21 januari 2018

Li 90 hezar mizgeft tirkan ji bo ordiya wan Efrînê ji kurdan paqij bikin dua kirin


Bi milyona tirk vê sibehê li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê ji bo ordiya wan li Efrînê bê zirar û ziyan kurdan qir bike dua kirin.
Li ser biryara Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş vêsê li 90 hezar mizgeftên (camîyên) Tirkiyê ji bo zafera ordiya tirk li Efrînê Sûra Quranê ya Fethê xwendin.

Tirk bi Sûra Fethê mal û milkê kurdan, jin û keçên kurdan, irz û eyalê kurdan li xwe helal dikin.

Ji bo ku ordiyatirk Efrînê ji kurdan paqij bike, ji bo ku hemû kurdên Sûriyê bikujin û pozê leşkerekî tirk jî xwîn nebe ji Xwedê ra dua kirin, gotin ya Rebî tu ordiya me biparêzê û tu kurdan qhr bike !

Belê, ji bo ordiya tirk li Sûriyê hemû kurdan qir bike bi milyonan tirk vê sibehê li 90 hezar mizgeftan Sûra Fethê xwedin, dua kirin…

XXX

YPGê ne ji bo xwe tenê, ji bo Sûriyê jî, ji bo ax, namûs û şerefa ereban jî, ji bo ewlekariya Amerîkayê, Rûsyayê, Ewrûpayê û dinyayê jî şer kir.

Lê îro bi destûra Sûriyê, Amerîka, Rûsyayê û li ber çavê dinyayê Tirkiye kurdan qetil dike û kes dengê xwe nake.
Rûsya, Amerîka û dinya namerd e !

Heger Rûsya û Amerîka ne bênamûs û nmerd bûna ewê destûr nedana ordiya tirk li Efrînê bombeyan bibarîne ser kurdan û xelkê swîl bi hovane bikuje !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE