tirk e, Yaşar Kemal nivîskarekî tirk e.
Lê belê Arjen Arî şairekî kurd e. Rojen Barnas şarekî kurd e.
Ne ji ber ku Arjen Arî û Rojen Barnas kurd in lema, ji ber ku bi kurdî nivîsîne ew nivîskarên kurd in...
Meriv kane eynî tiştî ji bo Ahmet Kaya û Şivan Perwer jî bibêje.
Ahmet Kaya kurd e lê stranbêjekî tirk e. Gava tirk ji Ahmet Kaya ra bibêjin hunermendekî tirk rast e. Lê Şivan Perwer stranbêjekî kurd e. Eslê wî çi be jî ew hunermendekî muzîka kurdî ye. Tirk nikanin Şivan Perwer bikin tirk.

Lê resamî hunereke, sinetekî wek stranbêjiyê û edebiyatê ne girêdayî zimên e, bi zimên nabe.
Ji ber ku kurdek li Tirkiyê dijî ya jî hemwelatiyê Tirkiyê ye nabe resamekî tirk.
Lema jî Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, ew resamekî kurd e. Ji ber ku bi eslê xwe kurd e, ji Batmanê ye û kurdbûna xwe jî înkar nake…

Ji bo ku meriv ji Ahmet Guneştekîn ra bibêje “resam û hunermendekî tirk”, dibê ew xwe kurd qebûl neke û bibêje “ez tirk im”.

Bi qasî ez zanim heta nuha Ahmet Guneştekîn ne eslê xwe înakr kiriye û ne jî gotiye ew tirk e.
Lê li gel vê jî tirk ji Ahmet Guneştekîn ra dibêjin “resam û hunermendê tirk.”
Çima?
Bi çi heqî û li gorî çi?
Ez Ahmet Guneştekîn nas nakim, dîtinên wî yên li ser nasname û kurdbûna wî çi ye, ne çi ye ez nizanim.

Ez nizanim çiqasî girîngiyê dide nasnama xwe ya netewî?
Lê bi baweriya min sebebê ku Fatih Altayli û tirk ji Ahmet Guneştekîn ra dibêjin “resamê tirk” bêdengiya wî ye.

Gava tirk wî wek resamekî tirk didin nasîn dengê xwe nake, zêde girîngiyê nade vê yekê, lema jî tirk wî dikin resamekî tirk.

Heger Guneştekîn sifetê “turk resam/resamê tirk” qebûl nekira û bigota ez ne resamê tirk im, resamekî kurd im, Altayli û tirkan ewê jê ra negotana “resamê tirk”!
Çima ew resamê tirk e?
Tiştê Ahmet Guneştekîn dike resamekî tirk çi ye?

Dibe ku Ahmet Guneştekîn zêde guh nade sifetê “resamê tirk” û lema jî gava tirk wisa dinivîsin dengê xwe nake.

Lê bi baweriya min şaş e, Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, resamekî kurd e.
Û ji bo ku wiha ye dibê viya bibêje û îtîrazî navê “turk resam/resamê tirk” bike û bibêje ez resamekî kurd im.

Heger hemû resamên kurd wek Ahmet Guneştekîn li hemberî guhertina nasnama xwe ya netewî bêdeng bimînin, wê demê hemû resamên Kurd ewê bibin yên tirk,  faris û ereb.
Heger Ahmet Guneştekîn resamekî tirk e, resamê kurd kî ye?
Heger Ahmet Guneştekîn resamekî tirk e, meriv çawa kane bibe resamekî kurd?

Çimkî dewleteke kurd ya serbixwe tuneye. Ji ber vê jî tiştê hunermendê kurd dike hunemendê kurd, ne nasname û pasaporta di bêrîka wî/wê da ye, sekna wî/wê ya siyasî û exlaqî ye, îtîraza wî/wê ya ji nasnameya tirk, ereb û faris ra ye.

Lema jî dibê him Ahmet Guneştekîn bi xwe û him jî hunermendên, nivîskarên kurd li dijî vê derewa tirkan derkevin û bibêjin, Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, ew resamekî kurd e.

Bi taybetî jî medyaya kurd dibê li sinetkarên wek Ahmet Guneştekîn xwedî derkeve û nehêle tirk wan bikin sinetkarên xwe.

Mêrik rastî qebûl kiriye

Erdogan ji Bînalî Yildirim pirsiye:
-Sifir çi ye?
Yldirim gotiye:
-Li hemberî we ez….
Eşhedubîlah, gotina rast rst e...
Esas ne Yildirim tenê, bi navaê Xwedê yên li dora Erdogan, hemû wezîr û parlamenterên AKPê jî "sifir" in...

XXX
Ji alimekî pirsîne:
-Li hemberî kesên gotinê pir dirêj dikin dibê meriv çi bike?
Alim gotiye:
-Li kesên pir dipeyivin kin guhdarî bikin.

XXX

Trump heyet meyetan naşîne Astanayê!
Berdevkê Wezaretaa derve yê Emerîkayê gotiye em beşdarî civîna Astanayê nabin, konsulê me yê li Astanayê ewê wek çavdêr beşdarî civînê bibe…
Bi dîtina min biryareke din bi Emerîka nediket.
Lê wer diyar e plan û hesabên Erdogan îcar jî şaş derket. Û belkî jî bi kêrî kurdan jî were.
Emerîka ne ew dewlet e tirk, rûs û faris bê haya wê li hev bikin, roj û ciyê civînê tespît bikin û dû ra jî bi nameyekê jê ra bibêjin fermo, tu jî were…
Wek dewleteke mezin tiştê bi Emerîka diket kir...
Ez dibêjim ev pîlana Erdogan e, ji ber ku Emerîka bi ya Tirkiyê nake, dixwazin bi Îranê, Rûsyayê û Sûriyê ra cepheyekê li hemberî kurdan û Emerîkayê vekin.
Bi baweriya min sebebê civîna Astanya vekirina cepheyeke nuh li hemberî kurda ye. Û helbet li hemberî Emerîka jî. Çimkî tirk ji siyaseta Emerîka ya Sûriyê pir aciz in. Ji ber ku Emerîka wek Tirkiyê dijminatiya PYDê nake.
Lê wa ye Emerîka îşê Erdogan hinekî xera kir. Di rojên pêş da li Sûriyê ewê çi bibe pir tevlihev e. Gelek tiştên meriv qet texmîn nake kanin biqewimin.
Heger Emerîka siyaseta xwe neguhere dibê kurd bi Emerîka ra hevkariya xwe bidomînin.
Hevalbendî û dostiya Emerîka ji bo kurdan ji ya hemûyan muhîmtir e.

Heger hûn dixwazin tiştên xweş bixwînin riya xwe bi malpera felsefevan xin...


Bi kurdî gelek malperên kurdî hene. Carnan dema wexta min hebe ez bala xwe didim wan.
Ji van melperên kurdî malpera ”felsefevan.org” ciyekî xwe yê pir taybet heye. Malpereke pir hêja ye.
Wek ji navê wê jî diyar e, malpereke felsefî û zanistî ye.
Xwedî û edîtorê malperê Alî Gurdilî ye.
Di malperê de beşên bi navê felsefe, feylesof, civaknasî, derûnnnasî(psîkolojî), zanist, mîtolojî, hevpeyvîn, aforîzma, çapemenî û huqûqnasî hene.
Di quncikê nivîskaran da jî li dora 30 nivîskarên malperê li ser felsefê û gelek mijarên civakî yên cuda dinivîsin.
Tiştê herî muhîm malper xwerû bi kurdî ye.
Dibê meriv qedir û qîmetê bide malperên xwerû bi kurdî û wan bi kurdan bide nasîn.
Malperên kurdî-tirkî bi qasî yên xwerû bi tirkî bi zirar in. Ez bi xwe qet qîmetê nadim malperên kurdan yên tirkî û yên tirkî-kurdî.
Bi baweriya min ew ji feydê û xizmetê bêtir zirarê didin kurdan, ji tirkan bêtir, ji dewletê bêtir kurdan asîmîle dikin. Li gorî min ew wek Hespê Truva ne, ji hundur da kelayê feth dikin.
Malpera felsefevan di facebookê da jî bi navê ”felsefevan, felsefe bi kurdî xweş e” weşanê dike.
Kesê bixwaze kane him ji malperê û him jî ji facebookê weşanên felsefevan taqîb bike.
Malpera felsefevan malpereke wiha ye ku meriv her tim tiştekî jê fêr dibe. Ez bi xwe bi kêfxweşî her cara wexta min hebe seriyekê didimê û bi kêfxweşî dixwînim…
Spas ji bo berpirsiyar û hemû nivîskarên malpera felsefevan.


21 januari 2017

Kurd bi zewacekê ra dibin tirk û neyarên kurd û Kurdistanê


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şîmşekê xwedêgiravî xwe kurd qebûl dike, ji Rûdawê ra ”gotiye gerek welatên herêmê perçe nebin.
Bi perçenebûna welatan qesta Mehmet Şîmşek Sûriye, Tirkiye û Îraq e, çênebûna Kurdistanê û azadnebûna kurda ye.
Li gorî Mehmet Şîmşekê Gercewsî û xwedêgiravî dibêje ew kurd e, dibê kurd li Tiriyê, Sûriyê û Îraqê ji bindestiyê dernekin û tu carî nebin xwedî dewlet.
Mehmet Şîmşekê bi derewan û bi ev kurd û bi rastî û ji dil tirk, gotiye ew ”nikanin kurd, tirk û ereban ji hev cuda bikin.”
Û mêrik bêyî ku şerm bike sebebê vê yekê, vê nikanînê jî bi zewaca xwe ve girê daye û gotiye:
”Ez kurd im û pîreka min tirk e, zarokên me nuha li Anqerê dijîn. Em nikanin ji hev cuda bibin.”
Hûn dibînin bindestekî çi sivik, bêşexsiyet û ji hemû hestên netewî, ji kurdayetiyê şuştî ye.
Kurdistanê bi jinekê difroşe. Ji ber ku bi jineke tirk ra zewicî ye wek kurd azadiyê, Kurdistanê naxwaze, ji xwe ra jî û ji gelê xwe ra jî bindestiyê, bêwelatiyê qebûl dike.
Jina tirk ji ber ku bi kurdekî ra zewicî ye nabûye kurd, dev ji welat û dewleta xwe û zimanê xwe bernedaye.
Lê Mehmet Şîmşekê Gercewsî ji ber ku zewaca bi jineke tirk ra bûye nesîbê wî, tirkbûnê bi dilxweşî qebûl dike; bi qasî tirkekî irqçî û faşîst li dijî çêbûna Kurdistanê û azadbûna kuran derdikve.
Tiştekî pir ecêb e, gava jinên tirk jî bi kurdan ra dizewicin wan dikin tirk û gava mêrên tirk jî bi jinên kurd ra dizewicin wan dikin tirk.
Yanî çi mêr, çi jin, kîjan tirk bi kurdan ra bizewice wan dikin tirk.
Çimkî bindestiya salan şexsiyet bi merivê kurd ra nehîştiye, şexsiyeta wî/wê kiriye hevîr, pir rehet dikeve her qalibî û her formê.
Ancax merivên ruhkole, şexsiyetzeîf hewqas rehet dev ji nasnameya xwe ya netewî berdin û bindestiya miletekî din qebûl bikin.
Fillistînî, çi jin çi mêr, bi kê ra bizewicin wan dikin dostön ereb û filistînîyan, zarokên xwe miheqeq fêrî erebî dikin. Dixwaze birê mêr be, dixwaze jin be, bi kê ra bizewice jî tu carî dev ji ”perçebûna Îsraîl” û çêbûna dewleta Filistîn bernadin.
Lê kurd (piranî ) bi maçekê jî xwe difroşin û dibin tirk…


20 januari 2017

Ferqa di nabêna sonda emerîkiyan û tirkan da

Di merasima serokatiya  Trump da min li sondxwarina serokê Emerîka yê nuh Donald Trump temaşe kir.
Ji bo ku hûn ferqa di nabêna sonda emerîkiyan û tirkan da, ferqa di nabêna faşîzmê û demokrasiyê da bibînin ez sonda emerîkiyan bi îngilîzî, kurdî, swêdî û tirkî û ya tirkan jî bi tirkî, swedî û îngilîzî diweşînim.
Min sonda tirkî bi translate Google kir, yanî bi Googlê wergerand, ez zanim hin kêmasî  hene, lê dîsa jî meriv jê fêm dike.


Sonda Trump bi kurdî:

”Ez soz didim ezê meqamê serokatiya Emerîkayê bi sedqet bimeşînim û bi hemû şiyana(qabîlieyta)xwe li Qanûna Esasî ya Emerîkayê xwedî derkevim û  biparêzim.”

XXX
Sonda Trump bi îngilîzî:

“I do solemnly swear (eller affirm) that I will faithfully execute the Office of President of the United States, and will to the best of my Ability, preserve, protect and defend the Constitution of the United States.”

XXX

Sonda Trump bi swêdî:

”Jag lovar att jag troget skall utöva Förenta staternas presidentämbete och efter bästa förmåga upprätthålla, värna och försvara Förenta staternas konstitution.”

XXX
Sonda Trump bi tirkî:

"ABD’nin başkanlık makamını sadakatle yürüteceğime ve elimden gelenin en iyisini yaparak ABD Anayasası’nı muhafaza edeceğime, koruyacağıma ve savunacağıma yemin ederim.”

XXX
Sonda tirkan bi tirkî:

ANAYASA MADDE 81. Devletin varlığı ve bağımsızlığını, vatanın ve milletin bölünmez bütünlüğünü, milletin kayıtsız ve şartsız egemenliğini koruyacağıma, hukukun üstünlüğüne, demokratik ve laik Cumhuriyete ve Atatürk ilke ve inkılaplarına bağlı kalacağıma; toplumun huzur ve refahı, milli dayanışma ve adalet anlayışı içinde herkesin insan haklarından ve temel hürriyetlerden yararlanması ülküsünden ve Anayasaya sadakatten ayrılmayacağıma, büyük Türk milleti önünde namusum ve şerefim üzerine ant içerim''

XXX

Sonda tirkî bi kurmancî:

“Ez li pêş neteweyê tirk yê mezin li ser namûs û şerefa xwe sond dixwim ku ez dê hebûn û serbixwebûna dewletê, yekîtîya welat û neteweyî ya parçenebar, desthilatdarîya neteweyî ya bêqeyd û şert biparêzim; ez dê girêdayî serdestîya hiqûqê, komara laîk û demokratîk û prensîp û şoreşên Atatirkî bimînim; ez dê dest ji wê îdeala refah û hizûra civatê, hişmendîya piştgirîya neteweyî û edaletê ku herkes ji mafên merivan û azadîyên bingehî sûdê werbigire û ji sedaqeta Makeqanûnê bernedim.” Makeqanûna Komara Tirkîyeyê (18.10.1982), Beşê sereke: III, Binbeş: I, Bend: 81 *Sonda bi zimanê tirkî komekeka dirêj e ku ji 59 bêje, 4 bêhnok û 3 xalbêhnokan pêk dihê. Wergera wê ya bi kurdîya kurmancî ji 80 bêje, 4 bêhnok û 2 xalbêhnokan pêk dihê.

Ev werger ya Mistefa Aydogan e.



XXX
Sonda tirkî bi bi îngilîzî:

To protect the independence and independence of the state, the indivisible integrity of the country and the nation, the indifferent and unconditional sovereignty of the nation, the rule of law, the democratic and secular republic and Ataturk's principles and reforms; The peace and prosperity of the society, national solidarity and justice will not leave everyone's loyalty to the Constitution and the state of enjoying human rights and fundamental freedoms, and the inclusion of honor and honor on the honor and honor in front of the great Turkish nation "

XXX
Sonda tirkî bi swêdî:

För att skydda oberoende och oberoende stat, den odelbara integritet landet och nationen, likgiltig och ovillkorlig suveränitet av nationen, rättsstaten , demokratiska och sekulära republik och Atatürks principer och reformer; Fred och välstånd i samhället, kommer nationell solidaritet och rättvisa inte lämna allas lojalitet till konstitutionen och tillståndet att njuta av de mänskliga rättigheterna och de grundläggande friheterna, och införandet av heder och ära på heder och ära framför den stora turkiska nationen "


Dibê kurd bi hev ra alternatîfa xwe pêşkêş bikin

Tirk 18 madeyên qanûna xwe ya bingejhîn, esasî(anayasa)diguherin. Di 18 xalên tên guhertin da ji bo kurdan mafekî herî biçûk jî tuneye. Yanî ji bo kurdan di nabêna qanûna bingehîn ya kevn û nuh da tu ferq tuneye.
Bi vê qanûna nuh sîstema Tirkiyê ji parlamentarîzmê dibe serokatî. Derxistina qanûnan jî, îdare jî û edalet jî dikeve bin emrê şexsekî, serokê dewletê.
Meriv kane bibêje serok bi qasî padîşahekî dibe xwedî hukim û ferman.
Bêguman ev qanûna AKPê û MHPê ji meslîsê derbas kirine ne qanûneke ku kurd piştgiryê bidinê.
Lê sîstema û qanûna esasî ya berê jî li dijî kurdan û li ser înakra kurdan bû û ya nuh jî eynî ye.
Yanî ji bo me kurdan tu sebeb tuneye ku em sîstema berê biparêzin. Herdu qanûn û herdu sîstem jî irqçî û antî kurd in.
Lema jî ji dêlî ku kurd li ser vê qanûna esasî ya nuh têkevin gewriya AKPê û MHPê, dibê hemû partiyên kurd bi hev ra qanûneke asasî ya alternatîf pêşniyar bikin.
Ne ku tirk ewê pêşniyarên kurdan qebûl bikin ya jî guh bidin daxwazên kurdan. Bêguman ewê guh nedin daxwaz û pêşniyarên kurdan, çimkî hebû partîyên tirk hîn naxwazin hebûna kurdan qebûl bikin. Hemû jî irqçî û anîtî kurd in.
Lê qet nebe ewê pêşniyareke kurdan ya mişterek hebe, tirk, kurd û dinya ewê bibînin partiyên kurd çi dixwazin.
Ez bawer nakim HDP xwe nêzî partiyên kurd bike, çimkî ew ne partiyeke kurd û Kurdistanî ye. Lê dîsa jî dibê kurd ban HDPê jî bikin.
Partiyên derî HDPê dibê di demeke nêz da bi hev ra qanûneke esasî ya alternatîf pêşkêşî civatê bikin, ji bo ku her kes bibîne kurd çi dixwazin. Ji dêlî ku her partî yeko yeko dîtinên xwe bibêjin, çêtir e hemû partî bi hev ra dokumneteke miştereke belav bikin.
Di referandûmê da jî bi dîtina min dibê kurd boykot bikin. Çimkî ji bo me tu tiştek tê tuneye..Lema jî dibê em kurd nebin hevalên tu alî, herdu jî xerabên di ser hev ra ne.
Dibê kurd bi hev ra referandûma tirkan boykot bikin. Şêla herî rast û Kurditanî ev e. 
XXX

 Bawer bike hin rojan gelekî bîriya te dikim...
Hesret, bîrîkirin wek kerasekî ji êgir e...
Bindestî, bêwelatî, pêsekiniya xelkê nayê kişandin...
Jiyan xweş e li cî û warê zaroktiyê.

XXX
-Heger te ciyê xwe yê di dilê min da bizanîbûya cîhan ewê ji te ra teng bihata !


XXX
-Hin însan wek kûçikên nêçîrî ne, ji ber deriyê li ber ketine venaqetin.
///DOSTOYEVSKİ

Navê hemû keran bikin hesp !


Şêniyên, nişteciyên Atînayê ji mesûl û birêvebirên xwe ne razî bûn, lê belê nizanîbûn ewê çawa ji wan xelas bibin. Ji minaqaşeyan jî tu netîceyeke konkret dernediket.
Rojekê Antisthenes(BM 445-365)mafê peyvê digre, derdikve ser kursiyê û dibêje:
-Gelî atînayiyan pêşniyareke min ji we ra heye. Nuha biryarekê bigrin û bibêjin hemû ker hesp in. Dibê ji nuha û pê da êdî kes ji keran ra nebêje ker, bibêje hesp.
Ji nava cimatê yek bi meraq dipirse:
-Baş e çi feydeya vê ji me ra heye?

Antisthenes dibêje:
-Feydeya wê çi ye çi gotine? Piştî ku li ser mesûl û birêvebirên nuh hûn li hev nakin, heta çareserî tê dîtin qenekê hûnê ji şerma hûn ji alî keran ve tên îdarekirin xelas bibin.
Gelo ne wext e meriv li Tirkiyê jî navê keran bikke hesp ?

19 januari 2017

Bêsebeb negotine cahil cesûr e

Bînalî Yildirimê xwedêgiravî serokwezîr ji serokê Emerîka yê nuh Donald Trump ra gotiye, ji bo ku têkiliya nabêna Tirkiyê û Emerîkayê baş bibe sê şertên Tirkiyê hene, dibê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) van hersê şertên Tirkiyê bîne cî.
Ev hersê şertên hezret Bînalî Yildirimê xwedêgiravî serokwezîrê Tirkiyê ev in:
1-Dibê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Fetulah Gelen teslîmî Tirkyê bike.
2-Dibê DYA têkiliyên xwe bi PYDê û YPGê ra bibire û alîkariya sîlehan pê ra neke.
3-Baweriya gelê tirk bi DYA nemaye, dibê DYA îspat bike ku ew dostê Tirkiyê ye û ne dijmin e…
Hema bira şertên we tenê ev bin !
Weleh mêrik tam wek împaratorekî peyivîye.
Bravo!
Hela hûn bala xwe bidin vî belengazê xwenezan, ji ber ku şefê wî Erdogan e, ji ber ku Erdogan li pişta wî ye, feqîro xwe wenda kiriye, bi qûna xwe ya ji ya mirîşkê biçûktir hêkên qazan dike.
Bêsebeb negitine cahil cesûr e. Meriv ne cahilekî totikvala be galgalên wiha çort nake û ji serê xwe mezintir nake…
Lê hêvî dikim di vê forta xwe xwe da israr bikin.
Ji xwe heta nuha me çi bi dest xisiye hemû xêra kêmaqiliya dijminên me bûye…

XXX
Kurdino, partî û siyasetmedarên kurd,
Îbrahîm Halîl Baran ji bîr nekin!
Îbrahîm Halîl Baran, ev 8 roj in li Ruhayê girtiyê dewleta tirk e!
Li Baran xwedî derkevin, dengê xwe derxin!
Bêdengî mirin e, sibe dora we ye !

XXX

5 partiyên kurd îşkencekirina serokê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran bi beyaneke mişterek şermezar kirin.

XXX
Ez vî xweşmêrê ermenî, Hrant Dîk, di 10 saliya şehadeta wî da bi hurmet bi bîrtînim.
Bimre dewleta qatil û faşîst!
Bijî dostiya miletê kurd û ermenî !


18 januari 2017

Ev jî ewê derbas be...

Li gorî hin texmînan gotina ”Ev jî ewê derbas be ya hû” dihere digihîje dema Bîzansan. Bîzansî gava rûbirûyî îşekî zor û zahmet dibûn, di maneya ”ev jî ewê derbas be, evê jî derbas be, digotin ”kafto ta perasî…”
Ev gotin dû ra bi hawakî dihere digihîje welatê farisan (Îranê) û bi hin guhertinan formeke din digre, bi farisî dibe, ”in niz beguzered”, yanî ”ev jî ewê derbas be…”
Di dema osmaniyan da ev gotina farisî bi tirkî dibe ”bu da geçer.”
Dû ra hêdî hêdî  di dergah û tekkeyên sofiyan da jî tê qebûlkirin. Lê bebelê ”ya hû”  jî pê ve dikin û bi vî hawî bi tirkî jî dibe ”bu da geçer ya hû.”
Yanî ”Ev jî ewê derbas be ya hû!”
Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da mîrekî kurd rojekê ban hemû wezîr û kizîrên xwe dike û ji wan ra dibêje, ji min ra gustîleke wer çêkin û tiştekî wer li ser bidin nivîsîn, her cara min li wê nêrî, heger ez xemgîn bim dilşa bibim û heger dilşa bim xemgîn bibim…

Wezîr li hev  top dibin û ji bo çêkirina gustîleke wiha fermanê li çarhawêlê welêt belav dikin.
Pir dihere, hindik dihere, rojekê bi gustîlê derdikevin huzûra mîr, gustîl didinê.
Mîr nivîsa li ser gustîlê dixwîne  dibêje, ”temam, tiştê min dixwest ev bû.”
Li ser gustîlê peyva ”ev jî ewê derbas be ya hû”hebûye.
Xemgîn û reşbîn nebin, ev rojên reş jî ewê derbas bin, rojên xweş û şad nêz in…

Me di tarîxa xwe da gelek rojên reş û tarî dîtin.
Netirsin, ev roj jî ewê derbas bin.
Dawiya her zivistanê buhareke rengîn e, dawiya her tarîtiyê ronahî ye.
Ya muhîm em ji tarîx û şaşiyên xwe ders û îbretê bigrin û tu carî bêhêvî nebin.

Belengazo ji tirsa Kurdistan înkar kir

Cîgirê serokê AKPê Mehdî Ekerê kurd, çend roj berê di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê ra bêhemdî navê ”Kurdistanê” ji devê xwe fistiqandibû.
Di derke hevpeyîna xwe da gotibû:
”Heger wiha nebûya 4-5 sal berê huzûr hatibû, gulên buharê vekiribûn. Li Kurdistanê keç, law, hemû gel, her kes bi hêvî bû…
Lê pepûkê li ber destê Yildirim û Erdogan, wa ye îro ev gotina xwe paş da girtiye û gotiye bi peyva ”Kurdistanê” wî Kurdistana başûr qest kiriye, ne Kurdistana bakur.
Rebenko gotiye, ”gotinên min şaş hatine wergerandin û ezê vê şaşiyê ”serrast bikim. Ji bo başûrê rojhilatê Tirkiyê ne mimkûn e ez îfadeyeke wiha bi kar bînm…”
Belengazo, pepûko, rebenko, evdalko nikane navê welatê xwe hilde.
Yanî nuha tu têkevî binê erdê ne çêtir e?
Bêhemdî be jî, ji bo xapandina kurdan be jî xelk nahêle tu navê welatê xwe bigrî devê xwe?
Yanî nuha tu xwe mêr, xwedî îrade û tiştekî dihesibînî?
Tu yê çawa li ruyê kurdan binêrî?
Tu yê çawa herî Diyarbekirê û Bismil û li ruyê kurdan, nas û dostên xwe binêrî, tu çawa bibêjî tu tiştek î?
Piştî ku tu nikanî navê welatê xwe hildî tu ”0” e !
Heger piçek xurûr bi te ra hebûya,heger te şerm bikira te yê negota ”ne mimkûn e ku tu ji bo Kurdistana bakur tiştekî wiha bibêjî”!.
Heger te ji xwe fedî bikira, tu piçekî li ber xwe keta, piştî vê rezaletê te yê îstîfa bikira.
Diyar piştî Erdogan ev yek bihîst, ban belengazê me kir û guhê wî kişand û jê ra got zû here vê peyva xwe tekzîb bike, bibêje min tiştekî wiha negotiye...
Xwedê kesî nexe vî halî.
Û wî jî wek koleyan ev emirê Erdogan qebûl kir û got li Tirkiyê Kurdistan tuneye.
Meriv şexsiyeta xwe bi kursiya bindestiyê, xulamtiyê naguherîne.
Wek tê dîtin, Erdogan qebûl nake cîgirê serokê AKPê, merivê partiyê yê duyem e, bibêje Kurdistan, îcar ewê çawa mafê kurdan bide?
Tiştekî wiha ne mimkûn e, kurdên AKPê hemû emirqûlî ne, meriv ji vê beyana Eker vê rastiyê baş dibêne.
Eker ne dost û hevalê min e, kurdekî hevalê dijmin e, lê dîsa jî ez bi vê rencîdekirna wî êşiyam.
Gava tirkek heqaretê li kurdekî dike, kî dibe bira bibe, ez pê diqeherim. Ne xema Eker e, lê belê ji dêlî wî va ez li ber ketim…

Dadgeha tirk 142 sal ceza ji Selahedîn Dermirtaş ra dixwaze !



Erdogan ji hevserokên HDPê Selahetîn Demirtaş ra 142 sal û ji Fîgen Yuksekdagê ra jî 83 sal cezayê zindanê xwestiye.
Ez dibêjim Erdogan xwestiye, ji ber ku li Tirkiyê meclîs jî, îdare jî û mahkime jî Erdogan e.
Yanî hemû hakim û sawcîyên(dozgerên)li doza kurdan dinêrin di praktîkê da hemû emirqûliyên bin destê Erdogan in.
Ji bo ku meriv bibêje li Tirkyê dadgeh serbixwe û bêterif in dibê meriv renteleyekî tîmarxanê be ya jî xulamekî dewleta tirk be.
Ya rast dewleta tirk li ser emrê Erdogan, Demirtaş û hemû parlamenter û girtiyên kurd rehîn girtine. Zanin çi bikin jî ewê ji wan ra bimîne. Û Ewrûpa û dinya jî ji tirsa koçberan dengê xwe nake. Lema jî Erdogan bêtirs pê li serê kurdan dike.
142 sal ceza, yanî du caran muebet.
Bi gotineke din îdam !
Çimkî tu benîadem 142 salan najî…
Wisa xuya dike dilê Erdogan bi muebetekê rehet nabe, lema jî xwestiya emirberê wî yê navê wî ”sawcî/ozger ” e ne salek û du sal, tam 142 sal ceza ji Demirtaş ra bixwaze.
Erdogan faşîstekî jîr e, dixwaze bi daxwaza cezayên wiha çavê hemû kurdan bitirsîne.
Bêguman di girtina parlamenterên HDPê û tasfiyekirina wê da rola Devlet Bahçeliyê faşîst jî heye, ev operasyon bi koalîsyoneke bi dizî(nehênî)tê kirin. Ya na Bahçelî piştgirî nedida Erdogan. Derdê Bahçelî HDPê ji meclîsê bavêje û kurdan baş serkut û çavtirsiyayî bike. Ev daxwaza Bahçelî ji bo Erdogan wek çîr û şekir e…

17 januari 2017

Reçeteya min ya xelasiya ji derd û kulan olan da…


Nivîsa min ya do, ”Bi fîncanek qahwa kurdî û şiîreke Melayê Cizîrê ra bîstekê derd û kulên xwe ji bîr bikin” bi dilê gelek kesî bûye, bi qasî ez dibînim di nava xwendevanan da olaneke pir mezin da ye.
Di bloga min ”hindik-rindik”  da 767 kesan xwendiye. Hejmara kesên di Face min da xwendine ne diyar e, lê bi texmîna min ji jimara blogê zêdetir e.
Ev 10 sal in ez blogîst im, heta nuha tu nivîseke min di rojekê da hewqasî nehatiye xwendin.
Diyar e milet ji nivîs û rexneyên siyasî bêzar bûye, lema jî kêfa xwe ji nivîsên ne siyasî, tiştên satîrîk û pêkenînan ra tîne.
Ez tiştekî nuh fêr bûm. Wê demê dibê nabênê ra ez carnan mijarên wiha bibînim û bloga ”hindik-rindik” têxim rojevê.
Lê ev jî heye, bê pere û bê pûl ji xwe ra reçeteyeke kêfxweşî û dilşadiyê ya belaş dîtin, lema jî her kesî xwestiye bi fîncanek qahwe û bi şiîreke Melayê Cizîrê bîstekê(kêlîkekê) be jî ji hemû derd û kulên xwe xelas bibe.
Bi taybetî di van rojên ku Erdogan hemû kurdên welatparêz û bi xîret kansêrî kiriye dîtina reçeteyeke wiha rehet û belaş xêra Xwedê ye.
Lema jî muşteriyên wê zêde bûne.
Ez dibêjim ji qahra vî gurcê sergome û faşîst nexweşiya kansêrê(enceşêrê) û psîkolojîk di nava kurdan da zêde bûye.
Lema jî însan dixwazin ji bo demeke pir kin be jî Erdogan, Tirkiyê, zor û zulmê ji bîr bike, însan li mijûlî û nivîsên ne siyasî digerin….
De hêvî dikim we reçeteya min ceribandibe û bi kêrî we hatibe…
Ji we hemû nas, dost û hevalan ra rojeke bê derd û kul û mişt dilşadî dixwazim…

Êdî hûn kanin bi Turkcellê ra bi kurdî bipeyivin !


Li gorî kurdekî bi navê Eser Kayel nivîsîye Turkcell, di nabêna saet 09.00-18.00 da xizmeta bi kurdî dide.
Yanî meriv êdî bi Turkcellê ra bi kurdî bipeyive, kane derdê xwe bi kurdî bibêje, bi kurdî alîkariyê bixwaze.
Lema jî gava hûn li merkeza bangkirinê digerin, bi kurdî bipeyivin û alîkariya bi zimanê kurdî bixwazin.
Turkcell nuha bi 8 personelên xwe di dema mesaî da xizmeta bi kurdî dide.
Lê heger daxwaze kurdî zêde bibe, Turkcelêê ewê him personalên kurdîaxêv zêde bike û him jî bike 24 saet xizmet.
Ji bo kurdî ev fersendeke pir baş e. Dibê êdî her kurd bi Turkcellê ra ebden bi tirkî nepeyive, bi kurdî bipeyive, bi kurdî alîkariyê biwaze. Ji bo ku kurdî jî bi qasî tirkî xurt bibe, dibê meriv vê îmkanê baş bi kar bîne û ji şîrketên din jî eynî xizmetê bixwaze.


XXX
Abdulgadir Masharipov, terorîstê şeva sersalê yê Stenbolê yê li kulûba Reina 39 kes kutştin û gelek kes jî birîndar kirin, do bi şev li Stenbolê li taxa Esanyurdê hat girtin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse bi terorîstê qatilê Reina Abdulgadir Masharipov ra 4 kesên din jî hatine girtin.
Ji çar kesan yekî kirgiz e û sisê jî jinên efrîkî ne. Ji jinên hatine girtin Dîna A. (27) ji Senegalê ye, Aysha M. (27) ji Somalî ye û Tene Trare (26) jî ji Misrê ye.
Bi saxî girtina Abdulgadir Masharipov û 4 kesên pê ra gelkî muhîm e. Nuha kanin gelek tiştan ji wan fêr bibin. Hela em binêrin di rojên pêş da ji van zanînên xwe çiqasî eşkere bikin.

16 januari 2017

Bi fîncanek qahwa kurdî û şiîreke Melayê Cizîrî ra bîstekê derd û kulên xwe ji bîr bikin


Hûn jî wek min piştî nîvro herin saet, saet û nîvekê bimeşin. Û dû ra jî qahwake xwe ya kurdî ya bi hêl(kakûle)çêkin û bi dîwana Melayê Cizîrî ra hêdîka xwe bera ser qoltixa xwe ya nermik û germik bidin.
Û helbeta Şox û Şengê, zuhre rengê bixwînin.
Ji bo bîstekê be jî hûnê rehet bikin, kêfa dilê xwe bînin, wî şad û bextewar bikin. Vî mahcirê gurcê sergome em kurd merezarî kirin, ji bo bîstekê be jî meriv vî bêyomî ji bîr bike ji bo siheta meriv baş e...
Ev çend roj bûn qahwa min qediya bû. Du roj berê min û xanimê çû kirî.
Rojê ez li dora saet û nîvekê dimeşim. Her cara ez ji meşê têm, ez qahwa xwe çê dikim bi bîna fire vedixwim. Pê ra(bi qahwê ra) ya di kompîtorê da tiştekî sivik û xweş dixwînim, ya li straneke xweş guhdarî dikim ya jî hin  şiîrên evînê ra pê ra dixwînim…
Yê gurra min bike ewê poşman neme, carê biceribînin…
Qahwa kurdî, fîncanek av ya jî şîrê xwe, ev li gorî daxwaza we ye, bikelînin.
Bira kel were ava we. Û ji bo fîncanek orte, ne biçûk û ne jî mezin kevçiyek û nîvê çayê qahwa bi hêl(bi kakûle)bera nav cezweyê xwe bidin û li hev xin.
Bira du caran kef bi ser qahwê keve, lê nehêlin kela qahwa we here…
Ez qahwê bêşekir vedixwim, hûn li gorî dilê xwe çêkin. Lê temiya min li we şekir nexinê ya jî rib şekirî têxinê.
Qahwa xwe deynin ber xwe û Dîwana Melayê Cizîrî vekin û dest bi xwendina Şox û şengê ya jî helbesteke hûn jê hez dikin bikin.
Qahwa kurdî li we noşî can be…

Şox û şengê zuhre-rengê ,
Awirên heybet pilingê ,
dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê misk î xal ê
dêm dûrê gerden şemalê
cebheta biskan sema lê
dil ji min bir, dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
wan dil ji in bir bi talan
goşeê qewsê hîlalan
dil ji in bir, dil ji min
Sûrşêrînê nazenînê,
kuştim û nakit yeqînê
wê bi çengala evînê
dil ji min bir, dil ji min 
Ruhnîya çavên Mela ye
ew teceliya te daye
ya ji Ehmed dil rewa ye,
dil ji min bir, dil ji min 

XXX
Reçeteya min ya xelasiya ji derd û kulan olan da…
Nivîsa min ya do, ”Bi fîncanek qahwa kurdî û şiîreke Melayê Cizîrê ra bîstekê derd û kulên xwe ji bîr bikin” bi dilê gelek kesî bûye.
Di blogê da 767 kesan xwendiye. Hejmara kesên di Face min da xwendine ne diyar e, lê bi texmîna min ji jimara blogê zêdetir e.
Bê pere û bê pûl ji xwe ra reçeteyeke kêfxweşî û dilşadiyê ya belaş dîtin, lema jî her kesî xwestiye bi fîncanek qahwe û bi şiîreke Melayê Cizîrê bîstekê(kêlîkekê) be jî ji hemû derd û kulên xwe xelas bibe.
Bi taybetî di van rojên ku Erdogan hemû kurdên welatparêz û bi xîret kansêrî kiriye dîtina reçeteyeke wiha rehet xêra Xwedê ye.
Lema jî muşteriyên wê zêde bûne.
Ez dibêjim ji qahra vî gurcê sergome û faşîst nexweşiya kansêrê(enceşêrê) û psîkolojîk di nava kurdan da zêde bûye.
De hêvî dikim we reçeteya min ceribandibe û bi kêrî we hatibe…
Ji we hemû nas, dost û hevalan ra rojeke bê derd û kul û mişt dilşadî dixwazim…

Tirkan devên ewrûpiyan bizmik kirine


Di telewîzyona Swêd da nuha min li ser şerê Sûriyê li fîlmekî belgeyî, dokumentî temaşe kir.
Fîlm saeteke bû. Di saetek fîlmekî belgeyî da qala dîktatorî û qetlîamên Esad kirin, qala siyaseta Emerîka, Fransa û Ewrûpayê kirin. Qala piştgiriya Rûsyayê û Îranê ya bi Esed kirin. Qala gelek tiştan kirine.
Lê belê bi yek gotinê jî qala rola Tirkiyê, qala piştgiriya Tirkiyê ya bi hêzên îslamî û bi Daîşê ranekirin.
Fena ku welatekî bi navê Tirkiyê li wir tunebe, fena ku Tirkyê bi hezaran qatilên îslamî ji her derên dinyayê li ba xwe top nekir û neşad Sûriyê.
Fena ku Tirkiyê heta nuha bi sedan car gund û bajarên kurdan bombebaran nekiribe.
Fena ku heta nuha Tirkiyê bi sedan kurd nekuştibin.
Fena ku gelek gund û bajarên Sûriyê ne di bin îşxala Tirkiyê dabe.
Fena ku Tirkiye ji Rûsyayê û Îranê bêtir di şerê Sûriyê negiya be…
Yanî qet qala Tirkiyê nekirin.
Rûsyayê û Îranê piştgirî dan Esad, ev yek bi dûr û dirêj gotin, lê alîkariya Tirkiyê ya bi hêzên îslamî ra ji bin da ji bîr kirin.
Diyar e Tirkiye nehatiye bîra wan…
Û navê fîlm jî domumenter e (!)
Tiştê min fêm kiriye, tirk çi wahşetê, çi sûcî bikin jî ewrûpî newêrin navê tirkan bigrin devê xwe.
Ewrûpa wek ezraîl ji tirkan ditirse, medyaya ewrûpî, siyasetmedarên ewrûpî ji tirsa tirkan bi xwe da dimîzin.
Erdogan devê siyasetmedaran jî û yê medyaya Ewrûpa jî bizmik kiriye.
Gundiyan ji bo ku kar û berx makên xwe nemijin devên wan bizmik dikirin. Erdogan jî ji bo ku nepeyivin devê ewrûpiyan bizmik kiriye…
Helal be jê ra…


XXX
Li Tirkiyê wezareta perwerdê teoriya guhertina hêdî hêdî yanî teoriya evolutionê, tekamulê(bi tirkî jê ra dibêjin evrim teorisi) ji sîstema perwerdê derdixe û teorî û baweriya dînî, ya îtîata bê qeyd û şert bicî dike. Yanî ji nuha û pê da zarok wek li Suûdî, ewê bi perwerdeya medresê werin perwerde kirin.
Di sedsala 21ê da perwerdeya dînî bi Tirkiyê û tirkan dikeve, perwerdeyeke tam li gorî wan e.
Bi vê perwerdê û felsefê Suûdî û welatên musilman çi xwelî li serê xwe kirin, tirk jî ewê eynî xweliyê li serê xwe kin.
Lê derdê min ne tirk in, Xwedê bike ew şerîetê dirist bikin û ji xwe gav bi gav dikin jî; çi dikin bira bikin ji bo min ne dered e.
Derdê min zarokên kurd in, çimkî em jî bindestên van faşîst û hovan in, ewê mejuyê zarokên me jî biçeilqînin û ji ilm û pêşketinê bêpar bihêlin.
Heta nuha bi teoriya ” evolutionê” ra, îdeolojiya kemalîzmê ya faşîst jî fêrî zarokan dikirin, nuha jî dixwazin îdeolojiya îslamî têxin dewsa kemalîzmê. Yanî tercîha wan ji kolera yê weba ye...

15 januari 2017

Her tişt li gorî plana Erdogan dimeşe

Fîlozofê yûnanî Zenon bi xwendevanekî xwe ra dipeyivî, wî çi digot xwendevanê wî tesdîq dikir. Dawiya dawî fîlozof tehamul nekir û bi xwendevanê da qîriya:
”Qe nebe carekê îtîraz bike, tiştekî bibêje ji bo ku ez bizanibim em du kes in…”
Rewşa Tirkiyê îro ev e,
Her kesî devê xwe bizmik kiriye
tenê Erdogan dipeyve.

XXX

Wek Erodogan plan kiribû taslaxa(pêşniyara)qanûna esasî ya nuh yek bi yek ji meclîsê derbas dibe. Sê çar made tenê mane.
Yanî her tişt li gorî plana Erdogan bêqusûr dimeşe.
Û mecbûr e wisa bimeşe jî.
Ketina Erdogan mirina wî ye. Ew viya baş zane.
Lema jî planên xwe li gorî hesabê ya ewê qezenc bike, ya ewê qezenc bike dike...
Hinek dibêjin ya ev pêşniyar di referandûmê da neyê qebûlkirin, ewê çawa bibe?
Ewê were qebûl kirin, ne mimkûn e neyê qebûl kirin. Erdogan plana wê jî amade kiriye.
Dibêjin ya di hilbijartinê da Erdogan qezenc neke, ewê çawa bibe?
Ewê qezenc bike, ne mimkûn e Erdogan qezenc neke.
Û ne ev hilbijartin tenê, heta Erdogan sax be ewê hemû hilbijartinan qezenc bike, ewê tim bibe serokkomar.
Qûl jî, Xwedê jî kes nikane wê kursiyê ji wî bistîne, îktîdarê û dewleta tirk ya faşîst ji destê wî derxe.
Heta ew sax be, dewlet jî û Tirkiye jî malê wî ye…

Bi Omer Şêxmûs ra sohbetek xweş


Do ne pêr(roja îniyê)min û kekê Omer Şêxmûs(Omer Sheikhmous) li taxeke Stockholmê, li pastexaneyeke gelkî kevn û navdar sohbeteke pir germ, bi feyde û xweş kir.
Me berê jî çend caran bi hev ra sohbet kiribû. Di destpêka salên 1980î da jî gava hîn li zanîngeha Stockholmê wek lêkolîner dixebitî, min û Heyder Diljen ji bo rojnameya Armancê pê ra hevpeyvîneke dirêj kiribû. Ji xwe di wê hevpeyvînê da min hinekî ew ji nêz ve nas kir.
Lê sohbeta me ya do êvarî hinekî cuda bû, min hin tişt meraq dikirin, min ew tişt jê pirsîn û wî jî dîtin û baweriyên xwe gotin.
Berê jî bala min kişandibû, kekê Omer Şêxmûs li gorî salên  xwe(1942) xwedî hişekî(hafizayeke) pir xurt e, nav, tarîx û gelek tişt û bûyer baş tên bîra wî. Ev jî nihmetekî Xwedê ye, bi her kesî ra tuneye.
Kekê Omer Şêxmûs ronakbîr û siyasetmedarekî hêja ye, li Kurdistana rojava, li Ewrûpa û başûr bûye aktor û şahidê gelek tiştan û gelek bûyeran û di heqê her çar beşên Kurdistanê û serokên kurdan da xwediyê gelek zanîn û agahiyên hêja ye. Yanî têkoşer û şahidekî dîroka me ya nêz e.
Omer Şêxmûs, bi kurdên her çar perçên Kurdistanê ra gelek xebatên hêja kirine û hîn jî aktîv e, wek hinekan li mala xwe rûneniştîye û dev ji her tiştî bernedaye. Bûyerên îro li Kurdistanê diqewimin, pêşketinên herêmê û dinyayê, gelşên nabêna hêzên kurd baş taqîb dike, dixwaze kurd bibin yek û vê fersenda îro ji kurdan ra peyda bûye  ji dest xwe nerevînin.
Ji bo vê yekê jî çi ji desta tê dike.
Ew ji Kurdistana rojava, ji bajarê Amûdê ye û di sala 1958a da bûye endamê PDKa Sûriyê.
Her çiqas xebata wî ya siyasî û kurdperwerî  ji Kurdistanana rojava  dest pê kiribe jî, lê ew tu carî  ”mehelî” nemaye û mehelî nefikiriye.
Ew di sala 1960î da bi gelek endam, berpirsiyar û serokên PDK Sûrî ra tê girtin û demekê di zindanê  da dimîne.
Piştî ku ji zindanê tê berdan di destpêka sala 1962a da ji bo xwendinê diçe Londonê û li Zanîngeha Londonê dest bi xwendinê dike.
Di sala 1967a da Zanîngeha Londonê diqedîne. 
Û di eynî salê da jî koçî Stockholmê dike, xebata xwe ya siyasî kurdperwerî  îcar li Stockholmê didomîne.
Di ber kar û xebatên xwe yên siyasî ra ji sala 1973a heta 2001ê  li Zanîngeha Stockholmê wek lêkolîner lêkolînan dike.
Di nabêna salên 2001 û 2007a da diçe Emerîka û dibe berpirsiyarê VOA, Radyoya Dengê Emerîk beşê kurdî.
Yanî jiyaneke gelkî dewlemend û mişt bûyer û koçberî.
Ji destpêka salên 1960î û heta orta- 1970î da wî  û çend kurdên wê demê li Ewrûpayê  bûne ji bo şoreşa Kurdistana başûr gelek xebatên giranbiha kirine.
Di nava şoreşa Kurdistana başûr da bi rengekî aktîf ciyê xwe girtiye û dû ra jî bûye avakar û yek ji berpirsiyar û serokên YNKê yê muhîm.
Wî, qada xebata xwe tu carî bi beşekî Kurdistanê ve sînor nekiriye, her tim bi kurdên ji her çar perçên Kurdistanê ra ji bo azadiya her çar beşên Kurdistanê xebitiye û têkoşîn daye.
Lema jî kekê Omer Şêxmûs ji her çar beşên Kurdistanê hemû kadir, ronakbîr û siyasetmedar û serokên kurdan ji nêz ve nas dike û bi gelekên wan ra dostî û hevalî kiriye.
Bi gelekên wan ra serpêhatî û bîranînên wî yên tahl û şîrîn hene.
Piştî têkçûna şoreşa Kurdistana başûr, di 1ê hezîrana 1975a da bi Mam Celal û 5 hevalên xwe ra YNKê ava dikin.
Û dû ra karê xwe yê zanîngeha Stockholmê, jiyana reht terikandiye û berê xwe daye başûr û çiyayên Kurdistanê, bi Mam Celal ra bûye pêşmerge, bûye yek ji serokên YNKê.
Bi kurtî Omer Şêxmûs, ji salên 1960î da ye wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd di nava gelek bûyerên muhîm da cî girtiye, bûye şahidê gelek bûyeran û li ser gelek kadir û ronakbîrên kurd yên wan salan gelek bîranînên wî yên giranbiha hene.
Xatirayên(bîranînên) xwe bi rengekî hevpeyvîn nivîsî ye lê ne bi tîpên latînî bi kurmancî ye, bi soranî ye, hêvî dikim rojekê hinek bikin latînî, kurmancî û em jî feydeyê ji bibînin.
Wek min got, Omer Şêxmûs ji her çar beşên Kurdistanê, ji hemû partî û rêxistanan gelek siyasetmedar û kadirên kurd ji nêz ve nas dike, bi gelekan ra di gelek warên cu da xebitiye û dostî û hevaltî kiriye.
Bêguman sohbeta bi kesekî wiha ra pir xweş e, meriv jê gelek tiştan, gelek bîranînan meriv nebihîstiye dibihîze û fêr dibe.
Lema jî min çend pirs jê kirin û mala wî ava be, wî jî bi dilnizmî dîtin û fikrên xwe got. Ez pir kêfxweş bûm, me sohbetek xweş kir.
Berê li Kurdistanê şertên meriv li mezin û rîsipiyên xwe guhdarî bikira hebû. Xort li qahwê, li cimatê li dora wan kom dibûn û guh didan serpêhatî û bîranînên wan.
Bi devkî bûya jî axirê rîsipiyan tecrûbeyên xwe dewrî nifşên(cîlên, qirnên)nuh dikirin, meriv hin tişên muhîm û dîrokî fêr dibû.
Lê li Ewrûpayê mixabin ew zemîn tuneye, meriv ancax li şînan hev û du dibîne û li wan deran jî sohbet ne mimkûn e.
Lê do êvarî min ev nostaljiya xwe piçek be jî bi cî anî. Sohbetek xweş bû, min ji sohbeta me gelek sûd girt û hin tiştên nuh fêr bûm.
Spas ji bo kekê Omer Şêxmûs ji bo ku him xwe westan hat û him jî camêr nehîşt ez destê xwe bavêjim bêrîka xwe, got him ez ji te mestir im û him jî tu mîvanê min î. Lê min soz jê girt, careke din ewê dora min be…