21 januari 2018

Piştî Efrînê hedefa Tirkiyê Kurdistana Başûr e



Hedefa Tirkiyê hemû kurd in, tiştê anîn serê ermenî û rûman dixwazin bînin serê kurdan jî û 100 saliya avabûna Tirkiyê bi îmhakirina kurdan pîroz bikin, heta wê çaxê li hemû beşên Kuristanê kurdan tasfiye bikin.

Bi êrîşa Tirkiyê ser Efrînê êdî tiştek pir eşkere ye, Tirkiye dixwaze hemû Kurdistana Rojava îşxal bike û têxe binê kontrola xwe. Û piştî wê jî dora Kurdistana Başûr e, bi bahaneyekê ewê êrîşî wir jî bikin û wir jî bikin Kurdistana Rojava.

Yanî hedef Tirkiyê ne Efrîn tenê, hemû Kurdistana Rojava ye. Heger li wir bi ser kevin dû ra ewê berê xwe bidin Kurdistana Başûr û îcar bela xwe di wan bidin. Li wir jî ji êrîşa xwe ra Qendîlê û PKKê bikin bahane.

Yanî heger Tirkiye li Sûriyê bi serkeve, ewê bela xwe di kurdên Kurdistana Başûr bidin û Hewlêrê jî bixînin.

Hedefa Tirkiyê çi li Sûriyê û çi li Îraqê desthilateke kurd nemîne û kurdên wan beşan jî bikin wek kurdên Tirkiyê.

Di numûneya referandûmê û Kerkûkê da me dît ji bo Tirkiyê tu ferqa PKKê û PDKê û YNKê tuneye, li Tirkiyê tu ferqa Abdulah Ocalan û Mesûd Barzanî tuneye.

Çimkî derdê Tirkiyê ne bi şexsan ra, bi kurdan ra ye, dixwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nabin, yanî dixwazin li tu derê Kurdistan çê nebe. Serok merok, partî filan ji bo tirkan ne muhîm e, ew propagande ye.

Tirkan çawa ermenî û rûm paqij kirin, dixwazin eynî tiştî bînin serê kurdan jî. Erdogan dixwaze 100 saliya avabûna Tirkiyê bi qirkirina kurdan pîroz bike, îhtîmala çêbûna Kurdistanê ji kok da ji ortê rake.

Yanî kurdan wek milet, wek hêz nehêle. Hedefa tirkan ev e. Çendakî berê Erdogan got, "ewê bedela referandûma Kerkûkê pir giran bidin."




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE